Îsal di Behra Spî de zêdetirî hezar koçber canê xwe ji dest dan

Îsal di Behra Spî de zêdetirî hezar koçber canê xwe ji dest dan

Komîsertîya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir; îsal di Behra Spî de zêdetirî hezar koçber canê xwe ji dest dan.

Ji teref Komîsertîya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ve derbarê penaberên ku welatên xwe terk kirine û hewl dane derbasî welatekî bibin û di behrê de xeniqîne de raportek hat weşandin.

 

Di raporta ku hat weşandin de bal hatin kişandin li ser penaberên ku îsal di behrê de xeniqîne û wisa hat gotin; îsal di Behra Spî de zêdetirî hezar koçber canê xwe ji dest dan.

 

Organîzasyona Penaberan a Navneteweyî ya ku girêdayê Neteweyên Yekbûyî jî destnîşan kir, ji sala 2014an vir ve zêdetirî 15 hezar kesên penaber ên ku hewl dan Behra Spî derbas bibin canê xwe ji dest dan.

(ÎLKHA)


Ê Berê MILLIYET XEBATKARÊ ÎSLAMIYETÊ YE
Ê Li Pey “Camî temînata yekîtî û digelhevîya me ne”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.