Dayikeke din bi hesreta lawê xwe yê Yûsifî çû rehma Xwedê

Dayikeke din bi hesreta lawê xwe yê Yûsifî çû rehma Xwedê

Dîya Ehmed Damarê Yûsifîyê ku ev bû 17 sal ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtîgehê de tê girtin di dema amelîyeta mîdê de çû rehma Xwedê.

Hat ragihandin Emîne Damara(65) dîya Ehmed Damarê Yûsifîyê ku ev bû 17 sal ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtîgehê de tê girtin di dema amelîyeta mîdê de çû rehma Xwedê.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Xaltîya Emîne ev bû demeke dirêj ku bi nexweşîya mîdê ketibû û dihat dermankirin. Xaltîya Emîne dema ku ji bo dermankirinê çû Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Dîcleyê hîn bû ku ew bi nexweşîya qansera mîdê ketiye.

Xaltîya Emîne ya ku lawê wê ji ber nasnameya xwe ya Îslamî ev bû 17 sal di girtîgehê de tê girtin di dema amelîyatê de digel temamê midaxeleyan çû rehma Xwedê.

Piştî nimêja cinazê ya ku hat kirin de Xaltîya Emîne li Goristana  Batman Petrolê hat definkirin. Ehmed Damarê ku dîya wî rehmet kir û niha li Girtîgeha Girtî ya Bi Tîpa Myê ya Midyadê tê girtin ji ber ku destûr nehat dayîn beşdarî cinazeya dîya xwe nebû.

Hat hînbûn ji bo Ehmed Damar karibe beşdarî şîna dîya xwe bibe nasên wî serî li meqamên pêwîst dane. Tazîye li Mala Şînê ya Sofî Ozdemîr a li Taxa Yavuz Selîmê tên qebûlkirin.

ÎLKHA


Ê Berê Zarok û Ciwanên Delal!
Ê Li Pey Ji bo hecê pêşqeyd dest pê dikin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.