YA NEBÎ BÊJE-3

YA NEBÎ BÊJE-3

Jİ QUR’ANA MECÎD ÇEND PEND Û ŞİRET

(Ya Nebî!) Ji wan re bêje: Ya ehlê kitêb. Gelo ma tenê ji bo ku em bi Ellah Te‘ala, bi tiştên ku ji me re hatiye nazilkirin û bi tiştên ku berya (nazilbûna vê kitêbê) hatine nazilkirin îman tînin hûn ji me ḥes nakin. Ji xwe giranîya we ji fasiqa ne.  (Sûretê Maîde: 59)

(Ya nebî!) Bêje: Ma ez bo we bêjim ku li nêk Ellah Te‘ala yê ji van (fasiqan) xerabtir û riswatir kî ye? Ew (her ew kese) ku Elah Te            ‘ala lê kiriye, lê hatiye ğezebê, qismek ji wan kiriye meymûn û beraz û ew ‘ebdîtîya taxût dikin. Ha her ev kes in ku cîhe wan herî pîstire û ji ser riya rast şemitîne. (Sûretê Ma‘îde: 60)

(Ya Nebî! Ji wan re) bêje: Pak û xebîs ne wek hev in. Gerçê pirbûna xebîsîyê te ‘ecêbmayî bihêle jî (heqîqet naguhere. Madem heqîqet wihareng e;) gelî aqilmendan! Îdî ji Ellah Te ‘ala bitirsin da ku hun bigîjin fela‘hê. (Sûretê Ma‘îde: 100)

(Ya Nebî!) Bêje: “Gelo di warê şahidiyê de çi tişt mezintir e?” Bêje: “Di mabeyna min û we de (bo pêyxyembertîya min) Ellah Te‘ala şahid e. Ev Qur’an ji min re hatiye wehîkirin da ku ez we û herçî kesên ku (hinarîya wê) bigîje wan bi wê hişyar bikim. Ma bi rastî hûn şahidiyê didin ku digel Ellah Te‘ala hinek îlahên din jî hene.” (Ya Nebî!) Tu bêje: “Ez şahidiya vê nakim.”  Bêje: Ew her îlahek yekta ye. Ez ji wan tiştên ku hûn dikin şirîkê wî bêrî me. (Sûretê En’am: 19)

(Ya Nebî!) Bêje: De ka baş bifikirin; Eger Ellah Te‘ala guhên we kerr, çavên kor û qelbê we jî mor bike vêca gelo ma ji bil Ellah Te‘ala kî dikare wan li we vegerîne! De ka  (bi çavê hîkmetê) baş bimêzîne bê ka em bi çi rengî ayetên xwe bi tewrên cûrbecûr beyan dikin. Bes hê jî ew (ji ayetên me) rû difetilînin. (Sûretê En’am: 46)

(Ya nebî! Dîsa bo wan) bêje: De ka baş bifikirin; eger ‘ezabê Ellah Te‘ala nişkave bi dizî weyaxud bi awayeke aşîkar (bi ser we de) bê, vêca gelo ma dê ji qewmê zalim pê ve kî helaq bibe? (Sûretê En’am; 47)

(Ya Nebî!) Bêje: “Ez nabêjim ku xezîneyên Ellah Te‘ala  li nêk minin. Ji xwe ez bi xeybê jî nizanim. Ez nabêjim ku ez melek im. Ez her dibim bibin tabi‘ê wê wehya ku bo min hatiye.” Bêje: “Gelo ma kesê kor û kesê dîtbar dibin yek? Ma qey hûn hîç nafikirin?” (Sûretê En’am: 50)

(Ya Nebî!) Bêje: Nehya min hatiyekirin ji wan tiştên ku hûn ji bil Ellah Te‘ala perestîya wan dikin. Ez nabim tabi‘ê hewa û hewesa we.  (Eger ez bibim tabi‘ê hewa û hewesa we) wê çaxê ez dê biçim ser  delaletê û nebim ji ehlê hîdayetê. (Sûretê En‘am: 56)

(Ya Nebî!) Bêje: Bêgûman ez ji teref Rebbê xwe ve li ser delîlekî aşîkar im. Lê belê we ew (delîlê aşîkar) derewdêrand. Ew (‘ezab) ê ku hûn bi lezgînî hatina wî dixwazin jî ne di dest min de ye. (Lewra di warê her tiştî de) hukum her ê Ellah Te‘ala ye. Ew her heqqîyê dibê je. (Ji xwe) bixêrtirê jihevveqîtîna (heq û batil) her ew e. (Sûretê En‘am: 57)

(Ya nebî!) Bêje: Eger (pêkhatina) wî tiştê ku hûn bi lezgînî dixwazin di dest min de ba, nûha karê di navbera min û we de ji zû de qediya bû. Ellah Te‘ala herî çêtir bi zaliman dizane. (Sûretê En’am: 58)


Ê Berê Barzanî derheqê harekata Tirkîyê ya li Sûrîyê de daxuyanî da
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.