FÊRBÛNA KURDÎ JI BO FIKRA MUŞTEREK

FÊRBÛNA KURDÎ JI BO FIKRA MUŞTEREK

SERNIVÎSA KOVARA KELHAAMED

 

Di dîroka Îslamê de Kurdan jî her wekî qewmên birayê xwe yên din yên Musluman, wek Tirk, ‘Ereb û Farisan (‘Enasirên Îslamî) bi hemî hebûna xwe xizmet ji dînê Îslamê re kirine. Wek ‘uzwekî bedena ummetê xebatên girîng û mezin pêk anine. Çimkî meqsed, muhafezekirina yekîtiya ummetê bû. Zimanê xwe dernexistin pêş û bi zimanê xwe berhem çênekirin. Zimanê ‘Erebî, zimanê yekîtiya Muslumana, zimanê ‘ilmê û zimanê dînê Îslamê bû. Kurdan jî bi vî zimanî berhemên gelek girîng û bi qîmet anîn wicûdê. Hetta di wan dewran de Tirk û Farisan jî di hinik deman de zimanê ‘Erebî kiribûn zimanê fermî. Çimkî a muhîm heqîqet û însaniyeta mezin bû, yanî zexmkirina yekîtiya Îslamiyetê bû, ne derxistina qewmiyetê bi pêşve bû. Di wan dewran de qewmên ğeyrî Îslamî jî ziman û qewmiyeta xwe dernedixistin pêş, dînê xwe derdixistin pêş.

Îdî di roja me de wesîleyên zexmkirin û qewînkirinê guherîne. Ji bo zeximkirin û pêşveçûna însaniyeta kubra (Îslamiyet) hinik wesîlên nû lazim in. Qewmên Musluman ji bo ku ummetê zexm bikin lazim e ewil xwe zexm bikin. Çimkî qewmên Musluman ji hev ketine, biçûk bûne û ze’îf ketine. Zexmbûna qewmên Musluman jî bi perwerdeyî, ‘ilm û me’rîfetê çêdibe. Di vê meselê de ziman jî bûye wezîfekî eslî. Heta ku her qewmê Musluman bi zimanê xwe nexwîne û nenivîse ji cahiltiyê xelas nabe. Meqsed ev e ku bi her zimanî heqîqet were îzahkirin, Îslam were gotin. Her qewm bi zimanê xwe, bi hiss û bîra xwe Îslamê hîn bike û bêje.

Hîss û fikr û milliyeta me ya muşterek ku dînê Îslamê ye, dînê Îslamê jî heqîqet û însaniyeta kubra ye, bi çend zimana were gotin û belavkirin hewqas bêtir wê qewet bistîne, tereftar wê bêtir bibin. Bi vê me’nê dema em bifikirin lazim e ku qewmên Musluman di perwerdeyiya ziman de alîkariya hevdû bikin. Lê mixabin Tirk û Faris û ‘Ereb di vê xalê de hem bi hev re gengeşiyê dikin, ku ji destê wan tê dibin mani’ên hev, hetta hevdû tehqîr dikin. Û ji xwe nahêlin ku birayên wanî Kurd di perwedeyiya zimanê xwe de pêş ve herin. Hal ew e; yek ji ‘enasirê Îslamî dema paşbikeve, ze’îf bikeve yan biçûk bibe bandora menfi li ser ê din jî çêdibe. Di Kurdayetî û perwerdeyiya zimanê Kurdî de pêşveçûna Kurdan jî di ‘eynî weqtê de pêşveçûna hemî qewmên Îslamê ye. Qewmekî Musluman ku bixwaze di dinyayê de pêşve here bira di meselên ziman û qewmî de alîkarî qewmê birayê xwe bike, bira bi wan re muxalefet neke.

Meqsed ji hînkirina ziman ne hînkirina zimanê rût bi tenê ye. Hînkirina kelîmeyên kevn û nû, îstîlahên dewra cahiliyê, bîr û baweriya beriya Îslamê, nûkirina dînê kevn, dînê mensûx, bicankirina ‘urf û ‘adetên cahilî, nûkirina şirk û pûtperestiyê… û herwekî dî. Bira kes şaş fêm neke. Hînkirina ziman gerek ji Îslamê re, ji yekîtiya ummetê re xizmetê bike. Çimkî medeniyeta erdnigariya ku îro qewmên Îslamî li serê dijîn Îslam e. Van qewman çiqas Îslamê bijîn hewqas dibin medenî, çiqas ji Îslamê dûr bikevin hewqas ji medeniyetê dûr dikevin.

Dêmek hînkirina ziman ji me re ne bi meqseda ku Fransızan derxistiye, ne qewmiyetperestî û bihevketina qewman e. Bes ji bo mudafe’e û muhafeza fikra müşterek e, ji bo Îslamê ye. Yan na, her wekî em dibînin, dibe sebebê feca’et û felaketên gelek mezin.


Ê Berê Di Qandîla Beraatê de Misliman berê xwe dan mizgeftan
Ê Li Pey Li Kurdistana Iraqê “Bernameya Naskirin û Hezkirina Hz. Muhammed” hat tertîpkirin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.