"Ev helwesta zalimane ya birêvebirîya Siûd ne ya qebûlkirinê ye"

Di daxuyanîya ku ji teref ÎTTÎHADUL ULEMAyê ve hat belavkirin de ji qerara îdamkirinan re bertek hat nîşandan û wiha hat gotin: “Ev helwesta zalimane ya birêvebirîya Siûd a li hember aliman ne ya qebûlkirinê ye.”

Berî niha di çapemenîyê de derketibû holê ku ew ê rejîma Siûd 3 aliman îdam bike. Ji ber vê xebera ku hat bihîstin gelek kes ji Siûd re bertek nîşandan û hêj nîşandana bertekan berdewam dike.

ÎTTÎHADUL ULEMAyê Yekîtîya Alim û Medreseyan e jî derbarê  mijarê de daxuyanîyek belav kir û ji helwest û qerara Siûdî re bertek nîşan da.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin birêvebirîya Siûd amadehîyan dike ku 3 aliman îdam bike û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Di raporta ku derbarê lêpirsînên derheqê zêdetirî 100 alimên ku hatin girtin de hat kirin de derket holê ku Siûd nahêle ku ev alim bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin, ji xwe re parêzerekî bigirin. Hetta derket holê ku gelek zêde îşkence li van aliman tê kirin.”

Di berdewama daxuyanîyê de ji Siûd re bertek hat nîşandan û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Ev helwesta zalimane ya birêvebirîya Siûd a li hember aliman ne ya qebûlkirinê ye.”

Di dawîya daxuyanîyê de bang li welatên Îslamê hat kirin da ku pêşîya van îdamkirinan bê girtin.(ÎLKHA)


Ê Berê Ji Cemîyeta Mustazafan banga Qudsê
Ê Li Pey Ji ser qetilkirina Muhammed Şerîf û Abdulcelîl 4 sal derbas bûn

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.