Mela Ehmedê NALBEND
Ev kevn e dinya bê beqa
Êkî dewam jîn lê nema
Warê ğirûr û ehmeqa
Têda kesek dil hîn nema
‘Alem hemî jê çûne der
Pir qehr û kûvan û keser
Ya-l ber me hemya ew sefer
Pawîz ket û havîn nema
Zêde nihû-d weqtê me da
Çaka ji rêzê xu veda
Çûn meqberê-l nav merqeda
Lew rahetîw teskîn nema
Ka murşidê rêka-b heqî
Wî kir wefat min dil peqî
Mejyê sera helya leqî
Sed ax Behauddîn nema
Sed ax bo vê qehr û ğemê
Çû murşidê vê ‘alemê
Kes nîne sebrê xu-b demê
Piştî kula rengîn nema
Ew kul ji bağê ewliya
Çûbû huzûra enbiya
Bû ğem li van deşt û çiya
Kes bê ğem û nalîn nema
Ğewsê zemanê ummetê
Ellahî bir ber rehmetê
Nav enbiya û cennete
Nûrha li weqt û hîn nema
Ew nûr hebû-l dîn û dunya
Faydê mûtî’ û dujmina
Qendîl û şewqa mumina
Xelkê dil û texmîn nema
Ew Şêx Behauddînê bû
Der ta’et û temkînê bû
Babê kesê miskinê bû
Hemd bo Xudê bê-şwîn ma
Ev ro-l cihî mes’ûdê ma
Palê riya me’bûdê ma
Ehlê selah û cûdê ma
Teyare bê benzînê ma
Bo vê riya heq pale ye
L-ser ‘alemê teyyare ye
Şewqa terîqê bo heye
Wî-l dil çu kerb û kîn nema
Çak kêm hene zehf in xerab
Dinya li ser me bû ‘ezab
Me-d gel Xudê nabin çu cab
Şewq û rewaca dîn nema
Ğalib me da dînê xu pişt
Hetka me çû ‘ara me rişt
Dil sût û qelya û birişt
Êkî şeref şermîn nema
Fikrên xeşîm û munkira
Înkar kirin nûr û çira
Ma ez çi bêjim ey bira
Êdî kesê sebrîn nema
Xelkê nema rehma dilî
Îlla ‘înadew jêk silî
Lew zêde bû mêlak kulî
Fikrê kesê miskîn nema
Weqtê ku şêxî kir wefat
Xuşya me çû îqbal nehat
Şeytanê her se’yû xebat
‘Umrê me bê nifrînê ma
Ev hinde qewm û nahiye
Çû-j nav me ev ronahiye
Ka fikre dil xuşek kiye
Êkê geş û şewqîn nema
Şêx çû-l me rabû fertene
Hat ser cihî ev barrene
Ğalib niho rê berzene
Ehlê ‘eqil keyfîn nema
Şêx paleê dînê me bû
Dinya me jî-b wî zêde bû
Ev ro li pêş meberze bû
Neqqaşê neqşê çîn nema
Kit kit niyas û taliba
Got wey xuzî roja me ba
Û ğeyrî wan jî ğaliba
Bê naliyû axîn nema
Ev ro murîd û têkela
‘Umrê hema qehr û bela
Got em çi mayne mubtela
Ku ew durra nûrîn nema
Şola Xudê her çaki ye
Mes’ûd li-şwîna şêxi ye
Î’lanke Ehmed ew çi ye
Ew bû kesê kerbîn nema
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.