Îmtîhana Kurda Di Navbêna Qeder û Qudretê de

Îmtîhana Kurda Di Navbêna Qeder û Qudretê de

SERNIVÎS - KELHAAMED

Di nav ‘alema Îslamê de piştî xîlafetê ê ku sînorê zêdeyî bîst dewletî danîn û îdarevanên wan te’yîn kirin hêzên emperyalîst bi xwe bûn. Li gora şert û konjoktora dinyayê gerek îro rewşa erdnigariya Kurdistanê ne ev bûna. Gerek di vê erdnigariyê de jî dewletek bi navê Kurdan hebûna û îdarevanên vê dewletê Kurdbûnan. Sebebê ku îro dewletek bi vî navî û wesfî tuneye jî dîsa hêzên emperyal in. Çimkî tiştê ku ji dîrokê tê famê û di waqi’ê de jî em dibînin mesleheta xwe di vî şeklî de didîtin. Bes dewlet ne her tişt e û her tişt bi dewletê pêk nayê. Di dunyayê de şanazî, di axretê de rûkî sipî esas e.

Rebbê ‘alemê, ‘alema Îslamê û Kurdan di vê çerxa tarîxê de di îmtîhaneke cuda re derbas dike. Îmtîhaneke ku du cîhetê wê hene: Cîhetê enfusî û cîhetê afaqî.

Cîhetê enfusî îmtîhana ‘eqîdê ye. Her qewmekî Musluman û di nav wî qewmî de her ferdekî, li hember pêlê lehiya qewmiyetperesetiyê tên îmtîhankirin. Hem qewm hem jî ferdên wî qewmî helwesta wanî li hember mensûbiyet û endamtiya qewmê wan, fêmberiya wanî ‘eqîdê dide nişandan. ‘Ereb bi ‘Erebtiya xwe, Tirk bi Tirkîtiya xwe, Kurd bi Kurdîtiya xwe, Faris bi Faristiya xwe îftîxar dikin yan nakin, yan jî çiqas dikin, bi çi çavî li qewmên din yên Musluman dinerin, bi çi çavî li sînorên dewletî dinerin? ‘Enasirên Îslamî wan xett û sînorên ku emparyalîstan di nav wan de danîne meşrû’ dibînin yan na? Bi çi çavî li dîrok û ‘adet û ziman û folklor û ax û xett û lat û… her wekî din xusûsiyetên qewmî dinerin? Bi van xusûsiyetan xwe di ser hev re di bînin yan na, hev dû înkar dikin yan na?

Cîhetê afaqî jî îmtîhana bi cîanîna heqq û ‘edaletê ye di nav ‘enasirên Îslamê de. Qewmên ku bûne dewlet xwedî deselat in. Evana çi mu’amelê dikin bi ê ku nebûne dewlet yên nav xwe re? Heqqê wan teslîm dikin û ‘edaletê bi cî tînin yan na? Xwedîtî li hev dikin yan na, biratiya Îslamê bi cî tînin yan na? Her wiha, wek Kurdan, yên ku deselat di destê wan de tune jî tên îmtîhankirin.

Çewa ku bicihanîna ‘edaletê û teslîmkirina heqqan emrê Îlahî û tebî’etê beşerîne, her wiha riya mucadela di oğira ‘edalet û heqqan de jî ji cîhet Îlahî ve hatiye xêzkirin. Wek Kurda qewmên ku ji heqqên xwe hatine mehrûmkirin bi riyên ğeyrî meşrû nikarin vê mucadelê bidin, bidin jî di zalimtiyê de ferqa wan ji zaliman û tecawuzkeran namîne.

Qederê, bi şeklê ku Kurd ji heqqên xwe yên însanî mehrûm bimînin tecellî kir. Bes Rebbê ‘alemê di nav qederê de qudret xuluqandiye. Qewmên ku di mesela hurriyet û hurmetdayina însan de wacibê xwe bi cî anîne, ji alî siyaset û qanûn û hêz û tenzîmê ve pêşveçûne û quwwet sitendine. Ji alî teknolojiyê ve jî quwwet sitendine û bûne hêzên navdewletî. Van qewman jî berê ne wihabûn, rewşa wan ji ya Kurdan xerabtirbû. Qudreta xelasî û pêşveçûnê ne bi wan qewman bi tenê re, bi hemî qewman re heye. Bes ji bo vê jî bicîanîna esbaba şert e.

Hêzên ku li ser ruyê erdê hukum dikn, ew îrada ku Xwedê dayiye wan li hember dinyayê di şerrê de bikar tînin. Eviya nake lazimî xwe ku Kurd jî di şerrê de xwe nîşanbidin. Ji bo kesbkirina heqq û hinik nî’metên dunyewî ne lazim e ku Kurd bi her enwa’ê küfr û şerr û zulmê re rabin û rûnên û bi wan re hevaltî bikin û deselata xwe têxin destê wan. Emperyalîstên xûnmij û xûnrij bi xêzkirina van sînoran ku ev dewlet di nav ummetê de çêkirine nayê ser mana ku menbe’a tehsîlkirina heqqan û bi cihkirina ‘edaletê dîsa ev emperyalist bixwe ne. Ev rewşa dinyayê meşrû’iyetê nade Kurdan da ku herin li ber deriyê xûnmijan destê xwe vekin û xwe ji wan re deynin û bi şîretên wan siyaseta xwe te’yîn bikin.

Nêrîna li destê xelkê ne qedera Kurda ye, ji bo avakirina medeniyeteke Îlahî Xweda qudret dayiye wan.


Ê Berê JI WEŞANKARÊ KELHAAMED
Ê Li Pey Encamên pişkavêtina Hecê hatin daxuyandin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.