Platforma Nesla Qur’anê peyama Mewlûda Nebî weşand

Platforma Nesla Qur’anê peyama Mewlûda Nebî weşand

Ji ber minasebeta salvegera wîladeta Hz. Muhammed(s.x.l.) ji teref Platforma Nesla Qur’anê ve peyamek hat weşandin.Di peyama ku hat weşandin de hat diyarkirin divê jiyana Hz. Muhammed baş bê xwendin û famkirin.

Ji teref Platforma Nesla Qur’anê ve ji ber minasebeta salvegera wîladeta Hz. Muhammed(s.x.l.) peyamek hat weşandin.

Di peyama ku bi besmelê dest pê kir de ayeta 9 û 10emîn a sûreya Fethê “Bêşiphe me tu wek şahid, mizgînvan û hişyarkarek şandî da ku hûn ey Mumin, îman bi Xweda û Resûlê Wî bînin, alîkarîya Resûlê Wî bikin, jê re hûrmetê nîşan bidin û bi şev û roj Xwedê tesbîh bikin.” di bîran hat xistin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ev heftî heftîya salvegera wîladeta Hz. Muhammedê ku wek rehmet ji aleman re hatiye şandin e û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Ji ber ku Rebbê me, em xistin ummeta wî em jê re hemd û sena dikin.”

“Ew reçeteyên ku ji teref wî ve ji însanîyetê re hatiye teqdîmkirin divê ji neslên werin bên îzahkirin”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin Hz. Muhammed ji bo rizgarîya însanîyetê rêber e û di temamê jiyana wî de ji bo însanan ders û ibret hene û dû re wiha li peyamê hat zêdekirin: “ Xelasîya însanên dewra me yên ku di rêyeke nebaş de ye bi sunneta Hz. Muhammed e; lewra bi hatina wî ew dewra tarîtî û nebaşîyê bû esra seadetê.  Divê bi vê şiûr û şîarê jiyana wî baş vekolînkirin û ew reçeteyên ku ji teref wî ve ji însanîyetê re hatiye teqdîmkirin divê ji neslên werin bên îzahkirin. Nexasim ji para me Mislimanên ku endamên ummeta wî ne re wezîfeyên mezin dikeve û ev yek eşkere ye. Xweda bike nesîbê me ku em peyama wî bijîn û bidin jiyandin.”

Di dawîya peyamê de hat diyarkirin “Em ji ber vê minasebeta salvegera wîladeta Hz. Muhammed, Mewlûda Nebîya temamê alema Îslamê tebrîk dikin û em hêvî dikin ku îşev bibe wesîle ku Pêxemberê me Hz. Muhammed baş bê famkirin.”(ÎLKHA)


Ê Berê Lîstikên Me: Bizna Kejik
Ê Li Pey Avrupa Yetîm Elî ji bi hezaran zarokên Yemenî re alîkarî belav kir

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.