Mezlûmên Sîwasê li benda edaletê ne

Mezlûmên Sîwasê li benda edaletê ne

Îro 26emîn salvegera bûyerên Sîwasê ye… Qêrîna “edalet”ê ya wan mexdûrên ku bûn qurbana lîstika hêzên tarî hêj nayê bihîstin.

Berî vê 26 salan di bûyerên ku hêj nediyar e ji teref kîjan hêzên tarî ve hatiye tertîpkirin de 170 kes hatin binçavkirin û  ji van 124 kes hatin darizandin. Di encama darizandina ku hat kirin de ji 33 kesan re cezaya îdamê û ji 91 kesan re jî cezayên cûrbecûr hatin dayîn. Kesên ku mexdûrên van bûyeran in ev 26 sal in ku li benda edaletê ne.

Azîz Nesîn berî niha di daxuyanîya ku dabû de destnîşan kiribû “Dewra Qur’an qedîye” û biryar da ku kitêba bi navê “Ayetên Şeytên” a Selman Ruşdî di Rojnameya Aydinlikê bide weşandin. Piştî vê qerara xwe Azîz Nesîn di 2yê Tîrmeha sala 1993yan de hatibû Otela Madimakê ya Sîwasê û bûyer qewimîbûn.

Ji ber van îfadeyên ku pê hat xwestin xelk tahrîk bibe re xelk li ber Otela Madimakê kom bû û xwest ku vê helwesta Azîz Nesîn protesto bike û berteka xwe nîşan bide. Hinek provokatorên ku tevlî nav xelkê bûbûn otelê dan ber agir û xwestin ku berberîyê têxin nav xelkê.

Di encama bûyerên ku hatibûn plankirin de 157 kes hatin binçavkirin. Kesên ku otelê dan ber agir nehatin tespîtkirin; lê digel vê yekê ji bo li ser meselê bê girtin sûc hat avêtin stûyê wan kesên bêsûc û bêguneh ên ku wê rojê hatibûn binçavkirin û cezayên giran ji bo wan hat dayîn.

Ew kesên ku provokatortîyê kirin û xelkê Misliman tahrîk kirin ket nehatin rojevê û tu kesî qala sûcê wan nekir û xelkê dîndar ê Sîwasê sûcdarê vê bûyerê hat nîşandan.

Kesên ku mexdûrê van bûyeran in dixwazin dawî li vê zilma 26 salane bê anîn

Di vê bergehê de derheqê wan polês û cendirmeyên ku di wextê wê de mudaxeleyî bûyeran nekirin de tu lêpirsîn nehat destpêkirin.

Digel ku ji ser bûyaran 26 sal derbas bûbûn jî  ji wan kesên ku haya wan ji bûyeran tune bû û ew bi xwe jî ne li Sîwasê bûn re bi dehan sal cezayên hepsê hat dayîn.

Ev însanên ku hatin avêtin zindanan ev 26 sal in ku belesebeb di zindanan de tên girtin.

Ew kesên ku mexdûrên van bûyeran in û bi delîlên sexte û lihevanîn hatin cezakirin dixwazin ku dawî li vê zilma ku ev 26 sal in li wan tên kirin bê anîn. 

Telebên “darizandina ji nû ve” ya wan kesên ku ev 26 sal in belesebeb di girtîgehê de tên girtin her tim nehat xwestin bê dîtin.

Kesên ku hatin mexdûrkirin û nasên wan niha li benda tecellîkirina edaletê ne.(ÎLKHA)



: https://ku.ilkha.com/haber/16125/mezlmn-swas-li-benda-edalet-ne 


Ê Berê Heqê serjêkirina qurbanên bi wekalet hat daxuyandin
Ê Li Pey Êşa ku 26 sal in nadeyne: Qetlîama Başbaxlar

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.