MEHMED YAVÛZ

MEHMED YAVÛZ

Kelhaamed

 

Ey zanayê qedirbilind
Ey muminê tim serbilind
Ji nava me te zû bar kir
Mehmed Yavûz însanê rind

Ji te em têr nebûn emîn
Em bi çûna te bûn hezîn
Lê teqdîra Xweda yeqîn
Rehmet li te însanê rind

Ey xetîb û ey qilavûz
Mamostê me Mehmed Yavûz

*****

Ğedarên fikra zorbatê
Yê Bîst û Heştê Sibatê
Kiribûn qesda heyatê
Êşandin te, însanê rind

Wê îşkencê li zindanê
Birîn kir gurçik û canê
Ta devê ‘îda qurbanê
Bi wê can da însanê rind

Ey xetîb û ey qilavûz
Xwey sebr û soz Mehmed Yavûz

*****

Mîna kîtab, ji nav kîtab
Xeber dida bi xweş xîtab
Dikir qani’ pêş muxetab
Li ser Îslam însanê rind

Tu bûyî dengê mezlûma
Hewar û rengê mehrûma
Li pêşber zalim û şûma
Serferaz bû însanê rind

Ey xetîb û ey qilavûz
Qenc û feyrûz Mehmed Yavûz

*****

Nîşan da durust sîyaset
Kişand ala heq ‘edalet
Bi xweş berdevkîw belağet
Ey rûgeşê însanê rind

De’wa ummet li meydana
Derdê millet, di ekrana
Digel Yûsifên zîndana
Beyan kir te însanê rind

Ey xetîb û ey qilavûz
Dostê merdan Mehmed Yavûz

*****

Li ser biratîyû ummet
Sebr û xizmeta bo millet
Dikir şîret, dixwest cennet
Tev salihan însanê rind

J-te razîn dost û nasê te
Cennetxwazin bo xasê te
Allah ji te b-îxlasê te
Tim razî be însanê rind

Ey xetîb û ey qilavûz
Selam li te Mehmed Yavûz

******



Ê Berê “Camî temînata yekîtî û digelhevîya me ne”
Ê Li Pey "Bêyî cîhadê Quds nikare bê azadkirin"

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.