Mekteb û Dibistan

Mekteb û Dibistan

Zarok û ciwanên ezîz û delal!

Niha mekteb û dibistan jî dest pêkirine. Lazime em ji niha de li dersê xwe bixebitin, li miellim û xoceyên xwe guhdar bikin, di dersên xwe de jêhatî bin. Lewra Xweda ji kesê jêhatî û xebatkar hez dike, ji cehd û ğeyretê hez dike. Ji lew emê bixebitin, dilê dê û bavê xwe xweş bikin, jêhatî bin, ne tembel û tiral û keslandî bin. Da ku Xweda jî ji me hez bike.

Em hem li dersê xwe dişuxulin, hem jî çûna dersa Qur’anê û kirina nimêja xwe jî dewam dikin. Çimkî bê Qur’an û limêj nabe. Dîsa em heyata pêxemberê xwe hz. Mûhemmed (selama Xweda li ser wî û ehlê beyta wî be) û heyata sehabên wî jî dixwînin. Lewra kesê pêxemberê xwe nas neke, çi qîmeta wî li ba Xweda heye? Pêxemberê me rehberê meye.

Belê we hineka bêrîya çûna ser rez û mehsera kiriye. Ez zanim dilê we pir diçe, dims û bastêqê, kesme û benîya, mewîj û aqîdê. Min berrû û teew û guhîjên we jibîr nekiriye. Berrûyan têxin bin axê, hûnê zivistanê derxin û li ser agir sor bikin û bixun. Hûnê guhîjên xwe li mal û mektebê bixun, lê dendikên xwe navêjin derûdor. Çimkî em derûdora xwe gemmarî bikin, ne lîyaqî meye. Hewceye misluman derûdora xwe paqij bihêle. Lêwra pêxemberê me dibêje “paqijî ji îmanêye”

Bastêq û bennîyên ku zivistanê li ber soba germ tê xwarin jî pir xweş e. Bennîyên we bi guzin ne wisa? Bi berrû û bihîv bin jî xweşin. Ger hûn çûn nav baxçe û avîyan, bi rewtên dirêj gûzên xwe dawşînin. Belê ên mayîn hûn dikarin ufara wan bikin. Ka hela ji we kî pira berhev dike? Bîhokên payîzê jî gelekî xweşin. Hûn dikarin ji wan rîçalê jî çêkin. Min hinar jî jibîr nekiriye. Hebhebîye, sor û şêrîne, tirş û meyxoşe. Şîfa û noşîcan be. Derek we pê neêşe.


Ê Berê Bi gulan hatin vexwandin bernameya Muhabbeta Muhammedî
Ê Li Pey Zarokên ku beşdarî bernamê bûn hest û ramanên xwe anîn zimên

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.