Kuştina plankirî ya Şehîd Muhammed Mursî

Kuştina plankirî ya Şehîd Muhammed Mursî

Şehîd Muhammed Mursîyê ku serokkomarê hilbijartî yê Misirê bû bi şikleke plankirî ji teref darbekeran ve hat şehîdkirin.

Piştî ku Muhammed Mursî di niştinê de şehîd bû re di çapemenîya terefdarê  darbê de bernameyeke bi mijara “mirina ji nişka ve” hat tertîpkirin û hat xwestin ku şehîdbûna Mursî bê berewajîkirin; lê belê geşedanên ku rû dabûn û dan kuştina Şehîd Muhammed Mursî ya plankirî da ber çavan.

Problemên tenduristîyê yên Şehîd Muhammed Mursî û zextên ku li hember wî dihatin kirin dîrok bi dîrok wisa ne:

7ê Tebaxa sala 2015an

Mursî: Di 22yê Tîrmehê îdareya girtîgehê ji min re xwarin anî, ger min ew xwarin xwaribana ez ê miribana.

Adara 2017an

Parlementoya Îngîltereyê: Bi Mursî re nexweşîya kezeb, tansîyon, şekir û girçikê heye ku ev nexweşî dikarin bibin sedema mirina Mursî.

6ê Gûlana sala 2017an

Mursî ji malbata xwe re got: Heyata min di tehlûkê de ye.

13ê Mijdara sala 2017an

Mursî li mehkemê wisa got: Di warê  jiyan û sihhetê de problemên min ên cîddî hene.

19ê Mijdara sala 2019an

Mursî ji mehkemê teleb kir ku ew bi derfetên xwe bi xwe bê dermankirin.

29ê Mijdara sala 2017an

Mursî destnîşan kir, ew qerarên ku ji teref heyeta mehkemê ve di warê sihheta wî de hatine girtin ji teref îdareya girtîgehê ve nayên bicîanîn.

20ê Sibata sala 2018an

Mursî dema ku hat anîn mehkemê destnîşa kir nexweşîyên wî lê zêde dikin ku divê bi şikleke lez mudaxele li nexweşîyên wî bê kirin.

4ê Gûlana sala 2018an

Mursî li salona mehkemê destnîşan kir, niha çavê min ê çepê nabîne.

7ê Gûlana sala 2019an

Mursî li salona mehkemê got:  Sihheta min qet nebaş e, ez li ber mirinê me.

17ê Hezîrana sala 2019an

Şehîd Muhammed Mursîyê ku bi rayên xelkê bû Serokomar bi şikleke plankirî û qestî li ber çavên xelkê li salona mehkemê şehîd bû.(ÎLKHA)


Ê Berê CANÊ CANA
Ê Li Pey Li Hember Milletê Kurd Wezîfa Însanî

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.