Tehsîn Îbrahîm Doskî
Sîbxetullah navê şa'irek me yê klasîk e. Me zêde agahî di derbarê wî de nînitin. Tenê şi'reka wî me di destnivîseka kevin da dîtîye ku keşkoleke gelek şi'rên Kurmancî tê da hene wekî şi'rên Herîrî, Xanî, Bateyî û…hwd. Çend şi'rên farisî jî di evê keşkolê da hene. Dîroka nivîsîna vê keşkolê dîyar nîne lê bi nîşanan em dikarin bêjin ku despêka eve destnivîsê bo sedsala nozdê zayînî yan berî hingê dizivirit. Lew em dibêjîn, ev şa'irê me her çu nebit berî dused salan jîyaye. Mimkûne ku ev şair Seyyît Sibxetulllahê ‘Erwasî bit.
Sîbxetullah di vê şi'ra xwe da dibêjit:
Îro li ser belgê gulê
Zulfan ji 'enber dav veda
Her ro xîyalek tê milê
Bayê şemal lê kir belav
Bayê şemal belav kirî
Me'şûq ji ber winda kirî
Gerden bi 'enber werkirî
'Aşiq dibû lê pir belav
'Aşiq dibûme lez li nar
Dunya digirtî çar kinar
Xem lê dibûne sed hezar
Li-zulfan dibit sêsed silav
Tayê di nazik sunbul in
Serdarê xalan fulful in
Qumrî di burcan xulxul in
Zaxan li baxan girtî dav
Zaxan li bax dav girtine
Me'şûq ji rengê sosin e
Dunya li min bû dujmin e
Seb xatirê gerden zirav
Baxê binefş û sorgulan
Sosin li dora sunbulan
Awaz û dengê bilbilan
Dayîm hizar deng tên ji nav
Dayîm dikim şukrê Xwudê
Min xew nekir hetta subê
Lewra dibe carek ji bê
Ew nazika bi xûbî bi nav
Wax şîn û bî Mecnûn kirim
Ay dê û vê mehzûn kirim
Ah dal û bê ez dîn kirim
Wellah nîhayet min şefav
Dayîm hezar deng tên ji dil
Sed deng û deng min tên ji dil
Firyad û ahîn tên ji dil
'Işqê li min suhtin hinav
'Işqê bi min sewdakirî
Me'şûq ji min cuda kirî
Ew des li ser me dakirî
Ew nazika ehkel bi nav
Min her bi nar û pêhte dil
Berqek ji palan rête dil
Gava disot hinav û dil
Ew qameta bejna zirav
Ew qameta bejna tenik
Hûrî û wildan bêne nik
Fîlhal di ber da bin jinik
Şox û şepala ser zirav
Şox û şepala surrperî
Ebrû sîyeh leb şekkerî
Dêm zuhre ye ez muşterî
Her telbekar im weqt û gav
Her telbekar im gav û weqt
Leb şekkera şirînsifet
Carek li min şefxûn biket
Pêlek biçim gavek silav
Pêlek zîyaret çin tewaf
Şibhê wê nînin qaf bi qaf
Zemzem ji yaqûtê şefaf
Can dê bibexşim şubhî av
Can dê bibexşim dilberan
Ger dil bidet ber xenceran
Ji destê zîv û esmeran
Birîn di dil da man tevav
Ji destê şirîn û nazikê
Rimbaz û tîr endazekê
Kuştîme gerden gazikê
Min şikestî ye ejn û gav
Min şikestî ne gav û qedem
Dûsaxê 'işqê la cerem
Gulçîçeka Baxê Îrem
Yek yek kirin misk û gulav
Zulfêt ji lewnê sosinê
Alal û beybûn in binê
Mawerd û nesrîn in tinê
Ji kupkan girtin xunav
Zulfêt sîyeh mawer kirin
Hem tîj wekî xencer kirin
Hem misk û him 'enber kirin
Hem jî civandin nav nav
Derya û qaf û qulzemîn
Dil cewhera cama mubîn
Îro melaik jî emîn
Ew bû û vê hatin bi nav
Ew “sad” û “bê” ismê me ye
Ew “xeyn û “tê” pêra “he” ye
Muttesilî bi cismê xwe ye
Hêvî heye ew sîne sav
Hêvya wî Rebbê 'alem e
Tek rabe ceyş û heşem e
Ew res bibe ser 'Ecem e
Jorda bike ji hev tar û mar
Wê hatî Îbnû Esfer e
Em gerîyan der bi der e
Himmet bike Pêxember e
Jorda melaik bêne xar
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.