Li Hember Milletê Kurd Wezîfa Însanî

Li Hember Milletê Kurd Wezîfa Însanî

Sernivîsa Kovara Banga Heq Ji KELHAAMED

Mesela me mesela heq û ‘daletê ye, mesela hebûn û tenebûnê ye. Ji bona hebûn û bi serketina di seha heyatê de temamê însaniyetê mesûle ji mezlûmiyeta mezlûman û pêkanîna huqûqên wan. Lazim e ji du aliyan ve em li vê meselê binerin. Yek jê wezîfa ğeyrî Kurdan li hember Kurdan. A duduyan wezfa Kurdan li hember Kurdan.

Ji bona her milletî li hember milletê din wezîfeyên wî hene. Berî her tiştî Rebbê ‘alemê di însaniyetê de hemî milletan kiriye bira. Her kes ji Adem û Hewwa ne, Adem jî ji axê ye. Rebbê ‘alemê dibêje; “ey gelî însanan min hûn gerrandiye millet û qebîle ji bo ku hûn hevdû nasbikin.” Yanî ne ji bo ku hinik ji we hinikan bikûjin, yan înkar bikin yan qebûl nekin yan tecawuzî heqê hev bikin. Huqûqê vê biratiyê ne ê biratiya Îslamê ne. Xweda di vir de gazî însanan hemiyan dike, ne muminan bi tenê. Yanî dibêje ew heqê ku hinik ji we ji xwe re dixwazin ji ê din re jî bixwazin.

Di serê wan heqan de ziman tê.

Romanvanê meşhûr ê Kirgiz Cengiz Aytmatov di axaftineke xwe de wiha dibêje: “Dema ku zimanê milletkî bimre gerek em qebûlbikin kû îdî ew millet tuneye.” Profesorekî edebiyata Tirkî jî wiha dibêje di nivîseke xwe de: “Ew kes û milletên ku bi zimanê xwe ne nivîsin û perwerde nebin û xeber nedin têkiliyên wan bi seha hebûnê re (ne bi zanebûn e) ezbere ye. Ji ber vî qasî ew tu carî pêş ve naçin û nabin xwedî esalet.”

Di dîrokê de kesê ku xwestine qewmekî winda bikin zimanê wan li wan qedeğe kirine. Dujminên mutecawiz, Quwweta ziman û xeberdanê her daîm ji bo xwe sîleheke gelek mezin û talûketir dîtine.

Ew çax Tirk û ‘Erb û Faris bê çewa ji xwe re pêşveçûn û esaletê dixwazin, gerek ji milletê Kurd re jî bixwazin. Eger viya nekin jî gerek nebin mani’ê pêşveçûn û xwedîesaletiya Kurdan. Evêya wezîfeyek însani ye ji bona hemî qewman. Lê di nav van qewman de taybetiya kesên Musluman heye. wezîfe ye ji bona Muslumanên Tirk û ‘Ereb û Faris ku xebat bikin ji bona qewmê Kurd bi zimanê xwe bi axive, perwerde bibe û tekililyên civakî çêbike. Çimkî qewmê Kurd yek ji ‘azayê ummetê ye, bê wan ummet temam nabe.

Xwedîderketina li vê meselê em li bende dewletan nahêlin. Dewletên ku di nav xelkên Musluman de hatine damezirandin serok û karbidestên wan tev di bin tesîra emperyalîzma dinyayê de ne. Bes xelkên van dewletan jî ne mecbur in di meselên heq û ‘edaletê de bi temamî xwe teslîmî dewletên xwe bikin. Çi ferd çi sazî, partiyên siyasî, sazûmanên medenî, çi muslim çi ğeyrîmuslim her kes û saziyên ku di bernama wan de xwedî derketina li heq û ‘edaletê heye, yan jî ji neheqîyê ne razîne, ji mesela Kurd û Kurdayetîyê û ji pirsgirêkên vê meselê mesûl in.

Bê çewa mesela Qudsê ne a ‘Ereban û Filîstîniyan tenê ye, a temamê muslumanên dinyayê ye, mesela Kurd û Kurdistanê jî ne a Kurdan bi tenê ye, a temamê Muslumana ye.


Ê Berê Kuştina plankirî ya Şehîd Muhammed Mursî
Ê Li Pey Qetlîma Sûsa: Êşa ku ev 27 sal e nayê jibîrkirin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.