“Meseleya Kurd divê muheqqeq bê çareserkirin”

“Meseleya Kurd divê muheqqeq bê çareserkirin”

Cigîrê Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu destnîşan kir “Ger bi rastî jî Tirkîye dixwaze ji bin tesîra Amerîka û dewletên emperyal xelas bibe û di warên siyasî û aborîyê xweser bibe divê meseleya Kurd çareser bike.”

Zekerîya Yapiciogluyê  Cigîrê Serokê Giştî yê HUDA PARê  ji televîzyona Kurdistan 24 re axivî. Yapicioglu di bernameya ku beşdarî bû de  destnîşan kir “Ger bi rastî jî dixwaze ji bin tesîra Amerîka û dewletên emperyal xelas bibe û di warên siyasî û aborîyê xweser bibe divê meseleya Kurd çareser  bike. Ger meseleya Kurd neyê çareserkirin Tirkîye nikare  bigihije cihê ku ew dixwaze bigihîyê.”

 “Vekirina nûnertîyê dê bibe wesîle ku pêwendîyên me bi hêztir bibin”

Yapicioglu di axavtina xwe de diyar kir ew di bergeha ziyaretên xwe de çûne hevdîtina Serokwezîrê berê yê Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Roja ku em hatin vekirina nûnertîyê em çûn ziyareta Serok Barzanî.  Me xwest ku pêwendîyên me bi hêz bibin û pêşve biçin.  Ji xwe armanca me ya vekirina vê nûnertîyê ev bû. Di hevdîtina ku hat kirin de me dîti ku gelek fikr û ramanên me wek hev in.  Înşallah ew ê ev hevdîtinên me berdewam bikin.  Em ê derbarê mijarên mîna meseleya Kurd, pêwendîyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkîyê de, pêwendîyên di navbera partîyên li bakûr û başûr  û pêwendîyên sazîyan de hevdîtinan bikin.”

Yapicioglu di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew dixwazin ku pêwendîyên xwe yên bi partîyên li herêma Kurdistanê, hikûmet û serokatîya Kurdistanê û her wisa bi gelê Kurdistanê re pêşve bibin, em dixwazin pêwendîyên me baş bibin. Em dixwazin vê peyamê bidin xelkê: ji bo xizmetê em girîngîyê didin van pêwendîyan. Vekirina nûnertîyê dê bibe wesîle ku pêwendîyên me bi hêztir bibin

 “Di warê gotina derewan û xapandinê de tu kes bi wan nikare”

Yapicioglu di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir PKK/HDP derheqê partîya wan de agahîyên derew parve dikin û di warê gotina derewan û xapandinê de tu kes bi wan nikare. Yapicioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di warê gotina derewan û xapandinê de tu kes bi wan nikare. Bi salan heman tiştî kirin û ew ê bikin jî.  Di 6-8ê Cotmehê de êrîşî sazîyên me kirin û 25 avahîyên me yên teşkîlatê şewitandin. Birayên me şehîd kirin. Êrîşî me kirin lê belê dema ku dor hat xeberdanê  hewl dan me wek êrîşkar û xwe jî wek kesên mezlûm ango êrîş lê hatiye kirin nîşan bidin. Bi rastî di vî warî de em çi bikin û çi bibêjin em nikarin ji heqî wan derkevin.  Me çend caran got ku em partîyeke siyasî ne. Hêza me ya çekdar tune ye. Lê belê ji ber ku li Kurdistana Tirkîyê ji bilî xwe tu kesê din naxwazin û tahammûla wan ji wan re tune ye destnîşan kirin ‘ An werin bikevin bin fermana me û bi me re hereket bikin an jî hûn li ser navê dewletê hereket dikin.’ Ger ev mijar bê taqîbkirn ew ê hemû tişt bi şikleke eşkere bê dîtin, lewra hemû tişt li ber çavan e, kî çi dike ew jî diyar e.”

 “Gotin em ê tê nekin serok û kar xera bû”

Yapicioglu di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Em partîyeke Îslamî ne û di rêziknameya partîya me de çend mijarên sereke hene ku ji van yek jî meseleye Kurd e.” Yapicioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew kesên ku li ser navê siyaseta Kurd xeber didin hatin asteke wisa ku dibêjin êdî meseleya Kurd nemaye û meseleya ku heye meseleya demokratîkbûna Tirkîyê ye. AK Partî bi xwe jî ji çareserkirina meseleya Kurd dûr ke.  Hetta dibêje ku li Tirkîye meseleyeke bi vî awayî tune ye.  Dibêje ku; problemên welatîyên me yên Kurd heye lê ji hêla din ve jî dibêje ku meseleya Kurd bi xwe tune ye.  Binavkirina meselê bi xwe jî qebûl nakin. Çima hat vê astê? Biya min ji damezrandina Komareya Tirkîyê ango sala 1923yan bigirin heta sala 2015an hebûna Kurdan hat înkakirin.  Serokomar Erdogan di sala 2005an de  wê demê serokwezîr bû destnîşan kir  problemeke wisa heye û ew ê vê yekê çareser bikin.  Di vî  warî de hinek gav hatin avêtin. Ev yek jî fersendeke mezin bû. Lê belê ev yek jî heder bû.  Gelek sedemên vê yekê jî hebûn. Em van mijaran ji AK Partîyê re dibêjin û vê vegotina xwe bidomînin.  Biya min mesele wisa bû; ew dixwastin ku bi dil û can meselê çareser bikin. Lê belê pêvajo xera bû.  Sedemeke vê yekê jî hebû. Piştî ku pêvajo xera bû  re ku ez nizanim bi daxwaz û eqlê kî xera bû lê belê HDP vekişîya xaleke din û got ‘em ê te nekin serok.’ Dû re kar xera bûn.  AK Partî nêzî MHPê bû. Gotinên AK Partî guherîn.  AK Partî di vê pêvajoyê de zen kir ku ew hatiye xapandin, divê xwe nêzî MHPê bike, ger xwe nêzî wî neke ew ê îqtîdarê winda bike.”

“Ger meseleya Kurd neyê çareserkirin Tirkîye nikare bigihije hedefa xwe”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ““Ger bi rastî jî dixwaze ji bin tesîra Amerîka û dewletên emperyal xelas bibe û di warên siyasî û aborîyê xweser bibe divê meseleya Kurd çareser  bike. Ger meseleya Kurd neyê çareserkirin Tirkîye nikare  bigihije cihê ku ew dixwaze biçiyê.”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew bawer dike ku ew ê rojekê AK Partî û Erdogan vê heqîqetê bibînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew ê cardin vegerin li ser vê meselê da ku ev mesele bê çareserkirin.  Çareserkirina vê meselê mimkûn e, lê belê ji bo vê yekê çend şert û merc hene. Berîya her tiştî divê ev heqîqet bê dîtin. Piştî vê yekê divê îradeyeke bi qewet bê nîşandan. Cesaret û samîmîyet lazim e.  Divê çareserî siyasî û aştîyane be. Ev yek bi şer û çekan nabe. Bi şer problemên me nikarin bên çareserkirin.  Divê em rewşa welatên mîna Sûrîye û Lîbyayê bibînin.  Me ji wê şerê ku ev bû 50-60 sal ku berdewam dike çi xêr dît. Aştî û sûlh baş e. Em aştîyê pêşî ji bo Kurdan dixwazin.”

 “Bihêzkirina pêwendîyan li feydeya Tirkîye û Herêma Kurdistanê ye”

Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de balan kişand li ser pêşvebirina pêwendîyên di navbera Tirkîyê û Herêma Kurdistanê û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Tirkîye di wê pêvajoya referandûma ku li Kurdistanê hat kirin de  zimaneke pir xerab bi kar anî.Belê dibe ku di navbera her du hêlan de ticaret berdewam bike, dibe ku neft hêj bê îthalkirin. Lê belê ev yek wek berê nîne. Ango kêm kirin û dan zeîfkirin. Ez hêvî dikim ku Tirkîye cardin pêwendî, ticaret û biratîya xwe bi hêz bike.  Divê Tirkîye ev yek dîtibe. Bihêzkirina pêwendîyan li feydeya Tirkîye û Herêma Kurdistanê ye.”

ÎLKHA


Ê Berê ​Avrupa Yetîm Elî li Tirkîyê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne
Ê Li Pey Şivanên koçer rojîya xwe li ber pêz vekirin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.