Di sala pêncemîn de anatomiya 6-8ê Cotmehê

Di sala pêncemîn de anatomiya 6-8ê Cotmehê

Yasîn Börü û hevalên wî berî vê 5 salan di 6-8ê Cotmeha 2014an de ji teref PKK/HDPyiyan ve bi şikleke wehşîyane hatin qetilkirin ku di salvegera 4emîn a şehadeta wan de ew tiştên ku qewimî bûn cardin xwe anîn bîran.

Di sala pêncemîn de anatomiya 6-8ê Cotmehê-1

Wehşeta ku di Eyda Qurbana sala 2014an de li Diyarbekir û heremê pêk hatin di dîroka Kurdistanê de rûpeleke nû vekir. Ji aliyekî sepanên derê însanî yên îqtîdara ceberut û ji aliyê din jî zext û zilmên ku ji teref PKKyê ku ji sala hatiye damizrandin vir ve tên kirin di 6-8ê Cotmehê sala 2014an de şikil guhart û rewşeke cuda û nû derket holê.

 PKK/HDPyiyên ku bi banga Navenda Giştî ya HDPê û bi banga Serokê Giştî yê HDPê Selahaddîn Demîrtaş bi her derî bikin Kobanê xwe berdabûn kolanan li hember xelkê Misliman a Kurd teşebûsî qirkirin û tunekirineke mezin kirin. Xortên ku di destên wan de goştên qurbanan hebûn û hewil didan ji kesên feqîr re alîkariyê belav bikin hatin lînçkirin, însanên birih, pîrekên bi tesettûr hatin hedefgirtin, camî û qursên Qur’anê hatin şewitandin. Di wan bûyerên ku hatin qewimîn de herî zêde navenda ku balan kişand li ser xwe Diyarbekir bû.

Li Diyarbekirê Yasîn Börü, Huseyin Dakak, Hasan Gökgüz, Riyad Güneş, Turan Yavaş û Cumalî Güneş bi şikleke hovane hatibûn qetilkirin. Li bajarên din ên heremê di serî de HUDA PAR û bi giştî sazî û kesên ku xwediyên nasnameya Îslamî bûn hatin hedefgirtin. Pêvajoya 6-8ê Cotmehê dirêj bû û di nava vê pêvajoyê de li Çewligê Fethî Yalçin û Cengîz Tiryakî di êrîşa çekdarî de hatin şehîdkirin. Li Wanê kesê bi navê Latîf Şener û li Qoserê kesê Sûrî Abdullah Muhammed Latîf û hevlingê wî Fehad Îbrahîm Eldurewîc ji teref PKKyiyan ve hatin qetilkirin.

“Hiş bin wilan, em ê niha weke vî we jî geber bikin”

Bêşiphe qetlîam û wehşiyate ku li Diyarbekirê hat kirin herî zêde derket pêş. Yusuf Erê hevalê Yasîn bû û di êrîşan de bûbû hedefa 27 darbeyên kêran û 2 berikan  ji ÎLKHAyê re vegot ‘ew wê rojê digel hev çûne mezbexanê û bo goştên qurbanan  belav bikin ji mezbexanê ji hev veqetiyane.’ Yusuf Er dû re derbarê mijarê de tiştên ku wê rojê qewimîne wisa anî zimên: “Dema ku em wek koma dawî goştên qurbanan belav dikir, kesên PKK/HDPyî ji me re gotin ‘Hûn kî ne, çi karê we li vê derê heye?’ Me jî poşetên di destên xwe de nîşanî wan de û me got ku em bo feqîran goştên qurbanan  belav dikin. Îxtîmal e ji ber ku riha me hebû ji me re gotin hûn DAIŞîst in û hewil dan me desteser bikin. Me jî ji wan re got ku em ne terefadarên DAIŞê ne,  em ji malbatên Kobanî re jî goşt belav bikin. Kesek ji wan got ‘Ev tev wek hev in, ha DAIŞ ha ev, tu ferqa wan tuneye.’ Dû re ew kes berê çeteyên xwe da li ser me. Di wê navberê de Yasîn Börü û hevalên wî dibînin ku komeke 10-15 kesane xortekî bi rih xistine nav xwe û lê didin  û xort hewil dide ku ji wan re bibêje ‘ez ne DAIŞî me û tu eleqeya min bi wan re tuneye. Hasan Gökgöz û Riyad Güneş dibînin ku ew xortê ku di nav xwînê de maye kesê bi navê M.A ye û ew bi xwe jî endamê komelê ye. Piştî vê yek Hesen û Riyad ji çeteyên PKKyî re dibêjin ku ew wî xortî nas dikin û tu eleqeya M.A. weke wan bi DAIŞê re tuneye  û dixwazin ku wî xortî serbest berdin û ji wan re nebin asteng ku goştên qurbanan bên belavkirin. Piştî vê gotinê kesên PKKyî ji wan re dibêjin ‘ Hiş bin wilan, em niha weke vî we jî geber bikin.’ û dû re bi kêran li ser û pişta M.A. didin.  Hesen û Riyad plan dikin berî koma PKKyiyan werin M.A. ji destên wan xelas bikin û ji wê derê birevin. Hesen û Riyad dibêjin ‘ma hûn ji Xwedê natirsin, tu eleqeya vî kesî weke me bi DAIŞê re tuneye’ û M.A. ji destên wan xelas dikin û direvin.”

 “Pîreka ku xwediyê malê bû ji polêsan alîkarî teleb kir, lê belê polêsan qet serê xwe pê nêşandin”

Erê ku di berdewama axavtina xwe de diyar kir Yasîn Börü û hevalên wî piştî ku 7-8 deqîqeyan baz dane xwe spartina  Apartmana bi navê Öz Turan-3  û dû re qala wan bûyerên ku bi dorpêçkirina avahiyê derketine wisa kir: “Çawa ku em ketin avahiyê me deriyê derve girt. Piştî ku lembe tefiya re em du qetan derketin jorê. Pîreka ku îdarevana apartmanê bû me dît û ji me re got ‘Ji vê apartmanê derkevin, kesên derve dê werin deriyên me bişkînin.’ Me jî jê re got ‘xaltî aram be, em bes goştên qurbanan belav dikin. Mêze bike ev çete ketine pey me  û dê me bikujin, ger deriyê we şikandin em ê derîkî nû li ber bidin. Ew kesên derve me bi endambûna DAIŞê îtham dikirin û didan pey me. Bila ew herin em ê derkevin.’ Lê îdarevan me guhdar nekir û zextan li me kir da ku em ji avahiyê derkevin. Zarokên pîreka îdarevan hatin û rahiştin  diya xwe û ketin hundir.Di wê navberê de em qeteke din derketin jorê, pîrekek me dît û gunehê wê bi em hat û ji me re got ‘werin têkevin hundir.’ Û derî di ser me de girt. Du derî ber malê hebûn. Em ketin hundir û em derbasî odeyekê bûn. Pîrek ji me re ava anî û me ava xwe vexwar. Ji wan qetên jorên hin kes gotin DAÎŞîst di vir de ne û ew koma êrîşkar guleyan berdan derî. Ew çete hema bi lez derketin li ser ban. Ji wan were em li ser ban in. Di wê navberê de PKKyî yek bi yek malan kontrol dikirin. Ji ber vê yekê xwediya malê li polêsan geriya û ji wan re got ku kesên PKKyî dixwazin van kesan qetil bikin û ji wan alîkarî teleb kir.  Weke ku di medyaya civakî de jî tê dîtin ew polêsên ku (divê bên lêkolînkirin ka FETOyîst in an na) pîrek ji wan alîkarî teleb dikin  qet guh nadin gaziya pîrek û serê xwe pê naêşînin”

“Zilamê wê pîrekê dema ku hat malê ji êrîşkaran re bû alîkar”

Yusuf Er di berdewama axavtina xwe de diyar kir piştî demekê zilama wê pîreka ku ew xwe spartibûn mala wê hatiye malê û dû re wisa qala xeberdanên ku di navbera wan her duyan de derbas bûne kir: “Zilamê wê pîrekê piştî nîv seatî li derî neda û bêdeng ket hundir, dû re ji me re got ku ‘hûn kî ne?’ û kêra xwe kişand. Dû re bi muameleya DAÎŞîstan kir û xwest ku derî vebike û me ji daîrê derbixe. Ez û Huseyîn me ji milê wî girt û me hewil da jê re bibin asteng da ku derî veneke. Me zêdetirî nîv seatî hewil da da ku em wî qanê bikin. Di wê demê de bavê min li min geriya  û min rewşê jê re îzah kir. Bavê min ji min re got ku telefonê bide xwediyê xanî û  min jî dayê. Dema ku bavê min pê re xeber da weke ku piçekî qanê bûbû xuya dikir. Şehîd Kekê Hesen ji me re tiştek teklîf kir û got ‘Bila xwediyê xanî li yên derve bigere û ji wan re bibêje apartmanê vala bikin û biçin da ku ev kes vê derê terk bikin.’ Xwediyê xanî li wan geriya û ji wan re rewşê îzah kir, lê çawa ku xeber da wan hema li ber devê derî dengê telefonê hat. Piştî ku telefon girtin re ew kesê ku pê re xeber da got ‘DAIŞîst di vir de ne’ û li derî dan, lê belê me derî ji wan re venekir.”

“Hinek kes li wan balqonên derdorê tilîliyan kişandin û digotin wan kesên di mal de tevakan bikujin”

Erê ku diyar kir piştî vê gavê çeteyan hewil dan derî bişkînin wiha li axavtina xwe zêde kir: “

 “Gule berdan panjura li ber devê derî û şikandin. Em her 5 kes êdî me fêm kir ku xelasiya me ji vê derê tuneye û me helalî ji hev xwest. Piştî ku deriyê panjur şikiya me xwe da alî da ku tiştk bi tu kesî neyê. Lewra li gor dengên ku ji derve dihatin kesên li derve ji hev re digotin dînamîtê bînin em derî bifirînin hewayê. Ji ber vê yekê me xwe ji ber derî da alî. Pişta me li mitbaxê û rûyê li derî bû û me ji rexekî ve xeberdanan guhdar dikir û ji rexê din ve jî me bi xwediyê xanî re diaxivî. Di dema êrîşê de em bûn şahid ku li balqonan li kuşxaneyan didan û digotin wan sax nehêlin, tevakan bikujin. Elbet kesên êrîşkar bi van dirûşme û tilîliyan zêdetir wehş dibûn û  weke ku ew hesta wan a kuştinê zêdetir dibû û bi vî awayî zorê didan derî da ku bişkînin. Dema ku em di vî halî de bûn kesekî bi navê U.D. bi alîkariya endamên çeteyê ji qeta jorî bi benê xwe berda jêr û ket mitbaxê. Haya me ji vê yekê tunebû. Ew kes çawa nêzîkî me bû û ji me pirsî ka hûn kî ne di ser me de gule reşandin. Di berdana guleyan de ewil Şehîd Hesen darbe xwar û birîndar bû û got ‘ez birîndar bû.’ Huseyîn, Riyas û Yasîn  tev de Hesen kaş kirin û wî birin serşoyê.”

“Çawa ku sileh ji destê wî ket erdê, qet kelevanê pê negirt û sileha duyemîn ji ber xwe derxist”

Er di berdewama axavtina xwe de diyar kir kesê êrîşkar dû re berê xwe dayê wî bi xwe û dû re weha qala wê xirecira ku qewimî kir: “ Ez li pêş bûn, dema ku berê xwe da min hema ji nişka ve min xwe kişand serşoyê. Min darika paspasê girt destê xwe û bo ku nêzî min nebe pê midaxeleyî wî dikir. Min rahişta qotiya mîntakê û min avêtiyê û sileha wî ji destê wî ket. Çawa ku sileha wî ket, sileha duyemîn ji ber xwe derxist. Min hêj hewil didi bi darika paspasê mudaxeleyî wî bikim. Lê hişê min li ser Kekê Hesen mabû. Min him hewil dida ez mudaxeleyî wî bikin û him jî pirsa Kekê Hesen ji Kekê Riyad pirs dikir. Di wê navberê de êrîşkar kesê li min dît û gule berda min. Berik îsabetî dest û piyê min kir. Dema ku berik li min ket xwediyê xanî mifte avêt ji kesê êrîşkar re û. Xwediyê xanî  rahişt zarok û xanima xwe û kete odeyekê. Ew şexsê ku rahişte miftê derî vekir û temamê endamên çeteyê têketin hundir.”

 “Bi sileh, kêr  û satoran li hevalên min dan û wan qulqulî kirin”

Yusuf Erê ku diyar kir ‘Di daîrê de çar hevalên min şehîd kirin, dengê berikna û qêrîna şehîdan tevlîhev bûbû’ di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “ Min dengê wan darbeyên ku li şehîdan didan bi eşkere seh dikir. Çete digotin ‘li wan bixin û wan saqx nehêlin.’ Ev deng  li temamê daîrê veda bû. Nêzî 15 deqîqeyan bi sileh, kêr  û satoran li hevalên min dan û wan qulqulî kirin. Dû re PKkyiyek got, ma hêj dijî, rahijinê û wî ji balqonê bavêjin, bila bimre. Wan hevalên min ên bi roj em digel hev goştên qurbanan belav dikirin ji qeta sêyemîn avêtin jêrê. Dû re kirin ku ji daîrê derkevin, ew kesê ewil ê ku ketibû daîrê got kesekî birîndar di serşoyê de ye. Berê xwe dan serşoyê, min derî girtibû ku ji ber vê yekê camên derî şikandin û li min dan. Nikaribûn derî vekin, ji ber vê yekê ji min re gotin ‘derkeve, em ê tiştekî bi te nekin.’ Lê belê çawa ku ez derketim derve darbeyeke kêrê li pişta min dan. Ez dîsa vekişiyam lavaboyê. Derî şikandin. Çend kesên ku ketin hundir bi kêr, sator û cinahan li min dan. Min hewil da xwe biparêzim. Darbeyeke satorê li piyê min ket û ez birîndar bûm. Yekî ji wan bi cinahê li min dida û yê din jî kêrê di serê min radikir. Her derê min bûbû xwîn. Ez bêhiş ketim, yekî pêhînek li min da û ez ketim erdê. Çawa ku ez ketim erdê çete dîsa bi kêr û tiştên din dîsa li  min dan. Dû re min kaş kirin û ji lavaboyê derxistin.”

“Min dît ku çeteyan min rakirine hewayê û hewil didin min ji qeta sêyemîn bavêjin”

Yusuf Erê ku qala wê wehşetê dikin axavtina xwe wiha domand: “Dema min kaş kirin û birin salonê û ew qatil êrîşî min kirin û darbeyan li min da. Kesên li salonê wiha digotin ‘xwe bidin alî, me lê nedaye, em jî lêdin.’ Hinekan kêran di min de radirin û hinekan jî bi sator û cinahan li min didan. Ji ber van darbeyên ku bo kuştinê li min dan ez bêhiş ketim. Piştî demekê ez bi êşa darbeya kêra ku li kezeba min dabûn ez bi xwe ve hatim. Min dît ku çeteyan min rakirine hewayê û hewil didin min ji qeta sêyemîn bavêjin. Min li ber xwe da û ez ketim erdê. Min kêsê dît û digel wî halê xwe hewil da birevim.   Min bi lez ji derenceyan xwe berdan jêrê, wan jî dan pey min û hewil dan min bigrin. Tu kes di derenceyan de tunebû ku ez ji ber vê yekê heyirî mam. Lê belê dema ku min xwe berda jêrê ew heyirîna min ji ser min rabû.”

 “Ji êrîşkaran yekî em wî bikujin yê din ku em nekujin da ku ji wanên din re bibe îbret”

Er di berdewama  axavtina xwe de diyar kir dema ku min xwe berda jêrê min dît ku çete tev li ber apartmanê kom bûne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji ber vê yekê ez nikaribûm derkevim derve û min xwe avêt wê valahiya di bin derenceyan de . Ji xwe çeteyên li ber derî min dîtibûn û bi ser min ve vekişiyabûn. Di min dereneceyan de min derb kirin. Çeteyan dixwastin min zeft bikim, lê belê min hewil dida xwe biparêzim. Dema ku çete negihaştim min kêran bi serê darikan ve girê dan û wek mizraqan bi kar anîn. Ji ber ku di bedena min de birîn vebûbûn taqeta min nemabû. Çeteyan ji vê yekê sûdê wergirtin û min qefaltin. Ji êrîşkaran yekî em wî bikujin yê din ku em nekujin da ku ji wanên din re bibe îbret. Kesê ku em wî bikujin got dest û piyên wî girê bidin û bînin. Bi qasî ku ez dû re hîn bûn ev kes bavê xwediyê xaniyê ku me xwe spartîbûnê bûn û piştî ku hatiye girtin hatiye berdan. Dû re du kes ketin milên min û derxistin derve. Manzareyek wehşî li derve hebû.  Ez ketim halekî ku weke cêrek ava sar di ser serê min de berbidin. Min dît ku ew hevalên min ên ku qeta sêyemîn hatibûn avêtin bûne piçik û parî. Bedenên wan hatibû şewitandin û serê wan hatibûn eciqandin. Min ewil Şehîd Hesen dît, wî serserkî avêtibûn. Bêhna goştê şewitandî dihat. Lewra benzîn li hevalên min dakiribûn û wan wek Bûdîstan şewitandibûn.”

“Ji ber birînan ez ji hal ketibûm”

Yusuf Erêku  hevalê Yasîn bû û di êrîşan de bûbû hedefa 27 darbeyên kêran û 2 berikan û gelek darbeyên sator, kêr û cinahan lê hatibû xistin di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “ Dema ku min derxistin derve dîsa li min dan. Yek ji wan darbeyek ji paşve li min da û got da here, em tê serbest berdidin. Ez heyirî mabûm û hema bi temamê qeweta xwe ez bezdam. Dema ku ez reviyan 2 kesan çend berikan berdan. Xweda min ji berikan wan mihafeze kir. Ji ber birînan ez ji hal ketibûm, ji bo ez nebim hedefên berikan bi wî rexî û bi vî rexî diçûm û dihatim.Min inayeta Xweda ez ji wê dera ku lê wehşet hatibû kirin dûr ketim. Dû re min jimart ku ez bûme hedefa 27 darbeyên kêran, 2 berikan û gelek darbeyên cinah û satoran. Digel van birîndan ez hê jî dikaribûm birêve biçim ku ev yek ji alîkariya Xwedê pê ve ne tu tişt bû. Piştî demekê  bêhna min teng bû û ez dirêjî erdê bûm. Însan ji ber min derbas dibûn ji min pirs dikirin ka çi ji te bûye? Min jî ji wan re got ku çeteyên PKKyî min xistin vî halî. Lê belê kesên ku vê bersivê dibihîstin ji cem min dûr diketin. Ji wê apartmanê ku ez li ber ji taqat ketibûm zilamek derket û ji min re got ka çi bû ji te, kî te xiste vî halî? Min jî ji wan re got ku çeteyên PKKyî min xistin vî halî. Zilam ji min re got ka tu kesî te tuneye, nimreya wan bide min ez li wan bigerim. Min nimreya bavê xwe da wan, lê meşxûl bû. Ji ber wê yekê min nimreya apê xwe dayê. Zilam lê geriya û jê re got biraziyê te li vir e, werin rajinê, naxwe ew ê bimre. Apê min hat û min bi lez bir nexweşxaneyeke taybet. Ez tevde di nav xwînê de mabûm. Tiştên pey re nayên bîra min. Dû re min sewqî fakultê kirine. Dema ku min çavên xwe vekir min dît serê min kirine piçik û parî û ez hîn bûm ku şehîdekî ku hatiye şewitandin û parçeparçekirin anîne nexweşxanê. Dû re ez hîn bûm ew kes Şehîd Yasîn e.”

Di sala pêncemîn de anatomiya 6-8ê Cotmehê-2

Wehşeta ku di Eyda Qurbana sala 2014an de li Diyarbekir û heremê pêk hatin di dîroka Kurdistanê de rûpeleke nû vekir. Ji aliyekî sepanên derê însanî yên îqtîdara ceberut û ji aliyê din jî zext û zilmên ku ji teref PKKyê ku ji sala hatiye damizrandin vir ve tên kirin di 6-8ê Cotmehê sala 2014an de şikil guhart û rewşeke cuda û nû derket holê.

 PKK/HDPyiyên ku bi banga Navenda Giştî ya HDPê û bi banga Serokê Giştî yê HDPê Selahaddîn Demîrtaş bi her derî bikin Kobanê xwe berdabûn kolanan li hember xelkê Misliman a Kurd teşebûsî qirkirin û tunekirineke mezin kirin. Xortên ku di destên wan de goştên qurbanan hebûn û hewil didan ji kesên feqîr re alîkariyê belav bikin hatin lînçkirin, însanên birih, pîrekên bi tesettûr hatin hedefgirtin, camî û qursên Qur’anê hatin şewitandin. Di wan bûyerên ku hatin qewimîn de herî zêde navenda ku balan kişand li ser xwe Diyarbekir bû.

Li Diyarbekirê Yasîn Börü, Huseyin Dakak, Hasan Gökgüz, Riyad Güneş, Turan Yavaş û Cumalî Güneş bi şikleke hovane hatibûn qetilkirin. Li bajarên din ên heremê di serî de HUDA PAR û bi giştî sazî û kesên ku xwediyên nasnameya Îslamî bûn hatin hedefgirtin. Pêvajoya 6-8ê Cotmehê dirêj bû û di nava vê pêvajoyê de li Çewligê Fethî Yalçin û Cengîz Tiryakî di êrîşa çekdarî de hatin şehîdkirin. Li Wanê kesê bi navê Latîf Şener û li Qoserê kesê Sûrî Abdullah Muhammed Latîf û hevlingê wî Fehad Îbrahîm Eldurewîc ji teref PKKyiyan ve hatin qetilkirin.

 “Li ber serê cenazeya Yasîn Börü govendê digirtin”

H.B. yê ku ji bûyeran re bûbû şahidê wan êrîşên hovane û wehşiyane destnîşan kir ew kesên ku ji însanetiyê derketibûn û bûbûn hov  li derdora cinazeya Yasîn Börü agir pê xistibûn govendê digirtin. H.B. dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di derdora seat 19.20an de me helalî ji hev xwest  bi transîtekê ji Köy-Derê derket. Di transîtê de em tev de 5 kes bûn.  Ez gelekî baş wê kûçeyê dizanibûm. Ez derkettim Kolana Cengizan. Ji bo dîqetê nekşînim li ser xwe ez hêdî hêdî diçûm. Me dît ku li qada biçûk kesên PKKyî kom bûne û agir pêxistine. Em ê ketibana wê kûçeya ku cenazeya şehîdan lê bûn ku yekî ji erebê ji me re îşaret kir li wê derê ne. Dema ku em pêşve diçûn em hatin serê kûçeya ku şehîdan avêtibûn jêrê û me li kolanê nihêrt.”

Me dît ku birayê Şehîd Riyad hatiye wê derê da ku rahijê  cenazeya kekê xwe. Me jî gor em rajin cenazeya Şehîd Yasînê ku ji teref çeteyên YDG-H ve hatibû qetilkirin û kaşkirin. Çeteyê 15-20 kesane li ser serê cenazê gonved girtibûn . Di destêkê de em bi hêdîka ji ber wan derbas bûn. PKKyiyan zen kirin ku em jî ji wan in. Ji bo ku em zanibin ka tu kes li derdorê heye an tuneye em pêşve çûn. Dema ku em vegeriyan me plana xwe kir. Plana me ew bû ku em çeteyan bidin şaşkirin û rahijin cenazeyên şehîdan û ji wê derê dûr kevin.Lê belê kesên  ji ber ku kesên PKKyî guleyan berdidan û ji ber ku cenazeya Yasîn bi erdê ve zeliqîbû em bîskek lêbikîn. Gelek berikên PKKyiyan îsabetî wesayîta me kirin. Hinek kesên derdorê yên ku dîtin PKKyî êrîşî me dikin û ji ber wê wehşeta ku kirine guleyan berdan hewayê ku ev yek bû wesîle PKKyî nêzîkî me nebin. Dîsa hinek kesên ku me wan nas nedikir me dît ku li ser çeteyên YDG-Hyan de gule berdidan. Ji ber vê yekê çete reviyan. Piştî ku me cenazeya şehîd bi zorê hilgirt wesayîtê em ji wir dûr ketin.Lê belê dema ku em diçûn Köy-Derê dîsa ji serê kûçayan berikan berdidan me.”

 “Ji ber ku bedena şewitî ya Yasîn bi erdê ve zeliqî bû, min tenê  dikaribû milên wî rabikim”

V.B. yê dildar ê ku digel H.B. çûbû da ku rahijin cenazeya Şehîd Yasîn derbarê wê rojê de wisa got: “Ez ji transîtê pêya bûm. Min hewil da rajime Yasîn, lê belê ji ber ku bedena şewitî ya Yasîn bi erdê ve zeliqî bû, bes ez karibûm milên wî rabikim. Dema ku PKKyiyan dest bi berdana berikan kirin saçmaninan li min ketin, ez birîndar bûm. Dema ku hewalan gazî min kirin ez vegeriyam transîtê.”

C.Y. ku ji wan dildarên ku çûbûn rahijin cenazeya şehîdan bû û kesên digel wî piştî ku hevalên wan birîndar dibin re hewil didin cenazeya Yasîn bînin wesayîtê.

C.Y. jî wan tiştên ku ew bi xwe ji wan re bûbû şahid jî wiha tînê ziman: “ Em ji transîyê pêya bûn, min wê bataniyeya şewitî rakir. Min dît ku şehîd nayê naskirin. Şehîd bi betaniya ku şewitî ve li erdê ve bûbû û bi zorê min bedena wî ji erdê rakirin, lê belê serê wî nedihat rakirin, lewra eciqandîbû. Dû re ez hîn bûm ku ew şehîd Yasîn e. Dû re ez hîn bûm ku bi wesayîtê ji ser serê wî derbas bûne. Dû re min got Bismillah û heta ku qeweta min hebû min şehîd Yasîn ji erdê rakirin, di wê demê de hovên PKKyî cardin êrîşî me kirin. Lê em bi qerar bûn ku em wî bibin.  Hevalên  min ji min xwestin ku ez bilezînim, bi alîkariya Xweda me şehîd gihand erebê.  Dû re me dît Kurdên ku ji wê wehşeta PKKê nerazîbûn di ser PKKyiyan de guleyan direşînin. Em ê digel hevalên xwe rahiştibana şehîdên din, lê belê PKKyiyan di ser me de gule berdidan. Ji ber vê yekê em muqaffeq nebûn ku rahijin cenazeya şehîdan. Erebeya me bû hedefa berikan, lê hemd ji Xwedê re ku berik îsabetî me nekirin. Ev yek inayeta Xwedê bû.”

Hasan Güneşê ku birayê Riyad e jî derheqê wê pêvajoya de wisa axivî: “ Min bi israr li birayê xwe geriya, di taliyê de yekî telefonê vekir.  Li vê derê kesên birîndar hene û dibe ku telefon yên wan be. Ji min re got dixwaze were lê binêre ka yek ji van kekê te ye yan na? Min jî digel hevalên xwe çûm wê derê. Min telefonê ji wî zilamî girt, zilam digriya. Em çûn cihê ku şehîdan jê avêtin xwarê. Kekê min ê ku serê şeveqê bo goştên qurbanan belav bikde derketibû derve ji teref hovên PKKyiyan ve bi wehşiyane hatibû qetilkirin. Dema ku min wî dît min xwe winda kir. Min bi alîkariya hevalên xwe rahişte cenazeya kekê xwe. Di wê demê de çeteyên PKK/HDPyî di ser me de gule reşandin. Berik ji ser serê me derbas dibûn. Ji ber vê yekê em nikaribûn rahijin şehîdên din.”

Saziyên Civakên Siwîl ên Îslamî di hedefa êrîşan de bûn

Ew êrîşên ku ji teref PKK/HDPyiyan ve li Köy-Der û Camî-Derê hatibûn kirin jî ji teref şahidan ve qala wan dihat kirin û di raya giştî de derketibû.

Wê bê bîranîn di serîde Selahaddîn Demîrtaş ji bo xwe berdin kuçe û kolanan bang alîgirên xwe kiribû. Piştî wî seroka DBPê ya Diyarbekirê Zubeyde Zumrutê saziyên sivîl yên îslamî bi bahana IŞÎDê wek hedef dabû nîşan da û êrîşan dest pêkirin. Pîştî Zumrut saziyên sivîl yên îslamî hedef da nîşandan PKK/HDPyiyan gelek saziyên îslamî yên mîna Köy-Der û Camî Derê li rasta êrîşan hatin. Di êrîşê de endamê Köy-Derê Tûran Yavaş hat şehîdkirin û bi dehan endam û dildayên komeleyê birîndar bûn. Camî-Dera ku li navenda Sûrê ye jî ji teref hovan ve avahîya wê ya dîrokî bi tevî Qûr’anan hatibû şewitandin. Endam û dildayên Camî-Derê jî hema mabûn di komeleyê de bihata şewitandin.  

Ji şahidên êrîşa Köy-Derê S.T wisa got: “Roja bûyerê grûbek wek 100/150 PKK/HDPyî li der dora komeleya Camî-Derê kom bûn, lê belê min îxtîmal neda ku êrîşî komeleyê bikin. Demek derbas bû min nêrî qemerayên ewlehîyê yên derdorê dişkînin. Di wî wextî de wek 13-15 endamên komeleyên  ji bo koordînasyona goştê qurbanan rast amade dikirin û di hundur de bûn û yên din jî li feqîra goşt belav dikirin. Min dît li ber deryê komeleyê di navbera PKKîyan û dildayên komeleyê niqaşek biçûk derket, paşê PKKî ji wir çûn.(ÎLKHA)

https://ku.ilkha.com/rojev/di-sala-pencemin-de-anatomiya-6-8e-cotmehe-2-13793


Ê Berê "Bêyî cîhadê Quds nikare bê azadkirin"
Ê Li Pey “Fatûraya bûyerên ku di 6-8ê cotmehê de pêk hatin ji 34 kesên aware re hat birîn”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.