Avrupa Yetîm Elî û IHO-EBRAR li Tanzanyayê goştê qurbanê belav kirin

Avrupa Yetîm Elî û IHO-EBRAR li Tanzanyayê goştê qurbanê belav kirin

Avrupa Yetîm Elî û IHO-EBRAR li Tanzanyaya welatê Afrîkayê ji bi hezarana malbatên feqîr re goştê qurbanê belav kirin.

Avrupa Yetîm Elî û IHO-EBRAR alîkarîyên qurbanan ên xêrxwazên li Ewrûpa û Tirkîyê li Tanzanyayê ji malbatên feqîr û jar re belav kirin.

Cahît Ataşê Koordînatorê Tanzanyayê yê Komaleya Avrupa Yetîm Elîyê derbarê xebatên alîkarîyê yên ku li Tanzanyayê tên kirin de destnîşan kir: “ Em li ser navê Avrupa Yetîm Elîyê hatin Tanzanyayê. Xebatên me yên qurbanên li ber xelasbûnê ne. Mal xêrxwazan ava be. Niyeta me ew e ku em ji 8 hezar malbatên feqîr re alîkarî bikin. Xebatên me li welatên din jî berdewam dikin.”

Sabahattîn Ugarê Koordînatorê Tanzanyayê yê IHO-EBRARê jî derbarê mijarê de diyar kir ew e ji 2 hezar malbatî re goştê qurbanan belav bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew ê piştî alîkarîya goşt em ê alîkarîya cil û bergan jî bikin. Gelek silavên êtîman ji vê derê ji bo xêrxwazan hene. Xweda ji we razî be û îda we jî tebrîk dikin. Însanên vê derê bi alîkarîya ku ji wan re hat kirin gelek kêfxweş bûn. Her tim li benda alîkarîya we ne.”(ÎLKHA)


Ê Berê Îda Qurbanê û şehîdên ku di Îda Qurbanê de canê xwe ji Xwedê re kirin Qurban
Ê Li Pey Li Diyarbekirê êrîşa hovane li mizgeftê hat kirin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.