Ji Devê Du Rewşenbîran Xebatên Îslamî Li Kurdistanê

Ji Devê Du Rewşenbîran Xebatên Îslamî Li Kurdistanê

JI DEVÊ DU REWŞENBÎRAN XEBATÊN ÎSLAMÎ LI KURDİSTANÊ

İMAD KERİM

KELHAAMED: Seyda hûn bi xêr hatin. Em dixwazin ewil we nas bikin. Keremkin xwe bidin naskirin.

İMAD KERİM: Navê min Îmad Mûhammed Kerim. Ez xelkê devera Germiyan im ji bajarê Kelar. Kelar berê bi Silêmaniyê ve girêdayî bû lê niha ew bixwe bajar e.

Gelek tişt hatine serê me di Kurdistana başûr de. Sala 1960î de mala me bû penaberî Îranê. Sala 1967an de ez li Îranê hatime dinyayê. Di salên heftêyan de dema ku îttifak di navbêna Kurdan û ‘Iraqê de çêbû em vegeriyan ‘Iraqê. Di sala 1974an de bi sebeb nelihevkirina Kurdan û hukûmeta ‘Iraqê em dîsa penaberî Îranê bûn. Piştî vê bi salkê yanî sala 1975an de em dîsa vegeriyan ‘Iraqê. Di wê demê de ew kesên ji Îranê veigeriyan hukûmeta ‘Iraqê wan li navçeyekê bi cî dikir. Me jî li qezayek ku girêdayi ser bi nahiya Letîfe bû, ew jî girêdayî ser bi nahiya mahmudiye ye.

Piştre zemanek derbas bû. Di sala 1975-1976an de min dest bi mektebê kir. Min li wir mekteba îbtîdaî (ilkokul) xelaskir. Min mekteba amadeyi (lîse) jî li nahiyek din temam kir. Piştî wê min xwest ez herim kulliya şerî’etê li zankoya Beğdayê. Min viya ji bavê xwe re got. Rehma Xweda lê be wî jî kêfa xwe anî û got Xweda te di her dû dinya de serbilind bike.

Ez di sınıfa 4an de bûm sala 1991ê de herba xelîcê dest pêkir. Min wê çaxê bi Bizutnawa Îslamî re peywendî kir. Ji ber vê îdî min nikaribû ez li Beğdayê dewam bikim. Min di sala 1995-96an de li Duhokê kulliya xwe temam kir. Pişt re min li Tirablûsê mastira xwe temam kir. Paşê min doktora xwe li zankoya Koysancakê temam kir. Di sala 2007an de min yekem car leqeba ‘ilmî sitend. Sala 2017yan de min leqeba profesortiyê wergirt.

KELHAAMED: Maqale, pirtûk û berhemê we çi hene?

İMAD KERİM: Bi navê “Hurriyeturre’yî wette’bîr” (Azadiya Fikr û Îfadekirinê) kitêbek min heye. Kitêbek min din heye bi navê “Delîlul abaî wel ummehat Fî keyfiyetî Îstîxdamî Feysbûk” (Kilawuza Dayk û Bavan ji bo bikaranîna Feysbûkê) Çar kitêbên min hatine çap kirin. Nêzîkî şazde kitêbên minî din jî hene hê nehatine çapkirin.

KELHAAMED: Hûn niha çi xebatên Îslamî dikin?

İMAD KERİM: Bi navê enstîtûya jiyar muesseseyek me heye, komelek medeni ye. Em ne girêdayî bi hîzbeke siyasî ve ne. Em bi giştî meşğûlin bi kar û barê perwerdeyî, ‘ilmî, akademî û pêgihandina şexsî ve. Li gelek bajarên Kurdistanê şu’bên me hene. Tevde heşt şu’ubene. Ez endamê birêveberiya wê me.

KELHAAMED: Xebatên we li ser malbatê û zarok û ciwana çi hene?

İMAD KERİM: ji bo me eviya meseleke gelek girîng e. Ji bo ku li ser xortan bi xebitin heyeteke me ya taybet heye. Pêgihandina şexsi, konferans û semîner gelek fêdê didin xortan, xort ji van wesailan îstîfade dikin. Semînerên ziman, semînerên ‘ilmê şerî’etê, seminerên ‘ulûmê muxtelîfe.

KELHAAMED: ji bona xwendevanên me hûn çi şîretan dikin?

İMAD KERİM: Şîreta minî yekem ev e ku xwendevanên me gerek pir bixwînin. A duyem, lazim e qîmeta weqt pir zanibin. Zemanê xwe her daîm tije derbas bikin. Teblîğ û îrşad û xwendin û mutale’e, rûniştina di meclêsên ehlê fikir de, sertêdana seydayan û zanayan lazim e her daîm di bernama wan de hebe.

YASÎN EHMED ZENGENE

KELHAAMED: Seyda hûn bi xêr hatin. Em dixwazin ewil we nas bikin. Keremkin xwe bidin naskirin.

YASÎN EHMED: Elhamdu lîllah wesselatû wesselam ‘ela Resûlillah.

Navê min Yasîn Ehemd, bi Yasîn Zengene meşhûr im. Mudûrê giştiyê muesseseya Dar’ul-Beyanê me. Dar’ul-Beyan muesseseyeke karê îctîma’î dike û resmi ye. Ji bo pêgihandin û kar û berê civakî dixebite. Komeleke civaka medeni ye li herêma Kurdistanê. Di warê perwerdeyî de di warê te’lîmî de di warê çanda Îslamî de şuğul dike.

Di bajarên Kurdistanê de çalakiyên me hene. Alîkariya jar û feqîran jî dike. Ji bo aîlê semînerên me hene. Li Kurdistanê gelek sazî hene, a me jî yek ji wan e. Çalakiyên xwe em di medyaya civakî de jî pexş dikin. Min tehsîla medresê kiriye û doktora min li ser huqûqê ye. ‘Ulûmê Îslamî, fiqh û ûsûl û ‘ulûmê Quranê li ba mamostayan min xwendi ye. Îxtîsasa min huqûqî û qanûni ye. Yanî îxtîsasa lêkolînê. Ez berê muwezzef bûm, gihaştim seviya mudûrê‘am. Anha ez teqa’ud bûme. Karê minî sereke anha mudur’amtiya darul-beyanê ye. Ez karê perwerdî, de’awa Îslamî dikim.

Nêzî pazde kitêb û meqalê min hene. Gelek ji wan hatine çapkirin. Kitêbik min heye li ser jiyana Pêğember sellahû ‘eleyhî wesellem, bi zimanê Kurdî. Kitêbik min heye li ser cîhada bi nefsê re. Kitêbik min heye bi navê fiqhu’d-de’we, ji bo dawetvanên Îslamê. Bi zimanê ‘Erebî mecmû’ek meqalên min hene.

KELHAAMED: Hûn ji bo hevdîtina ‘aliman hatin Diyarbekir. We ev konferans çewa dît?

YASÎN EHMED: Ez sipasîya Îttîhad û Medarisên Îslamî dikim. Ji alî îdarî û hûnerî ve çalakiyên wan baş bûn. Xwedayê Mezin wan muweffek bike û serkeftî bike. Pir bi îxlas in van mamostayan ji bo ku xelk Îslamê fêm bike. Di tarîxê de roleke mezin heye ji bo ‘alimên Îslamê.

Ev hevdîtina li Diyarbekir bi rastî pir muhîm me. Hem naskirin hem jî heskirin çêdike di navbêna ‘alimên çarparçeyê Kurdistanê de. Di ‘eynî weqtê de yekîtî û biratiyê saz dike di nav wan de.

Lazim e ku ‘ulema di xizmeta milletê xwe de rola xwe, dewra xwe bibînin. Lazim e milletê xwe hişyar bikin bi adab û qîmet û tezkiya nefse û xweşkayiya Îslamiyetê.

Komelek ‘alim me nas kir bi vê wesîlê li hemî çar parçeyê Kurdistanê. Mesûliyetek mezin di keve sutwê ‘alimên me. Lazim e her ‘alim li bajarê xwe de’wa Îslamê bela bike. Lazim e xizmetê bikin ji bo pirsgirêka cehaletê, ji bo pirsgirêka Kurdayetiyê, ji bo pirsgirêkên ciwanan.

 


Ê Berê Avrupa Yetîm Elî ji kesên ku ji erdhejê zirar dîtin re alîkarî kir
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.