Destpêka ‘Esayê Mûsa Ya Bedî’uzzeman Se’îd Nûrsî

Destpêka ‘Esayê Mûsa Ya Bedî’uzzeman Se’îd Nûrsî

Ji tirkî: M. Zahir Ertekin

             Di vê ‘esra ‘ecîp de, çawa ku ehlê îman muhtacî Rîsale-î Nûr in, mi’ellimên mekteban jî muhtacê ‘Esaya Mûsa ne, herwiha hafiz û saydayên (me) jî bi şiddet muhatcî Zulfîqarê ne. Belê, mesela di behsa î‘caza Quranê de, li ciyên ku pirê ayetên ku bûne sedemê şubheyan û îhtîraz li wan hatine kirin, lem’ayên î’cazê û nukteyên xweşik ên Quranê hatine îsbatkirin.    Li ser navê hemû telebeyên Rîsale-î Nûr Se’îd Nûrsî

Birayên minê Siddiq û ‘Ezîz,

Madem Rîsale-î Nûr bi makîneyê dest bi întîşara xwe berbelav kiriye; û madem xwendekarên mekteban ên ku hikmetê cedîde û felsefeyê dixwînin û mamosteyên (wan) bi piranî xwe bi Rîsale-î Nûr ve digrin. Helbet divê heqîqetek wiha were beyan kirin;

Felsefeya ku Rîsale-î Nûr bi şiddet şîmaqa lê dixe û êrîşê wê dike ne ya mutleq e; belkî beşa wê ya muzir e. Lewra beşa felsefeya ku ji bo tereqiyata hunerê, ji bo kemalata însaniyetê û ji bo heyata civakî ya mirovahiyê dixebite, bi Quranê re di nav aştiyê de ye. Belkî ew felsefe xizmetkarê hikmeta Quranê ye, nikare mu’areze bike. Rîsale-î Nûr dengê xwe ji vê beşê re nake.

 Felsefeya duyem, hem ji ber ku sedemê delalet, ilhad û têxistina çala tebî‘etê ye, hem jî ji ber ku bi sefahet û lehwiyatê ve xeflet û delaletê encam dide û ji ber ku bi xarîqeyên xwe yên weke sihrê, bi heqîqetên mu’cîzekar ên Quranê re mu’arezeyê dike, Rîsale-î Nûr di ekser eczayên xwe de, bi muwazeneyên bi delîl û bi hêz, bi vê beşa felsefe ya ku jihedderketî re têdikoşe, şîmaqa li wê dide; ‘eleqeya xwe ji felsefeya musteqîm û bi mifa naîne. Loma xwendekarên mekteban bêîhtîraz, bêyî ku bikevin şubhê dikevin nava Rîsale-î Nûrê, xwe bi wê digirin û divê xwe pê bigirin.

            Lêbelê çawa ku minafiqên veşarî, hinek mamosteyan, bi awayekî neheq û bêwate, li hember Rîsale-î Nûrê ku bi heqîqî malê ehlê medrese û mamosteyan e bikartînin, guncavtir e ku ev heqîqet li destpêka mecmû’eya ‘Esayê Mûsa û Zulfîqarê were nivîsandin. Ji ber ku îhtîmal heye, enaniyeta ‘îlmî ya hin felsefevanan were tehrîkkirin û li hember Nûran bête istî’malkirin. Se’îd Nûrsî

Lem’eya heştan û Şu’aya Heştan tam îspat kirine ku, Îmamê ‘Elî (Razîbûna Xwedê Lê Be) di Celcelûtiya xwe de bi awayekî nêzserîhane û bi şêweyeke pir bi hêz, di ‘eynê nimreyê de, behsa Rîsale-î Nûr û risaleyên bi ehemiyet kiriye. Û Îmamê ‘Elî (Razîbûna Xwedê Lê Be), di Celcelûtiyê de, bi fiqreya   destnîşan dike. Me salek du sal berê wisa zen dikir ku Ayetu’l Kubra, rîsaleya herî dawî ye. Hal ev e ku niha di şêst û çaran de (mîladî 1944) ji layê telîfê ve dawîlêhatina Rîsale-î Nûrê; û meala vê hevoka Hizretî ‘Elî, xeberdayîna wî ya vê rêsaleyê ye ku dê sihran betal bike, weke ‘esayê Mûsayî (s.x.l.) wê şewq bide û wê tarîtiyan ji holê rake û beşa vê mecmû’eyê ku navê wê “meywe” ye, wê ji me re bibe palpişt, bibe mudafe’e û tarîtiyên ku li ser serê me ne wê ji holê rake. Beşa wê ya bi navê “Huccetler” jî, mecbûr dike ku ehlê wuqûfa Ankarayê teslîm bibe û teqdîr bike û reşayîyên felsefeyê yê ku li hember Nûran cebhe wergirtiye, ji holê rake. Herwiha pir emareyên ku di “Huccetlerê” de hene yên ku dê zulmetên dahatû ji holê rake û ‘esaya Mûsa (s.x.l.) ku ji kevirekî deh kaniyan diherikîne û li hember medariya wê ya yazde mu’cîzeyan û ev mecmû’aya wê ya dawî jî, “Meywe” ya yazde meseleyên nûranî û beşa Huccetullahi’l-Balixa" ku yazde delîlên wê yên qet’î hene, qena‘e’eteke tam dide me ku, Îmamê ‘Elî (Razîbûna Xwedê Lê Be), bi wê fiqreyê, rasterast îşaretî bal mecmû’eya ‘Esayê Mûsa dike û bi awayekî pesinadarî behsa wê dike… Se’îd Nûrsî

 


Ê Berê Encamnameya Hevdîtina Aliman a 4emîn hat weşandin
Ê Li Pey Zarok û Ciwanên Delal!

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.