Bi sedhezaran Evîndarên Pêxember ji bo muhabbeta Muhammedî xwe berdan qadê

Bi sedhezaran Evîndarên Pêxember ji bo muhabbeta Muhammedî xwe berdan qadê

Bernameya “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” bi beşdarûna bi sed hezaran evîndarên Pêxember bi coşeke mezin hat tertîpkirin.

Bernameya “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” ya bi mijara “Hz. Muhammedê Rêberê Edalet û Exlaqê” ya ku ji teref Koordînatorîya Bajêra Diyarbekirê ya Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Qada Mîtîngê ya Newrozê dihat tertîpkirin bi beşdarbûneke zêde dest pê kir. Ji beranmê re eleqeyeke mezin hat nîşandan.

Berîya bernamê nimêja nîvro bi cemaat hat kirin û di seat 13.00an de bername bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir. Piştî tîlaweta Qur’ana Kerîm bênavber selewat û tekbîr hatin anîn û dû re mewlûd hat xwendin.

Ji çar parçeyên Kurdistanê û ji gelek welatan alim, rsîpîx, siyasetmedar û temsîlkarên komeleyan beşdarî bernamê bûn.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam dema ku hat qada mîtîngê silav da mêvanên ku ji derve hatibûn û yek bi yek pirsa wan kir.

Di berdewama bernamê de îlahî hatin vegotin û axavtin hatin kirin.

Mela Muhammed Beşîr Varolê endamên Yekîtîya Medrese û Aliman di bernameya dîrokî de axavtinek kir. Mela Beşîr di axavtina xwe de balan kişand li ser rêya rizgarî û xelasîyê.

Mela Muhammed di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir, ji mahlûqat re îtaata ku tê kirin ji Xaliq re bêîtaatî ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Temamê pêxemberan mucadeleya heq û edaletê dane û di vê oxirê de ezîyet û zehmetî kişandine. Însanetî kengî di  pey pêxemberan de çûbûn gihaştine hedef û armancên xwe.”

 “Xelasîya dinya û axretê La Îlaha Îllallah Muhammed Resûlullah e”

Varol di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser dijmintîya ku ji teref emperyalîst û siyonîstanm ve li hember Îslamê tê kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê Misliman ji hevdû hez bikin. Xweda bi vî awayî xîtabî Pêxemberî kiriye: ‘ Tu li hember însanan bi rehm î. Ger tu li hember însanan hişk û tund bî ew ê însan ji derdora te belav bibin.’ Ji ber vê yekê divê em dest bidin hevdû. Em birayên hev in. Xweda em ji bo hevdû xuliqandîye. Xweda temamê Mislimanan ji hev re kiriye bira.  Ji ber vê yekê divê me ji hevdû hez bikin, li hember hev ne bi şiddet bin. Dema ku em berê yekwucid bûn me li dinyayê hukum dikir.  Di naveyna dijminên Îslamê de şerên mezheban hebû, ew zelîl bûn.  Ew nexweşîya di nav xwe de avêtin nav me.  Di Herba Cîhanê ya Yekemîn de li Ewrûpayê ji ber nîjadperestî û mezhebperestîyê  30 milyon însan hatin kuştin.  Ew fam kirin ku ev yek xelet e. Ew bûn yek û nexweşîya xwe avêtin na me.  Ewrûpa qetîyen  başî û qencîya însanetîyê naxwaze.  Ger rêyeke baş bana ew ê daba pey.  Ji ber vê yekê ew dixwazin em hev bikujin û bibin êsîrê wan.  Ew dixwazin em bi nîjadperestî û mezhebperestîyê hevdû parçe bikin.  Ji ber vê yekê vê rêyê dan ber me. Ger em bidin li pey pêxemberê heq û edaletê û ger em bibin yek em nabin xurekê wan. Yanî ew ê nikaribin me. Em ê bi vî awayî bigihijin azadî û heqên xwe, em li dinyayê bibin ezîz û em ê li axretê jî azîz bibin.  Ey însanên bi şefqet! Rê ev e.  Ji qewmê xwe re û ji însanetîyê re dijmintî nekin.  Însanên xwe teslîmî dijminan nekin. Xelasîya dinya û axretê La Îlaha Îllallah Muhammed Resûlullah e.”(ÎLKHA)

Mehmet Goktaşê Serokê Rûmetî yê Weqfa Evîndarên Pêxember  di bernamecya ku hat tertîpkirin de axavtinek kir û di axavtina xwe de balan kişand li ser hezkirin û muhabbeta Hz. Muhammed û dîndarî û edaletê.

 “Ev muhabbet muhabbeteke mezin e”

Goktaş di axavtina xwe ya ku kir de balan kişand li ser edaleta Resûlê Xwedê û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “ Em wezîfedar in ku edaleta Resûlê Xwedê bibin mehkeme,dadgeh, kolan, sikak û ew cihên ku lê ticaret tê kirin.  Ey dinya! An ew ê tu rêbertîya Muhammed qebûl bikî an jî ew ê tu di bin zilmê de binalî. Ev qelebalixa ku niha hûn dibînin ez belesebeb pesna wî nadim. Ey dinya, ma tu zen dikî, ev qîzên ku li vê derê bes alan dihajînin. Ev doz û dawa bi tena serê xwe mezin nebû.  Di pey vê dozê de şehîd û şehadet heye.  Di pey vê dozê de muhacerat heye, terkkirina dê û bav heye, îcazet heye, bi sedan alim, seyda û xoce hene. Ev yek ji ber xwe ve derneketiye holê.  Bi izna Xwedê ew ê ev wezîfe belavî her derî bibe.  Qeraxên Ege û Marmarayê, Mêrsîn, Stenbol  bi vê edalet û muhabbetê hejîya. Ev ne bernameyeke wisa ye ku bes di meha nîsanê de bê kirin.  Berî ku em werin vê derê me bi milyaran selewat bi însanan da anîn.  Bi sed hezaran zarokên me  heyata Resûlê Xwedê xwendin û beşdarî pêşbirkê bûn.  Ev yek hewadîseke ji rêzê nîne.  Ev muhabbet muhabbeteke mezin û her ku diçe mezintir dibe.  Enflasyon, hilbijartin bi kû ve diçin bila biçin. Ez dawîya vê qelebalixê nabînim. Niha bi qasî ku Pêxemberê me mizgîn daye me; Li ser rûyê erdê melek hene. Ew melek wê dera ku lê Xweda tê zikirkirin dorpêç dikin. Xwezî li we ku hûn ji teref melekan ve hatine dorpêçkirin.  We bi seatan tekbîr û selewatan anî. Berambera vê yekê, berambera hezkirina Hz. Muhammed zen nekin ku hindik e.  Ew ê Rebbê me berambera vê yekê li axretê bide. Lê belê ew ê Xweda evîndarên Pêxember û hezkirîyên Pêxember bike siltanên dinyayê.”

“Dîndarîya xwe ji Xwedê re û edaleta xwe jî ji me re nîşan bidin”

Goktaş di dawîya axavtina xwede bang li wan birêvebir, hakim, ticar, serokên dewletan û walîyan ên dîndar kir û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Em bi dilekî safî hinek tawsîyeyan li birayên xwe dikin. Ji kî re?  Hûn li ser navê dîn û dîndarîyê hatin hinek meqaman. Ger tiştên baş hatibin kirin hebin em ê van tiştæn teqdîr bikin.  Lê li hinek deran karên nebaş jî tên kirin. Ey ew birêvebir, hakim, ticar, serokên dewletan û walîyên dîndar!  Însan ji we re dibêjin, dîndarîya xwe ji Xwedê re û edaleta xwe jî ji me re nîşan bidin.”(ÎLKHA)

 


Ê Berê “Ev bername nîşanî me dide ku yekîtîya Îslamê dikare bê tesîskirin”
Ê Li Pey Xwarinên ji bo Zivistanê

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.