JI WEŞANKARÊ KELHAAMED

JI WEŞANKARÊ KELHAAMED

Xwendevanên hêja!

 

الحمد لله رب العالمين والصلاة والسلام علي خير خلقه محمد وعلى اله و صحبه اجمعين

Xwendevanên hêja!

Xwedayê Te’ala kaînat bi ayetên xwe xemilandiye. Ayet yanî îşaret, yanî delîl, yanî mu’cîze, yanî xarîqul’ade. Yanî ê ku beşer nikare çêke yan bike, xassê bi Rebbê ‘Alemê ve ye. Ziman û zaravayên ziman û devokên ziman jî ayetên Wî ne, xarîqul’ade ne. Mesela çi ziman dibe bira bibe tu kes destpêka wî nizane. Bes Xwedayê Te’ala dibêje: “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”

Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên Xweda bi hev re cidal û şer nakin ziman jî bi hev re şer nakin, cîdalê nakin, de’wa meznantiyê li ser hev nakin, li kuştin û îmhakirina hevdû nagerin. Bi ‘eksa vê yekê alîkariya hev dikin, kelîme û gotina ji hev distînin û didin hev. Têkiliyên wan hewqas di nav hev de ne û zexm in ku ne mumkune merev wan ji hevdû biqetîne. Wek mûyê werîs li hevdû hatine badan. Tu mûyê werîs ji hev biqetînî werîs namîne; tu zimanan jî ji hev biqetînî tu ziman namînin. Bi vê têkiliya zexm xizmetê ji fehm û mêjî û ‘eql û têkiliyên dîroka qewman re dikin.

Dêmek Xaliqê kaînatê dixwaze însan, ku bûne qewm û qebîle û ‘eşîr û ziman ê wan ji hevdû cuda ye, wek zimanê xwe bi hev re alîkar bin. Dixwaze ev cudatî bibe wesîla têkiliyên zexm, bibe xizmetkarê heqîqeta muşterek ku ew jî wehya Îlahi ye. Dixwaze ku însan cudatiya zimanan bigerînin wesîla hevkariyê û yekîtiyê. Dixwaze ku di cudatiya ziman de alîkariya hevdû bikin da ku ruknên hevkariyê zexm bibin.

Ji ber vê heqîqetê sernivîsa me dibêje: Milliyet xebatkarê Îslamê ye. Yanî dewletên ‘Ereban û Tirkan û Farisan ji bona xwe be jî gerek ji zimanê Kurdî re xebatê bikin.

Xwendevanên hêja!

Di vê hejmara me de nivîsa Mamoste Şerîf Emîn jî di vî warî de hatiye hûnandin. Sebebê ku Kurd û Kurdistan bûye pirsgirêk; cehaleta millî ye, cahiliyeta neteweperesti ye. Di dû re jî hesabên ecenebiya ne li ser axa Kurdistanê ku ew jî ji cahiliyeta neteweperestiya qewmên herêmê qewet distînin.

Ji ğeyrî vana bi niyeta agahdarbûna ji xebatên Îslamî li başûrê Kurdistanê me du rewşenbîran da xeberdan. Wek hevpeyvîneke kurt me ji bona we xwendevana nêrînên wan sitend û teqdîmî we kir.

Nivîskar M. Baran ku li ser herêmê lêkolînê dike di vê hejmarê de serhildana Bedlîsê heta ku dighîje qiyama Şehîd Şêx Se’id nivîsandiye.

Çi şi’r û çi nesir bi hemî nivîsên xwe yên balkêş û hêja hejmara me ya nû ji bo xwendinê li gel we ye.

Xweda nivîs û xwendinên me ji bona xwe bigerîne.

Di gel selam û du’ayan…


Ê Berê Sitêrkên Bêjimar
Ê Li Pey MILLIYET XEBATKARÊ ÎSLAMIYETÊ YE

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.