Mizgeft bi zarokan şên bûn

Mizgeft bi zarokan şên bûn

Li Mêrdînê piştî ku mekteb tatîl bûn re zarokan berê xwe dan mizgeftên li bajêr.Zarok li camîyan ji alîyekî ve Qur’ana Kerîm hîn dibin û ji alîyê din ve kêfxweşîya hatina li camîyan dijîn.

Ji teref Serokatîya Karên Diyanetê ve îsal bi dirûşmeya “Bila Mizgeftên me bi zarokan tije bibin û exlaqê wan bibe Qur’an” qursên Qur’anê hatin destpêkirin.

Li camîyên ku lê qursên Qur’anê hatin vekirin zarok him Qur’ana Kerîm hîn dibin û him jî dersên siyerê, ilmên Îslamî fêr dibin.

Zarokên ku tên camîyê ji ber ku dersa Qur’anê û ilmên Îslamî distînin kêfxwe in. Zarokên ku derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivîn hest û ramanên xwe wisa anîn zimên:

Oyku Yagmur Kasirga(8):  Ji ber ku ez Qur’ana Kerîm hîn dibin gelek zêde kêfxweş û bextewar im. Em gelek zêde ji camîyê hez dikin. Him Qur’ana Kerîm hîn dibin û him jî dersên ilmên Îslamî distînin. Xoceyên me kirina nimêjê, girtina destnimêjê hînî me dikin.

Berat Bekîn(10): Em di vê betlaneyê de tên camîyê. Em li camîyê tiştên xweş hîn dibin. Em hatin vê derê da ku Xweda û pêxemberê Wî hîn bibin. Em gelek zêde ji camîyê hez dikin.”

Yakup Bekîn(9):  Em ê li camîyê Qur’ana Kerîm û jiyana Hz. Muhammed hîn bibin. Em ji hevalên xwe re tewsîye dikim da ku werin camîyê.

Hacîr Şamîlê Iraqî(11):  Em li vê derê him Qur’anê hîn dibin û him jî kêfa xwe mêze dikin. Ez gelek zêde ji camîyê  hez dikim.(ÎLKHA)


Ê Berê Qetlîma Sûsa: Êşa ku ev 27 sal e nayê jibîrkirin
Ê Li Pey “Ew wesfê 'îsyankar' a ku ji bo Şêx Seîd tê gotin divê bê rakirin”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.