Weqfa Kerwana Umudê ya ku li nava welêt û li derveyî welêt bi xebatên alîkarîyê yên dike tê naskirin li Fîlîpînên ku lê erdhej çêbûbû xebata alîkarîyê da destpêkirin.
Di 31ê Cotmehê de li Girava Mîndanao û li herêma Cotobatoyê di mezinahîya 6.6an de erdhejek pêk hatibû û xelkê herêmê zirareke mezin dîtibû û 18 hezar û 927 mal hilweşîyabûn.
Piştî erdheja ku pêk hat Weqfa Kerwana Umudê li herêmê ji bo kesên ku ji ber erdhejê zirar dîtine û mexdûr bûne xebata alîkarîya bi lez da destpêkirin.
Rayedarên weqfê derbarê mijarê de destnîşan kirin ji bo ji kesên mexdûr re zêdetir alîkarî bê kirin ew li benda xêrxwazan in.
(ÎLKHA)
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.