Bı Dr. Mûhemmed Şerîf Re Hevpeyvîn

Bı Dr. Mûhemmed Şerîf Re Hevpeyvîn

Bı Serokê Merkeza Fıkra Îslamî (Korrbendî Hizrî Îslamî) Ya Kurdistan Prof. Dr. Mûhemmed Şerîf Re Hevpeyvîn Kelhaamed

Kelhaamed: Seyda di serî de em dixwazin hûn xwe bi me bidin naskirin

M. Şerîf: Ez Doktor Mûhemmed Şerîf Ehmed. Bavê min Mela Şerîf ‘alimekî mezin bû. Di sala 1934an de li Mentiqa Qûştepe ku li binya Hewlêr dikeve welidîme. Min ‘ilmê hucra feqiya li ba bavê xwe xwend û ji wî îcaze jî wergirt. Di hucrê de kitêbên muhîm ji ‘ulûman hemiyan min xwend. Ji ‘ilmê Kelamê Tehzîbulkelam, Cem’ulcewam’i, Muxteser, hinik ji Şerhulmewaqifê min xwend. Ji fiqhê jî mesela Tuhfe, Mutewwel, Şerhuttelxîs a Teftazzanî min xwend. Ji Nehwê jî Molla Camî, Suyûtî, ji mentiqê Qewlehmed, Fennarî, Îsağocî, Gelenbewî û herwiha gelekên ku hemî feqiyan nedixwend jî min xwend. Piştre ez çûm Beğdayê. Li wir ‘alimekî mezin hebû bi navê Mela Muhemmedê Qizilcî. Li wir jî min tefsîra Keşşaf xwend, ew jî ‘alimekî mezin bû.

Pişt re ez bûm îmamê ‘eskeriyê. Wê çağê ‘umrê min 21 sal bû. Ez 17 salan di nav eskeriyê de mam. Wî weqtî hukûmeta ‘Iraqê ji bo memûriyeta resmî îcaza hucra qebûl nedikir (î’tîbar pê nedikir). Ji bo ez ji derve ve kulliya Şerî’etê biqedînim min muraceet kir. Ji min re gotin “nabe, gerek tu îbtîdaî (ilkokul), mutewessîte (ortaokul) û î’dadî (lise) biqedînî, pişt re tuyê werî.” Mecbûr mam min ji derve ve îbtîdaî û mutewessîte qedand, î’dadî jî min daxilî xwend, dûv re jî ez çûm zankoya Mustensiriye li Beğdayê. Li wir Kulliya qanûn (hukuk fak.) min qedand û diploma wê min sitend. Dereng min mastir û doktora jî kir li wir. Kitêba min a bi navê Tefsîrû Nusûsul Medeniye teza minî doktora ye, hem qanûn e hem jî usûlulfiqh e. Kitêba minî bi navê Fikretû Qanûnuttebî’î Îndelmuslimîn jî teza minî mastirê ye. Behsa fikra tebî’î ya qanûnê ğerbiya dike. Mesela huqûqê însan, mîsaqa yekîtiya milletan jiî qanûnê tebî’î ye. Di Îslamê de jî qanûnê tebî’î heye. Min di vir de ‘eqlî û tebî’î nêzî hev kiriye. Di lêkolînê felsefî û fikrî de himkûfê vê kitêbê tunene. Di ‘alema ‘Ereban de ‘Ebdurrezzaq Senhûrî yê Misrî di qanûnê de meşhûr e, wî jî di vê babetê de şeş satir nivîsandiye. Lê min kitêb nivîsi ye. Ev mijareke muhîmm e.

Di hedefa min de hebû ez ders bidim di fakulteya qanûn de. Bes hukûmetê qebûl nekir, min di wezareta ewqafê de kirin mudûrê giştî li herêma xweserî (özerk) a Kurdistanê. Wê weqtê Seddam û Mela Mustefa di 11 adarê de îttîfaq kiribûn li ser herêmê. Wezîrê ewqafa ê herêmê ‘Elaeddîn Seccadî şexsiyetekî ‘alim û meşhûr bû, xwest ku ez bibim mesûlê ewqafê Kurdistanê. Viya bû sebeb ku hukûmet min nasbike. Min jî li Beğdayê îhtîraz kir lê hukûmetê îhtîraza min qebûl nekir. Wezîrê ewqafa, min li Beğda kir mudîrê giştîyê îrşada dînî. Pişt re min kirin wekîlê wezîr. Piştî vê te’yînbûna min bi çend rojan herba Îran û ‘Iraqê dest pêkir. Ez îdî bi wir ve hatim girêdan heta herp qediya. Di sala 1990î de min telebkir ku ez herim zankoyê ders bidim. Teleba min gihaşt Seddam. Seddam ba min kir, ez çûm bale. Ji min re got “tu ji bo çi diçî zankoyê?” Min jêre got, ez zilamê ‘ilmê me ne ê îdarê me, min çil salî xwen ne ji bo ku ez bibim îdarevan. Teleba min hat qebûlkirin, ez çûm fakultê. Ji wir ez hatim Kurdistanê. Rewş ne xweş bû, ez çûm Urdun zankoya Alulbeyt li wir min du sal ders da. Ji ber ku ez ne ji Beğda, ji Kurdistan çûbûm Urdun pirsgirêk derdiketin, ez mecbûr mam çûm Ewrûpa. Ez çar salan li Ewrûpa mam, dûv re hatim Kurdistanê

Kelhaamd: Hûn anha serokê saziya “Korrbendî Hizrî Îslamî yî Kurdistan” (Kurdistan İslami Düşünce Forumu) in. Derheqê sazkirina vê saziyê û xebatên wê de hûn dixwazin çi bêjîn?

M. Şerif: Li Ewrûpa min nikaribû ders bidim. Min di rojnama bi navê Zeman de heftê meqalyek di nivîsand. Ew meqalên min bûn bingeha Korrbenda Hizrê Îslamî. Serokê Herêmê Kekê Mesûd (Barzanî) rojkê ji Nîçirvan (Barzanî) re dibêje M. Şerîf bibîne wezîfekî bidyê. Çimkî zanibûn ez tişna dinvîsim. Nîçir hat ba min got bibe wezîrê ewqafê. Min got ez nabim wezîrê ewqafê, ez ne îdarevan im, ez lêkolînerê ‘ilm û meseleyên ‘alema Îslamî me. Çimkî deh salên ku ez di wezareta ewqafê de bûm mehê carkê yan du caran em diçûn dervê welat. Birîtanya, Emrîka, Pakistan û Bangladeş falan. Min jê re got “ger karkî te di vî warî de hebe ez hazir im. Ez ‘elaqatên navbeyna ‘alema Îslamî baş dizanim. Û derheqê korrbenda Îslamî de jî fikrik min heye. ku bi min be ezê korrbendekê saz bikim.” Ji min re got “li ser hesabê min vê saziyê veke. Çi lazim be ezê ji te re bikim.” Me jî sazî vekir, hinek ustad me civandin û me fikrên xwe kir kitêb û belavkir. Îhtraza çi ‘alimî, çi mutefekkirî li ser fikrên me hene ji bo munaqeşê em hazirin. Bes heta niha kesî îhtîraz nekiriye.

Kelhaamed: Ferqa fikrên we ji fikrên mutefekkirên din heye yan na? Yan jî ferqa fikra we çiye?

M. Şerîf: Fikra me ev e ku, mesela; çewa siyaset diguhere, sabit namîne û Îslam wehy e sabit dimîne. Zeman diguhre bes Îslam ku ji bo hemî zemana hatiye çewa sabit dimîne û naguhere? Ji sed salî carkê ‘adet diguherin, fikir diguherin, dewlet diguherin. Zemanê me de mesela înqîlab çêdibin. Ji sedî sed her tişt diguhere. Tiştik wek xwe namîne. Ev çewa digel Îslama sabit li hev dikin? Pirsgirêkeke mezin e. Me xwest ku em cewaba vê pirsgirêkê bidin. Gelo Îslam bi vê ‘esrê re li hev tê yan na? Eger li hev tê ev çewa çêdibe? Çimkî yek sabit e yek jî diguhere.

Beriya ku DAIŞ derkeve ew muşkilên fikrî ku daiş derxist me wan tev hel kiribû. Ji bo viya berê kovarek me hebû, bi ‘Erebî û Kurdî derdiket. Bi navê “Nwêsazî” bi ‘Erebî “Et-Tecdîd”. Me çend hejmar dabûn we jî. Di wê derê de me îzah kiribû, çewa daiş dewsa nigê xwe di van axan de dît? Me cewabên vana di pêş de dabû.

Çend xalên serekî hene. A yekem, Îslamê derheqê meselên ku tên guhertin de ness naniye. Di nîzama Îslamî de, mesela ne hatiye sabitkirin ku gerek xelîfe hebe, bes hatiye sabitkirin ku gerek ‘edalet hebe. Xelîfe ne cuzekî ji nîzama Îslami ye, belkî çand e, kultur e, tarîx e. Ruknê esasî jî ‘edalet e, şûra ye, el-emn e, îstîqamete, yanî qîmetên exlaqî ne, çanda her dû Şeyxa ye (Ebûbekir û ‘Umer). Îmamê ‘Umer ne xelîfebû, emîrulmu’minînbû. Yanî Îslamê behsa tiştên kullî kiriye, zêde bi nav tefsîlan ve neçûye. Ev yek ji wan xalê ku me behsa wan kiriye.

Xaleke din behsa kesên murtedd e. Hedîsek heye dibêje “ew kesê dînê xwe biguherîne wî bikujin”. Yanî ew kesê ku dînê xwe diguherîne û ji cema’etê diqete, ji seffê muslumanan derdikeve diçe dikeve nav seffê kafiran. Di vir de hedîs behsa murteddê siyasî dike. Yanî dibêje murteddê siyasî bikujin.

Xalek din, mesela hedîsê nebewi ye. Ayet dibêje “etî’ullahe we etî’urresûle”. Quran emrê me dike bi îta’eta sunneta Nebewî. Bes em dizanin ku ji Resûlullah ‘eleyhissalatû wesselam re du sifet hebûn. Sîfetê beşerî û sîfetê nebewî. Hedîsên ku gotiye lazime em bizanibin bê bi çi sîfetî gotiye. Ev muhîmm e. bi sîfetê Nubûwwetê, yanî teşrî’ gotiye, yan bi sîfetê beşerî gotiye? Mesela gotiye “kî erdeki îhya bike ew erd ji wî re ye”. Bes mesela Ebû Henîfe vî hukmî qebûl nake. Lazim e di vir de dewlet muwafeqet bike. Yanî ferq heye di nav gotina wi ya ku bi nebîtî gotiye û a ku bi qaidtî (serokatî), yanî siyasî gotiye.  

A duyem, em tev dizanin ku Pêğember ‘eleyhissalatû wesselam gotiye “tiştê ku min got ne nivîsin.” Ji ber çi wiha gotiye? Hinik fuqeha dibêjin ji ber ku hedîs û ayet tevlihev nebin, ji bo ku hedîs jî nekevin nav Quranê. Naxêr, sebeb ne ev e. Çimkî Quran ji xwe mu’ciz e, zimankî xass e, ji hedîsan ferqa wê xuya ye, ferqa wan gelek sehl e. Herê hedîs jî kelamekî fesîh û belîğ e lê bi ayetê nayê şibihandin, çimkî ê beşer e. Sebebê vê hedîsê ev e ku; Pêğember‘eleyhissalatû wesselam dema ku tişkî dibêje însan wek ayetê gotinên wî qebûl dikin. Loma gotiye “heta ku ez xeber nedim suala ji min nepirsin.” Çimkî Wî dizanibû ku tebî’etê însanan, tiştê ku ji Pêğember ‘eleyhissalatû wesselam bihatana wacib qebûl dikir. Îslam dînekî selîs û besît e. Keçeke E’rabî dihat ba Pêğember ‘eleyhissalatû wesselam digot “ya Resûlellah ez çewa musluman bibim.” Pêğember ‘eleyhissalatû wesselam jê re digot û di si’etkê de Îslam tev fêm dikir. Ê mey îro bîst sala dixwînin jî Îslamê fêm nakin. Sebeb çiye? Tiştên îro tev kombûyîyê tarîxî ne. Ji ber vê em dibêjin Îslama heqîqî a saf e, sabit e, wehy e. Tiştên din îctîhadên beşer in. Saziya me navê wê “Korrbendî Hizrî Îslamî” ye. Yanî behsa fikra beşer dike. Beşer çewa tefsîra Îslamê kiriye. Em ji wê xeber didin. Em dest li wehyê nadin. Tiştên ku berê hatine tefsîr kirin zemanê mey îro ne li gel wan e, zeman wan qebûl nake.

Tiştekî din jî heye. di ‘ilmê usûlulfiqhê de hijde ma’ne ji sîğa emrê re hene. Yek ji wan ji bo wucûbê ye. Eğlebê sîğê emrê di Quranê de ji bo tewcîhê ne. Emrên Pêğember‘eleyhissalatû wesselam jî ‘eynî tişt e, nesîhet e, îrşad e. Ekserê hedîsan nesîhet in, ne wacib in. Emma ger beyana ayetek Qur’anê be û ew ayet wacib be ew hedîs jî wacib e. Re’ya me wek re’ya Îbnî Hezmê Endelûsi ye ku dibêje sê hukum hene: Helal, heram, wacib. Nesseke ku bêje filan tişt heram e tune be ew tişt mubah e. Mubah yanî çi? Yanî însan divir de hurr e. kare bike û kare neke.

Kelhaamed: Meselên ku Korrbenda Hizrî Îslamî pê re ‘elaqe dike meselên ‘ilmî û akademîk in. Muxatebên wê jî ‘ulema û akademîsyen in. Ji bo xelkê ‘ewam jî xebatên wê hene yan na?

M. Şerîf: Xîtabên me ji bo melayan e, ji bo mutefekkiran e, ji bo mezûnê fakulteyên şer’î ne. Ne ji bo cotkaran e. çimkî karê cotkaran ne fikr e, karê me jî fikr e. Di nav ‘ulemaê dîn de ez meqbûl im, bes tiştê ku ez dibêjim zêde ne meqbûl in. Mesela di Mînhacê de dibêje: “Li ser her muslumanî lazim e ku ğezûw bike.” Ğezûw ne herb e, çimkî herb sehl e. Ğezûw yanî talankirin. Ğezûw ‘adetê ‘eşîran e. Mesela Tirk û Moğol çewa hatin? Ğezûw kirin, talan kirin. Îskenderî Meqdûnî Yûnanî ğezuw kir, yanî talan kir. Evana tev ğezwûn. Di zemanê xwe de ğezûw tiştekî di cî de bû. Bes anha ew nema ye, cîhad heye. Cîhad jî li hember wan kesa ye ku ayet dibêje:  قاتلوا الذين يقاتلونكم   “kesên ku we bikujin hûn jî wan bikujin”. Bi navê ğezwê ku hinik herin bajarekî zeft bikin ev ne Îslam e, siyaseta ‘esrê ye. Di Ewrûpa de heta herba ‘alemî jî ğezûw her dewam kirine. Cîhad dîfa’î ye. Ayet dibêje: اذن للذين يقاتلون بانهم ظلموا “Kesên ku zulum li wan tê kirin îzna wan heye ku herbê bikin”. Yanî kesên mezlûm cîhad dike ne ê zalim. Tu nikarî bêjî, filander ne musulmane ezê herim wan musulman bikim. Di dîn de îkrah tune. Em li vir behsa qanûnên tebî’î dikin. Yanî anha Emrîka zanibe kes nikare pê; wê Ewrûpa, Rûsya û hemî derî îşğal bike. Ayet dibêje:   ان الانسان ليطغى ان راه استغنى “Dema însan xwe musteğnî dibine tuğyanê dike.” Ha ev qanûnê tebî’î ye. Mesela cîhadê bûye pirsgirêk ji bona muslumanan. Çimkî ğezûw îro nemaye, ‘edalet heye. ğezûw jî ne ‘edalet e. Berê muşrik dihatin ğezûw dikirin, muslumanan jî diçû ğezûw dikir, ewçağ di cî de bû. Mesela ayeteke ku koletîyê emir bike tune. Kitêbên me yên fiqhê dibêjin esîra ya bikujin yan jî bikin kole. Çima? Çimkî wî weqtî ê lihember te te dikuşt, nedibû ku tu jî nekujî. Bes niha ne wisa ye.

Kelhaamed: Di nav qewmê Kurd de gelek zanayên wan fikra marksîstî bi wan re heye. Di rêberiya wan de di nav civaka Kurdî de jî fikrên batil cî digrin. Ji ğeyrî van jî fikrên ğeyrî Îslamî çima di nav muslumanan de çî digrin? Ji bo çareseriya vana merev kare çi bike? Hûn viya çewa dinerixînin?

M. Şerîf: Sebebê sereke, fehma kevn a fiqha Îslamî ye. Ew fehma teqlîdî. Eviya ne dikare muqabele bi marksîstiyetê re bike ne bi demokratiyetê re bike ne bi ‘elmaniyetê re bike. Ew fehma qedîm, li hember wan cereyanên fikrîyên ku tu behsa wan dikî fikra Îslamî ze’îf dike. Ême wek Korrbenda Hizra Îslamî mijarek me heye ji bo hedîsê. Mijarek dinê jî hîkmet e. Ku ayet dibêje: ويعلمكم الكتاب والحكمة  Kîtab û hîkmetê hînî we dike.” Em dibêjin hîkmet dewsa edîlleê şer’îye digre. “Qencî ew tiştê ku nefs pê mutmeîn dibe. Şerr jî ew tiştê ku di singê de tengasiyê çêdike.” Yanî cîhazek heye jêre dibêjin dil (qelb). Qur’an dibêje hîkmet. “Kesê ku hîkmet hatibe dayin jê re muheqqeq gelek xêr jê re hatiye dayin.” Usûlulfiqih dibêje bi hîkmetê hukum nayê ‘illetkirin, lê hukum bi ‘illet tê te’lîlkirin, çimkî hîkmet nayê zebtkirin. Tu dibêjî hîkmet ev e, ê din dibêje na hîkmet ev e. hal ew e ku hîkmet zebitkiriye. Çimkî hîkmet ûjdan e. Mesela işkencekirina li însan ji yekî Tirk, yekî Kurd, yekî Efrîqî bipirse bê me’qûl e yan na? Wê bêjin na. Hetta işkencekirina li heywan jî wiha ye. Çimkî ev ujdan e. Ferqa hîkmetê ji hemû delîlan ev e ku cahil û zana tev vê meselê de wek hev dibînin. Mesela kesê cotkar di îcmaê de hîç qîmet jê re tune ye. Bes Qur’anê ferq ne xistiye navbêna însanan. Ew cotkar e, ew ummi ye, ew tişkî din e, tev yek in. Pêğember ‘eleyhissalatû wesselam jî ummî bû mesela. Gelekên seahaban ummî bûn û besît bûn. Hîkmet ‘eql e, ujdan e, şi’ûr e. Beşer di hîkmetê de muşterek e. Ev e ku ji berê ve dibêjin “qanûnê tebî’î çiye?” Îbnû Ruşd te’rîf dike bes ne bi navê qanûnê tebî’î. Dibêje “ew qanûnê ku di nav hemî milletan de meqbûl e.” Ez vê mîsalê ji we re bînim. Mesela emanet. Ez vî tiştî heta si’etekê bi emanetî didim te. Piştî si’tekê lazim e tu vî emanetî bidî min. Eviya qanûnê Îslamî ye yan Yehûdi ye yan dînkî di ye, ferq nake. Mesela huqûqê însan. Min di sala 1947an de li ser huqûqê însan ê ‘alemî lêkolîn kir. Çima? Çimkî di sala 1947an de li Rûsya Stalîn li ser hukum bû. Li Çîn yekî wek wî, li Emrîka yekî wek wî. Evana teva çewa li ser huqûqê însn ê ‘alemî tifaq kirin? Çewa? Çewa? Çimkî î’lankirina huqûqê ‘alemî hemî qanûnê tebî’î ye. Hetta komunîst jî nikare bêje bira însan ne hur be.

Kelhaamed: Di nav melayan de, di nav feqiyan de, di nav akademisyenan de merev çewa bike ji bo ku fikra Îslamî bi cî bibe û pêj de here û fikrên ğelet rabin? Kîjan muessese karin vî karî bi cî bînin, çavkaniya vî karî kîder e? Hucre ne yan medrese ne yan zanko ne yan cihnî din in?

M. Şerîf: Em wek Korrbenda Fikra Îslalamî hê jî muweffeq nebûne. Lê tesîra me çêbûye. Xasseten melayên me yên kevn li ser fikra kitêbên kevn in. Mûhemmed Ğezalî ‘alimekî mezin e, ez li Beğdayê çûbûm balê, li Qahîre jî çûbûm mala wî, gelekî li cem wî rûniştime. Kitêbek wî heye bi navê “Beynel Fiqhî Wessunnen-Nebewiyye.” Di wir de dibêje ku sened sehîh be ne şert e metin jî sehîh be. Eger metin muxalifî menqûl bû, muxalifî me’qûl bû, muxalifî usûlê Îslamî bû ‘emel pê nayê kirin. Em dibêjin ew kultura îro kul li ‘alema ğerbê ye me’na wê ne ew e ku çi dibe bira bibe ew kufr e. Huqûqê însanî ê ‘alemî dema merev dixwîne merev dibine ku ne muxalifî Îslamê ye. Mîsaqa yekîtiya milletan jî her wiha ye.


Ê Berê YA NEBÎ BÊJE-4
Ê Li Pey Salvegera Helebçe

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.