MILLIYET XEBATKARÊ ÎSLAMIYETÊ YE

MILLIYET XEBATKARÊ ÎSLAMIYETÊ YE

Sernivîsa Kovara Kelhaamed Hejmara 42

Her yek ji Kurd û Tirk û ‘Ereb û Farisan ‘enasirên Îslamê ne. Kurdan jî wek ‘Ereb û Faris û Tirkan di dîroka muslumanan de gelek mîr û hukumdarên navdar, gelek ‘ulema û şa’irên meşhûr ji nav xwe rakirine. Hezar û çarsed kusûr sal dîroka wanî Îslamiyetê şahid e ku Kurd di sazkirina medeniyetê de û mewqi’ê wanî di dîrokê de ne kêmtirî ê qewmê din ê musluman in. Piştî ku bûn musluman ‘eql û milê xwe, şûr û qelemê xwe di oğira bilindkirina Îslamê de kirin xebatkar û bûn qewmekî esîl.

Ji ber ku xizmeta dînê Îslamê bûbû meqseda Kurdan, ‘elaqe bi zimanê xwe jî nekirine. Di ‘ulûmê ‘Erebî de di edebiyata Tirkî û Farisî de hewqas zanayan gihandin jî ji bo pêşxistina zimanê xwe bi qasi qewmên din xebat nekirine, tesîra ziman a di pêşveçûn û bilindbûnê de tedqîq nekirine. Bi temamê hebûna xweya qewmî xwe texsîs kiribûn ji vê meqseda ‘alî re. Çi Tirk çi Kurd û çi Faris van qewmên musluman jî hemî zana û pêşkêşên wan îştîğala bi zimanê wan ji wan re meseleyek talî bû, tamamê cehd û ğeyreta xwe ya ‘ilmî didan ser zimanê ‘Erebî ku zimanê dînê Îslamê ye. Her wekî li Ewrûpa jî wê demê zimanê Latînî ‘êynî wezîfeyê didît. Qewmên Ewrûpa yên cûr bi cûr ku hemî fille (‘Îsewî) bûn î’tîbar ne didan zimanê xwe, bi zimanê xwe ne dinivîsandin, bi zimanê Latînî dinivîsandin û zêde î’tîbar didanê.

Feqet medeniyeta Ewrûpa pêwîstiyên bê nîhaye welidand. Di seha siyaset, edebiyat, teknolojî û ‘ulûmên civakî de gelek îhtiyaciyên nû peyde bûn. Têrxwarin ji Ewrûpa re tunebû, dest bi mêtingehiyê (sömürgecilik) kir. Piştî vê geşebûnê hat famê ku ne bi zimankî tenê, çiqas zimanê hene merev hemiya têxe dewrê mucadela bi batilê re û xizmeta Îslamî wê qewîntir were kirin. Piştî îhtîlala 1789ê ya Ferensa hem li Ewrûpa hem jî li nav dewleta ‘Usmanî her qewmekî hewl da ku bi zimanê xwe bibe serbixwe. Faktorên vê medeniyeta hazir mecbûr dike ku her ziman tekamul bike û di her qewmî de zindîtî, çalaki û pîşveçûn derkeve holê.

Dînê Îslamê emanetekî mûqeddes e, mulkekî mûqeddes e ji ‘alema Îslamê re. Ji bo muhafezekirina vî emanetî lazim e her ‘unsur û qewmên Îslamî werin qewînkirin. Qewînkirina ‘unsur û qewman jî bi ronîkirina wan û heyatdêrandina wan çêdibe. Yanî lazim e asta wanî ‘îrfanî, perwerdeyî û medenî were bilindkirin, lazim e ‘ilm û ‘îrfan bighêje her deverî.

Piştî ku perwerdeyî hewqas muhîmm e mesela hînkirin û pêşvebirina ziman dibe wezîfekî esasî. Kesê ku bixwaze bi zimanê xwe perwerdeyîyê bibîne jî kes nikare wî mecbûrî zimanekî din bike. Û hemî wesîleyên civakî û medyayî ger ne bi zimanê wî qewmî bin ‘ewamê însanan (raya giştî), ku piraniya civakê ne, ji nûra ‘îrfan û me’arifê tu fêdê nabînin. Ummiyê ku xwendin û nivîsandina wan tuneye ji bona ku di nav qewmekî de nemînin ancax bi pêkanîna te’lîm û tedrîsa bi zimanê wî qewmî mumkun e. Yan na wê ew qewm bi şeklekî netemam mezin bibe, wê ji gelek uzwên xwe yê ‘umûmî mehrûm bimîne.

Feqet gerek meqsed di vir de bi zelalî were fêmê da ku rê li fêmkirinên ğelet venebe. Meqsed ji hînkirina ziman divir de ku qewm zimanê xwe hîn bikin û ev hînkirin ji sazkirina yekîtî û quwwetgirtina muslumanan re xizmet bike. Yan na, wê hînkirina ziman di nav qewmên musluman de bibe sebebê jihevketinê, hînbûna ziman wê wan hînî tefrîqê jî bike. Tefrîqe jî ğeyrîmeşrû ’e, di bedêla selametê de felaket, di bedêla xelasiya ‘umûmî de îzmîhlal û şerrê ‘umûmî wê bîne. Quwweta muslumanan ji dîndariya wan tê. Ziman û milliyet gerek nebe sebebê ze’îfxistina dînê me. Pêşî muslumantî dûvre Kurdayetî, Tirkayetî, Faristî û wekîdin. Xelasiya qewmên musluman her di vê dustûrê de ye.

Hînkirina ziman û pêşvebirina wî ne bi me’na nasyonalizmê ye ku em jê re dibêjin qewmiyetperestî. Gerek bi şeklekî werê ziman were tedwînkirin dema ku ziman pêş de here gerek Îslam pêşde here. Dema ku mesele ev be di hînkirina ziman de gerek Kurd û Tirk û ‘Ereb û Faris ji hev re bibin alîkar, ne ku ji hev re bibin mani’. Çimkî Îslam hisseke muşterek e di navbêna wan de.


Ê Berê JI WEŞANKARÊ KELHAAMED
Ê Li Pey Îsal di Behra Spî de zêdetirî hezar koçber canê xwe ji dest dan

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.