Bi Guhê Qelbê Xwe Godarî Bikin Û Bi Çavê ‘Eqlê Xwe Binerin

Bi Guhê Qelbê Xwe Godarî Bikin Û Bi Çavê ‘Eqlê Xwe Binerin

REÇETA KURDAN M. 'EBDUSSEMED HILMÎ

 

Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm

S: - “Ê berê ji me çêtir bûn yan jî wek me bûn. Ew çax ê ku wê werin jî wê ji me xerabtir bin.” Ma ne werê ye?

C: - “Ey gelî Kurdan! Gelo anha ez mîtîngekî çekim, bav û bapîrên wey du hezar sal berê û ewladên we yê piştû du ‘esran ez de’wetî qerebaliğiyû tevliheviya vê ‘esra hazir, yanî mîtîngê bikim, wê bav û bapîrên we ne bejin; “hey gidî zarokên mîrasyediyên bêkêr! Ma netîca heyata me hûn in? Ê ku ji me man hûn in? Hey hewar ji destê we! We me ji xwe re kir delîlek bê netîce.”

“Hem wan ewladên we yên ku li alî çep sekinîne û ji şehristana îstîqbal hatine wê tesdîqa vanê alî rastê nekin û wê nebêjin; “ey bapîrên me yên bêkêr û di xwernedîtî! Gelo hûn in suğra û kubra ya heyata me? Gelo hûn in heddê ewset ê ku me bi ecdadên me yê bi şan û şeref ve girêdane? Hey hewar ji destê we! Hûn ji me re bûn qiyasek bê heqîqet!”

Ecdadên Kurdan, bav û bapîrên wanî du hezar sal berê bi navê dewleta “MED” împaratorî ava kiribûn. Şehînşahê dewra xwe bûn. Heger îro rabin halê Kurdan bibinin wê ji wan re bejin; “hey gidî mîrasxuran! Ev ê ku ji me man hûn in? Dêmek ji wan ecdadên bi şeref vê nesla bêkêrokî ma. We em kirin wek qiyasek bê netîce di ‘ilmê mentiqê de.”

Ewladên Kurdan ê ku di pêş de wê îttîfaqa Îslamî saz bikin dema werin vê mîtîngê ewê jî bav û bapîrên xwe yê du hezar sal berê tesdîq bikin û wê ji ecdadên xwe yê îro re bejin; “hûn çiqas dixwernedîtîne, ev ê ku me bi ecdadê me ve rebt kiriye hûn in?”

Yanî hûn bûn nesleke di navbêna ecdadên me yê du hezar sal berê ku medeniyet anîne dunyayê û nesla ku du sed sal pişt re wê were û medeniyetê wê bînin dunyayê de. Hûn ne dişibihin ê beriya xwe ne jî ê piştî xwe.

“Ey gelî Kurdan! Di vê mîtînga xiyalî de we dît ku her dû alî jî hûn protesto kirin.”

S: - “Me hewqas heqaret heq ne kiribûn. Em we’d didin ku emê xwe bi rêça pêşiyê xwe bigrin û bibin layiqê wan û ê ku di dû me re wê werin, emê ji teşebbusên wan bi paş nekevin.

ففتحنا السمع لكلامك فمرحبا بك

Me guhên xwe ji gotinên te re vekir, tu îdî kerem ke bêje.”

C: - “Madem hûn ji xetayên xwe poşman bûn, îdî hûn karin li sualên xwe bizîvirin.”

S: - “’Ulemayê berê hîç behsa neqenciya îstîbdadê kirine yan na?”

C: - “Hezar caran belê. Lewra eğlebê şa’iran di qesîdeyên xwe de û gelek muellifan di serê kitêbên xwe de ji zemanê xwe şîkayet kirine, li dewra xwe îhtîraz kirine, hucûmî felekê kirine, dunyayê xistine bin nigê xwe û wê ‘eciqandine.”

‘Alimên zemanê berê gelek şîkayet kirine, lê di hedefa wan de daîm zeman û dewr û felek û dunya hebû. Navê şexsa û hukûmetan nedane lê şîkayet ji halê zemanê xwe kirine.

“Eger hûn bi guhê qelbê xwe godarî bikin û bi çavê ‘eqlê xwe binerin hûnê bibinin ku; temamê tîrê îhtîrazan û şîkayetan diçin qelbê îstîbdadê. Ew îstîbdad a perda reş a zemanê madî li xwe pêça ye.” Yanî hatiye veşartin, kes nizane ku heye yan tuneye.

“Û hûnê bibhîzin ku ew hewar û waweyla hemî ji tesîra ne’pikê îstîbdadê tên.” Ger hûn baş guhê xwe bidin şi’r û kitêbên ‘alimên berê hûnê bibinin ku ew şîkayet û feryad û fîğanên wan ji zordestiya tehekkuma îdarê tê.

“Her çiqas îstîbdad xuya neke jî bes rûhê herkesî bi jehra îstîbdadê jehrî dibû. Her kesî ê ku jehrê diavêtin hineka ji wan didîtin. Hinik dahiyên xurt ku nefes didan û disitendin qêrîn û feryadek kûr ji wan diçû, bes ‘eqil meselê tam ji hev dernedixist. Çimkî tarîtîkî hebû û her tişt ne li cem hevbû.”

Her kesî zanibû îstîbdad heye û bi rûhê xwe îstîbdadê his dikirin, bes ji bo teşxiskirina wê şert û merc ne temambûn.

“Çi weqta van ‘aliman zenkirin ku ev îstîbdad belakî semawi ye, def’a wê muhal e, hucûmî zeman û dewrê kirin, şîmaqa avêtinê û tîra avêtin qelbê felekê. Çimkî viya qa’îdeki ye hatiye rûniştin: Tişkî ku ji îrada însan derkeve û bibe ‘umûmî yan jî li gora ‘adetê ku def’a wê muhal be, wî tişta tê îsnadkirin bi bal zeman ve, dewr tê sûcdarkirin, însan kevira davêjin qubbeya felekê. Eger tu baş temaşe bikî tê bibînî ew kevirên tên avêtin felekê weqta dizîvirin, di qelb de bi şeklê bêhêvîbûnê dibin kevir.”

Însan dema ku nikaribin bela û mûsîbetan defi’ bikin zeman û dewr û felekê sûcdar dikin. Piştî ku fêm dikin sebebê van mûsîbetan ne ev in, bêhêvîbûn wek kevir di qelbê wan de rûdinê.

انظر كيف اطالوا فيما لا يلزم، كلما اضائت لهم السعادة اثنوا على من سادهم و كلما اظلم عليهم شتموا الزمان

Yanî: “Tu binere bê çewa xeberdanê dirêj dikin di meselê ku ne lazimin de. Çi dema ku dilşadî wan ronî dike û bi kêfxweşiyê li der û dorê xwe dinerin wesfê îdarevanê xwe didin. Çi weqta ku zulum li wan tê kirin jî zimandirêjiya zeman dikin.”


Ê Berê Şa‘irek Me Yê Klasîk Sibxetullah û Helbesteke Wî
Ê Li Pey Avrupa Yetîm Elî ji kesên ku ji erdhejê zirar dîtin re alîkarî kir

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.