Weqfa Evîndarên Pêxember bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir ew ê di meha nîsanê de li gelek bajaran bi mijara “Fêmkirina Hz.Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” bernameyên mewlûdê tertîp bikin.
Di daxuyanîya ku ji teref rayedarên Weqfa Evîndarên Pêxember ve hat belavkirn de hat diyarkirin ew ê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve ew ê di meha nîsanê de li gelek bajaran bi mijara “Fêmkirina Hz.Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” bernameyên mewlûdê bên tertîpkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin rêya Hz. Muhammedê ku Rêberê Edalat û Exlaqê ye rêya rizgarîyê ye.
Nurettîn Teymûr, Mehmet Elî Ruzgarê Koordînatorên Weqfa Evîndarên Pêxember û Serokê Medya û Danasînê Fewzî Aydin derbarê bernameyên ku dê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve dê di meha nîsanê de bên tertîpkirin de daxuyanî dan.
Rayedar derbarê mijarê de wiha nirxandinan kirin:
Nurettîn Teymûr: “Ew meydanên ku ji îqlîmeke manewî re hasret mabûn ew ê bi wan bi sed hezar kesên ku Wî bi zikir dikin watedar bibin.”
Mehmet Elî Ruzgar: “Ji bo însanetîyê bes rêyek heye, ew jî çûyîna di pey şopa Resûlê Xwedê de ye.
Fewzî Aydin: “Tu hêz dê nikaribe vî xelkî ji rêya Pêxember veqetîne.”
Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de dîrokên bernameyên ku dê di meha nîsanê de bên tertîpkirin wiha hat birêzkirin:
-Şirnex/Cizîrê-7ê Nîsanê-Seat: 16.30- Parka Wesayîtan a Şaredarîyê
-Edene/Navend- 13ê Nîsanê- Seat: 19.00- Şanoya Qada Vekirî ya Mîmar Sînan
- Êlih-Navend- 14ê Nîsanê- Seat: 13.30- Li kêleka otogarê Qada Mewlûdê
- Îzmîr/Bûca- 14ê Nîsanê- Seat: 14.30- Meydana Mîtîngê ya Akinciyan
- Bîngol/Navend- 20ê Nîsanê-Seat: 14.00- Stada Bajêr
- Wan/Navend- 21ê Nîsanê- Seat: 13.30- Qada Mîtîngê ya Kelehê
- Stenbol/Navend- 21ê Nîsanê- Seat: 14.00- Qada Mîtîngê ya Derîyê Nû
-Xarpêt/Navend- 21ê Nîsanê- Seat: 13.30- Meydana Îstasyonê
- Agirî/Navend- 21ê Nîsanê- Seat: 13.30- Salona Werzîşê ya Girtî ya 15ê Nîsanê
-Mêrdîn/Midyadê- 21ê Nîsanê-Seat: 13.30- Qada Mîtîngê ya Midyadê
- Mêrsîn/Navend- 27ê Nîsanê- Seat: 20.30- Salona Şanoya Anfî ya Parka Ataturk
- Diyarbekir/Navend- 28ê Nîsanê- Seat: 13.30- Qada Newrozê.(ÎLKHA)
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.