ÇEMÊ ŞEYDA

ÇEMÊ ŞEYDA

Li Ber Lêva Çemê Muksê Tehsîn Îbrahîm DOSKÎ

 

Çima her dem bi hawar û fîğanî

Diyar e keftiyê derdê dilanî?

 

Ji hicrê tû bi sermestî didey rê

We ye sewdayê tîrê reş kevanî?

 

Dinalî tû ji dest tîra qezayê

Perişanî li bin pêla ğemanî?

 

Dilê te jî ji te dûrkeftiye lew

Wekî min bûye qeysê vî zemanî?

 

Bi tenha tû didey ber xo evê rê

Hemî gava li bin barê giranî

 

Tu napirsî li hevkûyfê ğema xo

Çima tû qey bi derdê me nezanî

 

Ne dilşad û xudan keyf û ken im ez

Li ber lêva te gerçi gulşen im ez

 

Li ber lêva te wek teyra dixwînim

Li ser pêla mirada xo diçînim

 

Ji tevnê derd û kovana dilê jar

Hero sed ah û nala e-dvehînim

 

Dinexşînim li ser belgê biharê

Di gel ava çemê şeyda dişinim

 

Bibore çeng meyê maye di telhê

Qeder bû fîrqetê wek te bibinim

 

Ji cama dûri yû hecrê bi noşim

Bi geryêm li dilê xo…w qet nebinim

 

Çi warê lê biçim bê dil bidim rê

Lewa ser mestim û şeyda wû dînim

 

Me tali’ yê reş e w bê rewşen im ez

Li ber lêva te ger çi gulşen im ez

 

Tu guhdarê newaya vî dilî bûy

Me tevnek nê li ber çavê te rist bû

 

Li êvara jiyê min careka dî

Te nûykirve li min xewna berê…bo?

 

Dema min hîvî wek pêla te dijwar

Mixabin ew di avê da hemî çû!

 

Hemî bûne xeyal û xweneka dûyr

Berê xo-bdê me ğem bûn çar sed û dû

 

Te jî êdî nema awaz di êtin

Weya pêla te ranaket serê xo

 

Gula her dem geşa pêr û dûhî bûyn

Çima îro nema ye reng û hem rû

 

Ne dilşad û xudan keyf û ken im ez

Li ber lêva te ger çi gulşen im ez


Ê Berê Yekîtîya Alimên Misliman ên Cîhanê: Quds û Mescîda Eqsayê biparêzin
Ê Li Pey Ji bo zarokên Yemenî banga alîkarîya nan

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.