Zarok û Ciwanên Delal!

Zarok û Ciwanên Delal!

JI BAXÇÊ ZAROKAN PAYÎZ 2019

Em di havînê de gerîyan, em çûn ser erd û baxçeyan. Me zad çinî, paleyî kir, çûn ser bêndera. Me avdana hewq û dexlan, baxçe û avîyan kir. Em çûn camîyan jibo dersa Qur’anê. Em ‘elimîn nimêj û xwendinê. Me carna kîtab xwendin. Me carna lîst û carna xebat kir. Carna pir germ bû, me xwe avêt hewd û çema. Carna jî hênik bû li ser xanîyû bin dara.

Min jibîr nekir. Me îda qurbanê jî pîroz kir. Wun hinek li ser boraqan sekinîn. We goştê boraqan belav kir li cîran û feqîran, we nas û meriv jî zîyaret kirin. Jixwe we hinekan goşt jî sor kir li ger û ser agir. Afîyeta canê we be. Ji we hinek çûn li bajar û cîyên tûrîstîk jî geryan. Di heqê tarîx û kes û deveran de hûn hînî gelek tiştan bûn. Lê we hew nêrî ku hat û hat û hat û sê meh tatîla we ya havînê bidawî hat. Belê ez jî zanim ku qedîna tatîlan ne bi dilê we ye. Lê tim tatîl nabe. Tatîl jibo hazirîya kar û tevgerek nû ye. Yan na tim tatîl ba, wê heyat tim seknî ba û bêqîmet ba.

Niha em ketin mewsîma payîzê. Wun jî zanin, payîz hezra zivistan e. Bi kar û baran e. Li alîkî çûna ser reza ye, çêkirina dims û bastêq û kesmew mewîj û bennîya ye. Gava yek di ber rez re derbas dibe, ji ehlê maserê re dibêje: Qawet be, bereket be. Ew jî dibên rehma Xwedê li dê û bavê te be, wer ser bereketê. Bîna dimsê ji mahserê difûre. Li alîkî dankutan e, ta’ma dano çiqas xweş e.  Li alîkî çêkirina ava tirşê yanî salçeya malê ye. Li ser xanîya bîna ava tirşê jî pir xweş tê. Li alîkî din li ber pacew ser têla, hişkirina îsot û bacanê sor û bacanê reş e. Niha zêde nema ye, lê berê hevîr distran, dikirin şehîre û şehîreyên li ser xanîya hişkkirî, dixistin soba li ser agir, tê de diqemirandin. Şehîrê tu febrîqeyê weka wan xweş nedibû.

Li alîkî jî firrê xistina bafirok û teyara ye. Sê çitên li hev edilandî, bi hev girêdayî, naylon û şemedana li dora wan pêçandî, bi mêzîn û terrî… Gava li hewayê perîkên dora wê ba lê dixe û terrîya xwe kil dike û bilind dibe, meriv tayê wê berdide û li hewa ji meriv dûr dibe çiqas xweş e ne werê? Ê de haydê xeyal û dinya dilê xwe bi bafirok û teyara xwe bilindî ezmanan bikin.

Payîz e, kar û bar barîz e, lê hun jî zanin ku êdî mekteb dest pê dikin, çûna mektebê ye, xwendina kîtêb û sinifeke bilindtir e. Dîtina heval û mamoste û meellima ye. Çentew û defter û kinc û eşyayên we hazir bûne! Gelek baş e. Ji niha de Xweda zihna we qewî û zîrek bike. Lê mekteb dest pê bike, bila neyê hişê we ku hûnê dev ji dersa Qur’anê berdin. Dersa Qur’anê, çûna mizgeft û camîyê, kirna nimêjê, hînbûna dînê xwe û xwendina heyata pêxemberê me hz. Mûhemmed (selat û selamên Xweda li wî û li al û eshabên wî bin), her dem û weqt e. Ne jibo havînê yan jî dema zarokîyê tenê ye. Ji niha û pê de emê di her hejmarekê de qismekî heyata pêxemberê me têxin kovarê. Wunê bixwînin, ji xwe re bikin nimûne û jê ders û îbret derxin. 


Ê Berê Destpêka ‘Esayê Mûsa Ya Bedî’uzzeman Se’îd Nûrsî
Ê Li Pey Dayikeke din bi hesreta lawê xwe yê Yûsifî çû rehma Xwedê

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.