"Bila Kurdî jî bibe zimanê fermî, zêdebûna zimanên fermî dewletê dabeş nake"

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglamê balan kişand li ser meseleya Kurd û Kurdistanê destnîşan kir “Bila Kurdî jî bibe zimanê fermî, zêdebûna zimanên fermî dewletê dabeş nake."

HUDA PARa ku di 19ê Kanûna sala 2012an de bi şîara “Siyaseta Dirist û Edaleta Rastî” dest bi siyasetê kir salvegera xwe ya 7emîn bi bernameya ku li Diyarbekirê tertîp dike pîroz kir.

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê di bernameya ku hat tertîpkirin de axavtinek kir. Saglam di axavtina ya ku kir de  gelek meseleyên mîna lêpirsîna ewlehîyê, faîz, bêedaletî û pêvajoya 28ê Sibatê nirxand û dû re balan kişand li ser meseleya Kurd û Kurdistanê û çareserîya problemên heyî anî zimên.

 “Yek ji wan meseleyên herî muhîm a ku li benda edaletê ye meseleya Kurd e”

Saglam di axavtina xwe de balan kişand li ser problema Kurd û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Yek ji wan meseleyên herî muhîm a ku li benda edaletê ye meseleya Kurd e. Divê ev meseleya dirist bê teşhîskirin.Meseleya Kurd, meseleya îhlala hiqûqa biratîyê ya wan birayên ku li heman erdnigarîyê dijîn e. Ev mesele, meseleya tunebûna ziman, medenîyet, qewm û çandekê ye, wek dijmin dîtina wan kesên ku di heyama damezrandinê de canê xwe feda kirin e. Weke ku tê zanîn Kurd di nîvê Ereb, Fars û Tirkan de ne. Heta ku meseleya Kurd di çarçoveya edaletê de neyê çareserkirin ne mimkûn e ku ew xelkên ku li van herêman dijîn bigijin aramîyê. Lewra ummet wek wicûdekê ye.Dema ku azayeke wicûdê biêşe ew ê temamê wicûdê biêşe. Heta ku temamê heqên Kurdan ên tabîî, însanî û Îslamî neyên dayîn ew ê ev erdnigarî nebe xwedî aramî û hizûrê. Ew dewletên ku li ser axên Kurdan xwedî desthilatdar in dema ku xwestin vê meselê çareser bikin dibê berî hemû tiştî li wan xeletîyên ku ji teref wan bi xwe ve tên kirin mêze bikin, helwest, niyet û sekna xwe biguherînin.Êdî divê ew dewlet meseleya Kurd hawaleyî emperyalîstan nekin.”

 “Mîada zihniyeta dewleta netewe xelas bûye”

Saglam di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew  meseleya Kurd bi zihniyeta netewe nikaribe bê çareserkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mîada têgeha dewleta netewe xelas bûye. Ev zihniyeta dewleta netewe bû sedem ku li cîhanê bi deh milyonan însan ji canê xwe bibin, bû sedem ku welat û bajêr bên xerakirin, bû sedem ku medenîyet winda bibin. Ew kesên ku vê zihniyetê bi şikleke herî dijwar disepandin îro sînorên di nav xwe de rakirin. Bi dehan qewm wek milletekî hatin ba hev. Lê belê Ummeta Îslamê bi vê yekê tê xapandin û bi hev dikevin. Êdî divê lîstika ku tê lîstin bê dîtin. Ger îro ev yek neyê kirin sibe dibe ku dereng be. Ger li meseleya Kurd bi çavê rageşîyên siyasî, ranta siyasî bê mêzekirin ew ê ev mesele neyê çareserkirin. Ev mesele, meseleya bawerîyê ye. Kurdî jî yek ji ayetên Xweda ye ku divê ji ber vê yekê tiştinan bê kirin.”

 “Ji bo vê meselê dê her çi bê kirin divê a niha bê kirin”

Saglam di berdewama axavtina xwe de diyar kir ‘ev bû çend sal ku dema ku meseleya Kurd û Kurdistanê tê rojevê dtê gotin ku berî dewletê bila çek bêdeng bimînin’ û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Belê niha kêm be jî bêdengîyek heye. Em dibêjin, niha tam wextê vê yekê ye. Ji bo vê meselê dê her çi bê kirin divê a niha bê kirin. Ev mesele meseleya heqên însanî yên bingeh in, divê bi vî çavî li vê meselê bê mêzekirin.Ji bo çareserîyê hewce nîne bi terefekî re bazar bê kirin. Kerem bikin, mafên welatîyê yên bingeh çi bin deynin li ber xwe û van mafan bidin Kurdan û milletên din. Ne kêm û ne jî zêde. Dawî li wan zextên li ser zimanan bînin. Bila hemû kes karibe bi zimanê xwe perwerde bibîne. Li ba Tirkî, zimanê Erebî û Kurdî jî bikin zimanê fermî. Zêdebûna zimanên fermî dewletê dabeş nake. Ew tiştên ku ji teref Xwedê ve nehatine qedexekirin civaka Îslamê ji hev naxe. Divê ji vê yekê neyê tirsîn.”

ÎLKHA


Ê Berê Kerwana Umudê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne
Ê Li Pey Dîya 4 şehîdên Sûsayê çû rehma Xwedê

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.