Ji Qur’ana Mecîd Çend Pend û Şîret

Ji Qur’ana Mecîd Çend Pend û Şîret

(YA NEBÎ BÊJE-2)

 (Ya Nebî!) Bêje: Ey Xwedayê minê xwedîyê mulk. Tu kê bixwazî mulk didî wî. Tu kê jî bixwazî mulk ji wî distînî. Tu kê bixwazî ‘ezîz dikî. Tu kê bixwazî zelîl dikî. Temmamê xêr û qencîyan her bi destê te ne. Bêguman tu li ser her tiştî Qadir î. (Sûretê ‘Alî Îmaran: 26)

 (Ya Nebî!) Bêje: We divê hûn tiştê di dilê xwe de veşêrin weyaxud aşîkar bikin (ferq nîne bêgûman) Ellah Te‘ala ji wî hayîdar e. (Ji xwe) ew ji hemî tiştên erd û asimanan jî hayîdar e. (Lewra) Ellah Te‘ala Qadirê li ser her tiştî ye. (Sûretê ‘Alî Îmaran:31)

 (Ya Nebî!) Bêje eger ḥubba we ji Ellah Te‘ala re heye bibin tab‘ê min da ku Ellah Te‘ala jî ji we ḥes bike û gunehê we biẋefrîne. (Lewra şek nîne ku) Ellah Te‘ala Ẋefûr û Reḥîm e. (Sûretê ‘Alî Îmaran: 31)

 (Ya Nebî!) Bêje: Îta‘eta Ellah Te‘ala û Resûlê wî bikin. Eger ew (ji Xweda û Resûlê wî) rû bifetilîn (bila baş bizanibin ku) bêgûman Ellah Te‘ala ḥez ji kafiran nake. (Sûretê ‘Alî Îmaran: 32)

 (Ya Nebî!) Bêje: “Me bi Ellah Te‘ala, bi tiştê ku ji me re hatiye nazilkirin, bi tiştê ku ji Îbrahîm û Îsma’îl û İsḥaq û Yaqub û torinên wî re hatiye nazilkirin, bi tiştê ku ji teref Rebbê wan ve ji Mûsa û ‘İsa û (temmamê) pêyẋemberan re hatîye dayîn îman anîye.  Em hîç ema hîç (di warê nubuwetê de) ferqê naxin nabeyna wan. (Lewra) em bi tenê teslîmî Wî bûne. (Sûretê Alî ‘Îmaran: 84)

 (Ya Nebî!) Bêje: Sedeqellah. (Ellah Te‘ala her rast dibêje.) Madem (heqîqet) wiharenge îdî hûn jî wek ḥenîf bibin tabi‘ê milletê[1] Îbrahîm. Lewra ew ne ji muşrîkan bû. (Sûretê Alî ‘Îmaran: 95)

 (Ya Nebî!) Bêje: Ya ehlê kitêbê! Digel ku Ellah Te‘ala li ser hemî ‘emelên we şahid e jî gelo çima hûn ayetên Ellah Te‘ala derew didêrin. (Sûretê Alî ‘Îmaran: 98)

 (Ya Nebî!) Bêje: Ya ehlê kitêbê gelo çima hûn di riya Xweda de ji însanên bawermend re dibin mani’ û (hûn ẋeyret dikin ku hûn) riya Xweda xwar nîşan bidin. Ḥal ew e ku hûn bi xwe (di kitêbên li ber destê xwe de) şahidê vê rastîyê ne. (Bêgûman) Ellah Te‘ala ji kirinên we ẋafil nîne. (Sûretê Alî ‘Îmaran: 99)

 (Ya Nebî!) Ew (di derbarê mîrasa kesê miqerris de) fetwayê ji te dixwazin. (Tu ji wan re) bêje: Ellah Te‘ala di derbarê mîrasa kesê miqerris[2] de fetwayê wihareng dide we. Eger kesek bimre û weled li pêy nemînin bes xwenga wî hebit vêga nîvê mîrasê ê xwenga wî kesî ye. Eger xweng bimre û weled li pê nemînit îdî birayê wê (xwengê) warisê (para) wê ye. Eger du xwengê kesê miqerris hebin ji sêyeka mîrasa (birayê wan) dudu para wan e. Eger (jimara) xweng birayan zêdetir bin (di vî ḥalî) de para kurra du qatî (para) keça ye. Ji bo ku hûn xwe şaş nekin (û ji ‘edaletê dûr nekevin) Ellah Te‘ala (ayetên xwe wihareng) ji we re beyan dike. (Bêgûman) Ellah Te ‘ala bi her tiştî dizane. (Sûretê Nîsa: 176)

 (Ya Nebî!) Ji wan re bêje: Ya ehlê kitêbê. Gelo ma tenê ji bo ku em bi Ellah Te‘ala, bi tiştên ku ji me re hatiye nazilkirin û bi tiştên ku berya (nazilbûna vê kitêbê) hatine nazikirin îman tînin hûn ji me ḥes nakin. Ji xwe giranîya we ji fasiqa ne.  (Sûretê Maîde: 59)

  



[1] Peyva millet di vir de bi mana dîn e.

[2] Di vir de peyva miqerris di dewsa peyva kelale de hatiye bikaranîn. Wate: Miqerris ew e ku dimre û hem zarok hem jî dêw bav li pêy wî namînin.


Ê Berê DERDÊ BÊDERMAN FÎRAQ E
Ê Li Pey Avrupa Yetîm Elî li Nîjeryayê dest bi xebatên alîkarîyê kir

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.