Karwana Hêvîyê ya Êlihê berîya îdê ji 70 zarokên êtîm re alîkarî kir

Karwana Hêvîyê ya Êlihê berîya îdê ji 70 zarokên êtîm re alîkarî kir

Ji teref Karwana Hêvîyê ya Êlihê ve berîya Îda Qurbanê ji 70 zarokên êtîm re alîkarî hat kirin.

70 zarokên êtîm ên ku di nav wan de zarokên êtîm ên Sûrîyeyî jî hebûn ji teref Karwana Hêvîyê ya Êlihê ve hatin birin dikana cilfiroş û pêlavfiroş. Zarokên êtîm li vê derê li gorî dilê xwe cil û berg û pêlav ji xwe standin. Zarokên ku ji wan re alîkarî hat kirin gelek zêde kêfxweş bûn.
 
Alîkarê Serokê Karwana Hêvîyê ya Êlihê Şenol Bozan derbarê alîkarîya ku hat kirin de daxuyanîyek da û destnîşan kir, ew di bergeha “Projeya Alîkarîya Cil û Bergan a Ji Bo Êtîman” de alîkarî kirine.
 
Bozan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir “Ger rûyê êtîman bikene ew ê cîhan xweşik bibe.Me vê yekê ji xwe re kiriye distûr û şîar. Pêxemberê me jî êtîm bû ku ji ber vê yekê Îslam gelek zêde qedr û qiymet dide êtîman. Ji ber ku me berîya îdê ji zarokên êtîm re alîkarî kir em kêfxweş û şad in.”
 
Bozan di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir ew ê bi saxîya xêrxwazan alîkarîyên xwe yên ji bo êtîman bidomînin û dû re wiha got: “Xweda xêra xêrxwazan qebûl bike. Înşaallah ew ê ev zarok di îdê de kêfxweş bibin.”(ÎLKHA)


Ê Berê Weqfa Karwana Hêvîyê amadehîyên serjêkirina qurbanan temam kir
Ê Li Pey Şehîdên 6-8ê Cotmehê di 6emîn salvegera şehadeta xwe de bi rehmet û minnet hatin yadkirin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.