“PKK ji bilî Kurdan ji hemû kesî re xizmetê dike"

“PKK ji bilî Kurdan ji hemû kesî re xizmetê dike

Radîf Mustafayê siyasetmedarê Kurdê Sûrîyeyî yê ku ji ber zilma PKKê revîya û hat li Kurdistana Tirkîyê bi cî bû derheqê PKKê de destnîşan kir, PKK cihê ku ew lê ye tehemûlî tu kesî nake û hewl dide wan kesên ne jê ji holê dabike.

Temamê hevpeyvîna ku me pê re kir wisa ye:
 
"Siyasetmedar û gelek dijberên rejîmê ji hêla PKKê ve hatin kuştin"
 
Pirs: Mustafa Radîf kî ye? Çi bû sedem ku hûn koçî Tirkiyê bikin?
 
Radîf Mustafa: Ez ji bo vê hevpeyivînê spasiya we dikim. Navê min Radîf Mustafa, ez parêzer im û bi eslê xwe ji Kobanî me û ez zewicandî me. Ez di sala 1967an de li gundê Pêndira Kobanî hatim dinê û wekî malbat em her gav bi siyaset re mijûl bûn û di nav muxalafetê de cî girt. Min di gelek rêxistinên sivîl de xebitî. Heya ku şoreşa li Sûriyê dest pê kir, me bi hevalên xwe re çalakiyên wiha, di serî de ji bo mafên siyasetmedaran, domand. Ji ber dijberiya me, rejîmê di destpêka şoreşa Sûriyê de êrişî mala me kirin û kurê min Rodî birîndar bû. Wekî din, çend caran, îstîxbarata Sûrî êrîşî mala me kir. Ji ber gef û êrîşan ez neçar mam ku xwe li gelek gundan veşêrim. Ev di 2011an de qewimî. Bi vî rengî, min demekê jiyana xwe domand heya ku me biryar da ku Meclîsa Şoreşa Neteweyî ya Sûrî ava bikin. Ev pêvajo bi bi biryara civîna li Stenbolê dest pê kir ku ji ber vê yekê di meha 9an a 2011an ez û malbata xwe em hatin Tirkiyê û em li Rihayê bi cî bûn. Sedema bingehîn a koçberbûna min îstixbarat û rejîma Sûrî bû. Sedemeke din koçberîya min PKK bû. Di navbera me de ji roja ewil a pêvajoya şoreşê ve lihevnekirin hebû. Di vê pêvajoyê de PKK û rejîm li hev kiribûn. PKKê gelek caran ji me re nameyên gefxwarinê şandiye û ya ku wan ji min re got ev bû: 'An tu wek me hereket bikî an jî hûn ê ji vir biçin.' Piştî ku rejîm bi PKKê re li hev kir, siyasetmedarên mîna Mişel Temo û gelek dijberên rejîmê li herêmên Kurdan ji hêla PKKê ve hatin kuştin. Di vê pêvajoyê de, ez û hevalên min, em çûn Tirkiye û me Meclîsa Şoreşa Neteweyî ya Sûrî ava kir. Ez dikarim pêvajoyê bi vî rengî bi kurtahî bînim ziman.
 
"PKK ji roja ewil ve li dijî şoreşê û Kurdên ku beşdarî şoreşê bûn derket"
 
Pirs: Li herêmên Kurdî ku PKK lê serdest e rewşa herî dawî çi ye? Ma Kurd û Erebên ku ji ber rejîm û PKKê li wir dijiyan û koçber bûne vegeriyan?
 
Radîf Mustafa: Berî ku ez bersiva pirsa te bidim, ez dixwazim ji bo baştir fêhmkirina mijarê biçim destpêka pêvajoyê. Dema ku şoreş li Sûriyê dest pê kir, gelên Sûrî ji ber pirsgirêkan rabûn ser piyan û mafên xwe xwestin. Ji ber vê yekê navê şoreşê bû 'Şoreşa Azadî û Rûmetê.'  Di vê pêvajoyê de, ger carekê neheqî li Sûrîyeyîyan hatibe kirin, du caran neheqî li Kurdan dihat kirin. Ji ber vê yekê, Kurd beşdarî vê şoreşê bûn. Lê PKK ji roja yekem a şoreşê ve her gav bi rejîma Sûrî re tevgeriya û di heman demê de bi dewletên dijberî şoreşa herêmê re li hev kir. Armanca yekane ya şoreşê ew bû; çûyîna rejîma Beşar Esed û di şûna wî de  damezrandina hikûmeteke ku Kurdan û mafên wan nas dike û cûdahiyê naxe navbera Ereb û Kurdan. Lê PKK ji roja yekem de li dijî şoreşê derket. Ew bi taybetî li dijî Kurdên ku beşdarî pêvajoya şoreşê bûbûn derket.
 
“PKKê wan  kesên ku di pêvajoya şoreşê de roleke aktîf digirtin wana yan qetil dikir an jî dîl digirt”
 
Di rojên destpêka şoreşê de li herêmê, PKK tune bû û di şûna wî de PYD hebû. Lê me didît û dibihîst ku çekdarên PKKê ji Qendîlê têne veguheztin Sûriyê û ev veguhastin ji bo planeke xirab tê kirin. Bi heman awayî, me dizanibû di pêvajoya şoreşa Sûrî çawa ku hisab û planên nebaş û pîs ên rejîmê ji bo herêma Kurdan hebû bi heman awayî planên nebaş û pîs ê PKKê jî ji bo Kurdan hebû. Him ji teref  rejîma Sûrî ve û him jî ji teref PKKê ve gef li şoreşê dihat xwarin.  Di dema pêvajoyê de, rejîma Esed bi eşkere hemû herêmên Kurdan radestî PKK kir. Di nav deverên ku wî radest kir de yekeyên îstîxbaratê, nîzama giştî û saziyên mîna wan hebûn. Hevkariya rejîm û PKK li herêmên Kurdî berdewam dike. Li hin herêmên Kurdan hem PKK heye hem jî rejîm. Hin herêmên Kurdan bi tevahî di destê PKKê de ne. Piştî vê piştgiriyê, PKK bi tevahî li dijî şoreşê û Kurdên ku beşdarî şoreşê bûn li ber xwe dan derket. Wê demê, PKK ciwan hedef girt û kesayetên siyasî yên heyî ji holê rakir. Heman PKKê hin kesayetiyên siyasî revandin û kuştin. Mînak: Siyasetmedarên mîna MîşelTemo û Behzad Dursun hatin revandin. Di heman demê de, malbata Şêx Henan li Efrînê bi tevahî hate qetilkirin. Ev hemû kes tevlî şoreşa Sûriyê bûbûn. Di heman demê de, wan ango PKKyîyan li bajarê Amûdê qetlîamek pêk anîn û sedema yekane ya van qetlîaman rola wan a çalak di pêvajoya şoreşê de bû.
 
 
"PKK Kurd revandin û kuştin û ew ji şoreşê dûr xistin"
 Çend sedemên vê tifaqa di navbera rejîma Esed û Apoîstan de hebû. Ya yekem, rejîm di xeterê de bû, ji sedî 70 Sûrî ji destê rejîmê derketbû. Rûsya û Îranê piştgirî dan rejîmê da ku nekeve. Di vê pêvajoyê de peywira PKKê ew bû ku Kurdên li Sûriyê ji şoreşê veqetîne. Bi gotinek din, ew bû ku pêşî li wan bigire ku beşdarî şoreşê bibin. Ya duyemîn problem û derdê Kurdên Sûriyê  û çareserîya wan ne Iraq, Îran û Tirkîye ye. Derd û problemên Kurdên Sûrîyê û çareserîya van probleman bi  çûyîna rejîma Sûrîye ve girêdayî ye. Apoîstan (PKK / YPG) gotin: “Beşar Esad ne dijminê me ye, tenê Erdogan dijminê me ye." Mixabin, ev hewldan pêk hat û gihîşt armanca xwe. PKK bi îşkence û revandin û kuştinan Kurdan ji şoreşê dûr xist.
 
“Wan gel xapandin, deverên di destê wan de ne di rewşeke baş de ne"
 
PKK bi hestên siyasî yên Kurdan lîst û Kurdan dest bi gotina  "Em Tirkan naxwazin û Tirk dijminê Kurdan in.” Kir. Lêbelê, dema ku em li dîrokê dinêrin, Beşar Esed û bavê wî nasnameyek jî nedan Kurdan û wan nas nekirin. Digel vê yekê, li gorî PKKê; Esad dostê Kurdan e û Erdogan jî dijminê wan e. Bi vî rengî, wan gel xapandin û bi hestên wan lîstin. Bi kurtî, PKK ji roja yekem û vir ve bi polîtîka û peywira xwe zilm û zordarî li herêmên Kurdan tetbîq kir. Rewşa herêmên ku di bin kontrola PKKê de jî ne baş e. Di warê ewlehî, tenduristî û mijarên din de li deverên ku ew xwedî ne pêşkeftin û başî tune. Ew bes di warê leşkerî de li dijî DAIŞ  bi ser ketin û em dizanin kî di vî warî de piştgirî da wan.
 
“Bi hatina PKK re, pirsgirêkên heyî nehatine çareser kirin, berevajî, ew hîn bêtir zêde bûn"
 
Di heyama duyemîn de, Amerîka û PKK di nav xwe de li Kobanî çîrokek çêkir. Ber bi Kobanê ve hatina DAIŞê, tevlîbûna bûyerê ya hêzên navneteweyî û geşedanên bi vî rengî mijara çîrokeke cuda ye. PKK jî ji vê sûd wergirt. PKK bi van geşdanan qesayên xwe bi peran dagirt. Mînak, PKK Kobanî azad kir û DAIŞ ji wir derket. Lê nîvê mirovên ku li Kobanê dijîyan hîn jî venegerîyane. Êdî li herêmê ciwan neman. Sedema vê yekê PKK ye. Bi hatina PKKê re, pirsgirêkên heyî nehatin çareser kirin, lê zêde bûn.
 
"DAIŞ û PKK wek hev in û tu ferqa wan ji hev tune ye, bi dehan kes bes ji bo pereyan ji alîyê PKKê ve hatin kuştin"
 
Di dîrokê de di navbera Kurd û Ereban de têkiliyek baş hebû. Çavkaniya pirsgirêkên heyî rejîma Sûriyeyê bû. Lê niha çîrokeke cûda hatiye nivîsandin. Li hin heremên Ereban, PKK hin wargeh wêran kirin û mirov perîşan kirin. Bi vî rengî, pirsgirêkek di navbera Ereb û Kurdan de çêkir. Ji ber vê yekê, Ereb dibêjin ku 'PKK Kurdî ye.' Ji bo vê sedemê, di nav Ereban de pêşdaraziyek li dijî Kurdan hebû. Her çend em dibêjin ku PKK ne nûnerê Kurdan e, lê ev pêşdarazî neguheriye. Çawa ku DAIŞ ne nûnerê Misilmanên sunnî ye, PKK jî ne nûnerê Kurdan e. Mixabin, Ereb dibêjin, "Ew bi navê Kurdan tên û me perîşan dikin." Pirsgirêka bi vî rengî tê rojevê û roj bi roj mezintir dibe. Di derketina vê pirsgirêkê de para DAIŞê jî heye. Ji ber ku çawa ku PKK got, "Hemû Ereb endamên DAIŞê ne." Her wusa, DAIŞê jî digot, "Hemî Kurd mulhîd in ango ji dîn derketine." wî digot Pirsgirêkên li Sûriyê ne bes bûn ku ev pirsgirêk di nav mirovan de derket û mêzin bû. Ji ber kiryarên PKKê, miletê Ereb êdî Kurdan qebûl nedikirin û digotin ku Kurd xiyanet li wan kirin. Lê rastiyeke tê zanîn heye ku hemû Kurd wusa tevnegeriyan. Di vê heyamê de hin bûyer diqewimin. Mînak, DAIŞa ku bi zorê li Reqayê hukum dikir, li ser têlefona kesekî stranek Kurdî didît, wî kesî dikuşt. Gotinek ji hêla gelê me û siyasetmedarên me ve  tê gotin: “ Endamên DAIŞê kirasreşin û endamên PKK jî kiraszer in." Ji ber vê yekê her du jî ji hev cuda nînin. Ez naxwazim  zêde dirêj bikim.Li herêmên ku PKK lê serdest e rewş ne baş e. Di mînaka herî sade de, hejmara mirinên li bajarê ku ez lê dijîm, ji jimara mirovên li bajêr dimînin derbas kiriye. Bi dehan kes li Minbicê û deverên wek wan tenê bes ji bo pereyan ji hêla PKKê ve hatin kuştin.
 
"Dewlet, PKKê ji bo berjewendîyên xwe bikar tînin û PKK li Sûrîyê, temamê rêxistin û pêkhateyên Kurdan ji xwe re kir hedef"
 
Pirs:Li gorî we têkiliya PKK û dewletên din çi ye?
 
Radîf Mustafa: Li gorî min, PKK û hemî pêvekên wê rêxistina terorîst in. Hem li vir û hem jî li deverên din ên Kurdan, PKK hertim li dijî Kurdan û berjewendiyên wan tevdigere. Ev fikr û ramana min ya derheqê PKKê de hêj nû çênebû. Ez vîya li gorî tecrûbeya xwe ya ku di jiyana min de heye dibêjim. Em, bûyerên li Kurdistana Iraqê û Tirkiyê dişopînin. Abdullah Ocalan carekê ji hukûmata Kurdistana Iraqê re got: "Pêşketinên li Kurdistana Iraqê û tecrûbeyên Kurdan mîna xencereke jehrîn e ku di pişta gelê Ereb de asê maye." Abdullah Ocalan ji bo destkeftiyên Kurdan ev got. Ev gotina wî ya navdar û tê zanîn e. Wan, ji roja yekem ve li dijî destkeftiyên li Kurdistana Iraqê û Hukûmeta Kurdistana Iraqê û li dijî Kurdan derketin û wanan, wan destkeftiyan ji roja ewil ve ji xwe re kirine hedef. PKKê dixwest ku  wan tiştên ku ew li Kurdistana Iraqê kiriye li Kurdistana Sûrîyê jî bike. Dema ku PKK hat Sûriyê, wê hemû avabûnên Kurd kir hedef û hewl da ku wan têxe bin nîrê xwe. Wan dixwest ku her kes guh bide Abdullah Ocalan û jê re îtaat bike. Divê ku PKK  li Kurdistana Iraq, Îran û Sûriyê di warê leşkerî û warên din de qet xuya nebe, ango  li wan deran bicî nebe û fealîyetan neke. Qada çalakiya wan Kurdistana Tirkiyê ye. Ji bo çareserîya problemên ku Kurdistana Tirkîyê dev ji vebijêrka şer û çek bê berdan û xebatên sîyasî bên destpêkirin.
 
Ji bilî dewletên li herêmê, welatên wekî Fransa û Almanya gelek caran diyar kirin ku PKK rêxistineke terorîst e. Lê ji bo endamên PKKyîyên li Sûriyê (behsa PYDê dike), ew dibêjin 'Vana ne PKKyî ne û têkiliya wan bi PKKê re tune'. Niha têkiliya van dewletan bi PKKê re heye. Ev têkilî ji ber berjewendiyên siyasî û aborî ye. Wan pere dan PKKê û ew kirê kirin û nuha jî ew ji bo berjewendiya xwe bikar tînin. Mînak, van dewletan di şerê li dijî DAIŞê de PKKê bikar anîn. Bi kurtî,  li ser navê Kurdayetiyê ji bo mafên Kurdan tu hesab û xebatên PKKyîyan tune. Têkiliyên Dewletên Yekbûyî û dewletên din bi PKKê re ne di berjewendiya Kurdan de ye. Kurdan tiştek bi dest xist an winda kir, ew ji bo vê PKKê tiştek pir girîng nine. Carcarinan ew radibin û dikevin pey plan û projeyên din. Ya girîngtir, di vê demê de hêj behsa PKKê nayê kirin, li şûna wê, navê konfederalîzma demokratîk, KCK û rêxistinên bi vî rengî tên bilêv kirin.
 
 
"Ger PKK di warê Kurdan de xwedî xem û derdekî ba, ew ê bi rejîmê re lihev nekiribe û piştgirî nedidayê ku ev rejîma ku PKKê destekê didiyê ev 50 sal e Kurdan nas nake"
 
PKK carekê got ew ê çar perçeyên Kurdistanê azad bike. Lê naha wan dev ji vê axaftinê berdane. Gava ku em li daxuyaniyên Cemil Bayık, Sabri Ok, Murat Karayılan û yên wekî wan dinêrin  em dibînin ku ew ne bi navê PKKê bi navê hinek rêxistinên din daxuyanîyan dide. Hebûna wan a li  li Kurdistana Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyê ziyan û zirarê dide Kurdan. Mînak, êrîşa terorîstî ya ku di van demên dawî de ji hêla PKKê ve li Kurdistana Iraqê hat plankirin, ji teref asayîşê ve hate astengkirin. PKK ji herêmên Kurdan çi dixwaze, pirsgirêka wan çi ye? Dîsa, heman PKKê ji bo berjewendîyên rêjîma Sûrî deverên Kurdî li Kurdistana Sûrî bi dest xwe xistiye û wan ji bo rejîmê kontrol dike. Bi vê helwesta xwe, ji xeynî Kurdan, PKK xizmeta her kesî dike. Ger bi rastî derd, xem û fikara PKKê derheqê Kurdan de hebûya, ew ê bi rejîma Sûriyê re li hev nekiriba û piştgiriya wê nedikir.Ev rejîm 50 sal e ku Kurdan nas nake û nasnameyek jî nedaye wan. PKK bi rejîmeke ku Kurdan nas nake û nasnameyek jî nade wan re peymanek çêdike û piştgirî dideyê.
 
"Dewletên biyanî dixwazin PKKê li dijî Tirkiyê bikar bînin"
 
Di dema şoreşê de, ala Kurdistanê li Dêrê û Humusê hat bilindkirin. Her roja înê xwepêşandan hebûn. Navê înekê “Îna Azadî” û yê din jî  “Îna Mişel Temo” bû. Bi vî rengî, li Sûriyê tevgerek nû dest pê kir û dê Kurd bi vê tevgerê hatibana nas kirin û mafên wan hatibana dayîn. PKK li Kurdistana Sûriyê li dijî vê yekê derket û bi rêjîmê re li hev kir û piştgiriya xwe pêşkêş kir. Ya ku PKKê li dijî Kurdan kiriye bi vana ve sînordar nîne. Ez dikarim ji rabirdûyê mînakan bidim. PKK jî di hembêza dîktatorê mezin Seddam Huseyîn de rûnişt.
 
Bi kurtî, PKK projeyek e û hin dewletên biyanî dixwazin PKKê li dijî Tirkiyê bikar bînin. Ne diyar e ku dê PKK kengê û çawa winda bibe, lê dê PKK rojek mîna DAIŞ û Nusrayê ji holê rabe. Lê tiştê ku me diêşîne ev e: PKKê bi rejîmê re li hev kir û hem zirar da miletê Sûrî û him jî zirar da Kurdan. Ji roja ewil ve em ji PKKê re dibêjin ku partîyeke Tirkîyeyî ne û qada we ya fealîyetan Tirkîye ye. Em dibêjin pirsgirêk li Tirkiyê êdî bi çekan nikare bê çareserkirin, ev pirsgirêk encax bi xebata siyasî û bi qanûnan dikar bê çareserkirin. Dîsa, em ji PKK re dibêjin; Destê xwe ji pêsîra Kurdên li Kurdistana Iraq, Îran û Sûrî vekişînin, tu karê we bi me re tune. Qada we Kurdistana Tirkiyê ye. Lê mixabin, ji ber berjewendî û lîstikên herêmî, PKK rojek li vir e û roja din li wir e û her gav li dijî destkeftiyên Kurdan derdikeve. Mînak, PKK ji roja ku hikûmeta Kurdistanê hate damezrandin vir ve her gav li dijî destkeftiyên Kurdan li Kurdistana Iraqê xebitî û ji bo ev destkeftî ji holê rabin şer kir. Hin kes dikarin bibêjin ji ber ku hûn kesekî siyasî ne vê yekê dibêjin. Lê herin ji kesekî ji rêzê jî bipirsin, ew ê tiştê ku min got, ya ku ez difikirim, bibêje û ramanên xwe ji we re ragihîne û diyar bike ku PKK her gav li dijî Kurdan dixebite.
 
"PKK gelek nivîsgeh û ofîsên ENKS girt, nûnerên wê revandin û xistin zîndanê. Rejîmê berê çi dianî bi serê Kurdan, PKK jî heman tiştî tîne serê Kurdan”
 
Pirs: Aqûbeta wan endamên ENKSê û siyasetmedarên din ên Kurd ku ji hêla PYD / PKK ve hatine revandin çi ye? Çima endamên ENKS û siyasetmedarên din ên Kurd dibin hedefa PKKê?
 
Radîf Mustafa: Ji ber ku pirsgirêka ku te behs kir pir girîng e, hinekî vegotineke berfireh hewce ye. Bi ya min, PKK -Xweda emrê wî dirêj neke kin bike- roja ku hatiye damezrandin vir ve li Kurdistana Iraq, Îran û Tirkîyê her tim wan siyasetmedarên ku nûnertiya Kurdan dikirin ji xwe re kir hedef û êrîşî wan kir. Armanca van êrîşan ev e ku wan bi xwe ve girêbide an jî ji holê rabike. PKK bi êrişên xwe ev armanc kir. Li Kurdistana Iraqê jî çend caran vê ceriband, lê bi serneketin. Li  Kurdistana Tirkiyê jî her çend piçek be jî gihîşt armanca xwe.Wan li wir hemû partiyên siyasî yên Kurdî yên heyî ji holê rakirin. Wan hewl da ku vê yekê li Sûriyê jî bikin.Em wek Kombedên Kurdê Serbixwe li Kurdistana Sûriyê ji hêla PKKê ve ji ve wek terorîst tên binavkirin û heke yek ji me li wir were girtin, ew ê were kuştin. Berê min ji we re qala kuştina Mîşel Temo û mirovên mîna wî yên ku li Amûdê û bajarên din ên Kurdan hatin kuştin kir. PKK gelek nûnerên siyasî yên muxalefeta Kurdistana Sûriyê revandin û kuştin û gelek ji wan radestî rêjîma Sûrî kir. Li Kurdistana Sûriyê, PKK bi heman şêwazê rejîmê hereket dike û berê rejîm çi anîbe li ser  Kurdan ew jî heman tiştî tîne serê wan. Carinan jî PKK ji rejîmê xerabtir jî tevdigere. Zordarî û neheqiyên ku PKKê li dijî Kurdan dike hê jî didome.
 
Mînak, PKK gelek buroyên ENKSê li Kurdistana Sûriyê girt, nûnerên wê revand û xist zîndanê. Ez dixwazim qala tiştekî girîngtir bikim. PKK li cîhên ku serdest e gel perîşan dike, zilmê li xelkê dike û bi zordarane tevdigere. Ew piştî demeke diyarkirî navberê dide zilmên ku dike. Ev lîstikek siyasî ye ku ji teref PKKê ve tê kirin. Lewra ew dixwaze  di nav komên muxalefetê yên ku li Sûriyê hene de were temsîl kirin û beşdarî hevdîtinên Cenevreyê bibe. Weke muxalefeta Sûrî, me li dijî vê yekê derket û got; Tu têkiliya PKKê bi muxalefeta Sûrî re tune, têkiliya wê bi rejîmê re heye. Ger ew ê li ser masê rûne, divê ew bi rejîma Sûriyê re rûne. Dema ku heman PKK dikeve tengasîyê, destê xwe ji ENKSya ku berî niha ji teref PKKê ve zilm lê hatiye kirin dike û hewl dide nîşan bide ku ew bi vê helwesta xwe Kurdan diparêze û dixwaze li ser zilmê ku wî bi xwe kiriye bên girtin. Lê piştî demekê, PKK destê ku dirêjî ENKSê kiribû dikişîne û dibêje, "ENKS xayîn e, têkiliya wî bi MÎTê re heye." Pêwendiya ENKS bi Barzanî re heye, nexasim bi Partiya Demokrata Kurdistanê re heye. Ji ber vê pêwendiyê, Apoîstan li gorî xwe hesabek kirin û ew dibêjin heke em li vir pir neheqî û zilmê li wan bikin, heke em pir li ser wan de biçin, ew ê li Kurdistana Iraqê zextê li me bikin û ew ê jî bi ser me de werin. Dîsa, heman PKK dema ku li her derî dikeve zor û tengasîyê dibêje 'Werin  em li ser maseya muzakereyê rûnin,' Mînak, ew dibêje 'Bila ENKS were û em  pirsgirêkên heyî gotûbêj bikin'. Lê vana gişt derew in, heya niha 3 civîn di navbera PKK û ENKS de çêbûye û ya çaremîn ji van civînan di van demên dawî de hate kirin. Lêbelê, heya niha encamek erênî bi dest neketiye.
 
 
"ENKS PKKê wekî hêzeke terorîst dibîne. PYD jî dibêje ENKSe digel El-Nusra, DAIŞ, Erdogan û muxalifên Îslamî hereket dike"
 
Pirs: Naveroka hevdîtinên ENKS û PKK/PYD di kîjan qonaxê de ye? Li gorî we dê ji hevpeyivîn encamek derkeve?
 
 
Radîf Mustafa: Tifaq di nav dostan de tê kirin. Ew hevûdu wekî dijmin dibînin. ENKS PKKê wekî hêzeke terorîst dibîne. PYD jî dibêje ENKSe digel El-Nusra, DAIŞ, Erdogan û muxalifên Îslamî hereket dike. Ew ê çawa di nav wan de tifaq çêbibe? Têkiliyên PYD û rejîmê hîn jî berdewam dikin. ENKS li dijî rêjîmê ye. Ez difikirim ku ji derve ve mudaxele tên kirin. DYEyê berî hilbijartinan dixwest ku wê wekî amûrek siyasî bikar bîne. Ew jî van celeb lîstikan çêdikin. Divê em zanibin ku rêyên siyasî yên li ber PYD hatine girtin. Di hevdîtinên ku  ji bo pêşeroja Sûriyê tên kirin de  PYD digel rejîma Sûriyê tevdigere. Ew ne digel muxalifan in. Kes bi wan jî nizane. Hin prensîbên PKKê hene û dev ji wan bernade. Ew dixwazin hêza çekdarî ya wan be û hebûna Pêşmerge qebûl nakin. Mijarek girîng a din jî ev e ku heke hûn dixwazin PKK û PYD ji hevûdu veqetînin, hûn ê ji du serîyên di laşekî de serîyekî jê bikin. Di vê rewşê de, ew ê her du jî bimirin. Me di destpêkê de diyar kir ku em li dijî vê civînê ne. Em niha jî diyar dikin ku heke dê hevpeyivînek çêbibe, berî civînê 2 mercên sereke hene. Yekem; Bila PYD daxuyaniyek fermî bide û ragihîne ku wan têkiliya xwe bi PKK re qut kiriye. Lazim e ku temamê kesên girtî bên serbestberdan, çi Ereb û çi Kurd  divê lêborîna xwe ji ber komkujiyên ku kirine ji wan bixwaze. Piştî wê, hevpeyivîn dikarin werin kirin. ENKS di qonaxa sêyemîn a danûstandinan de daxwaz kir ku PKK û PYD  ji hev bên veqetandin. Mazlum Abdî got 'ev mesele zêdetirî qeweta min e'. Aldar Xelîl got ku ew ê vê yekê qebûl nekin. Sabri Ok (PKK / KCK) got "Em ê vê yekê tu carî qebûl nekin, me vî karî kir, me ji bo vê armancê xwîn rijand, ev mesela me ye." Bi kurtî, PKK xwest ku bibêje, "PYD kî ye?" Me van pirsgirêkan ji berê de dizanî. Me di wextê de jî ji ENKS re got. Lê mixabin, PYD biryarên xwe yên siyasî ji Qendîlê digire û ENKS jî ji Barzanî digire. Ji ber vê yekê, biryara ENKSê ne biryara Kurdên Sûriyê ye. Carinan divê em bi zelalî bifikirin. Heger birêz Barzanî  kariba dê Kerkûkê biparastana. Li cem wî ew der ji Kobanî hêjatir e. Ew ji bo wî ji  Kurdên Sûriyê hêjatir e. Divê em viya baş zanibin.
 
 Weke hemwelatiyekî Amedê, dibe ku hûn ji Kobanî û Qamişlo hez bikin. Lê tu carî ji Amedê bêtir hez nakî. Dibe ku ez ji Riha û bajarekî din jî hez bikim, lê ez ji Kobanî bêtir hez dikim. Divê em vê rastiyê baş zanibin. Ev ne meseleyek me ye; berevajî, ew tiştek e ku bi sedsalan heye. Sînorên van dewletan hene û di encamê de ez Kurd im lê ji Sûrî me. Kurdên Iraqê dibe ku bi qasî mêzî Iraqê bin ne nêzî me bin. Mixabin, wekî ku min got, ger biryar li cîhek din werin girtin, wê hingê berjewendî di qonaxa duyemîn de bimînin. Carinan dibe ku li rast were, carinan jî nabe.
 
Wan vê dawiyê got ku ew dixwazin meseleya Şengalê li Sûriyê gotûbêj bikin. Mafê PKKê tune ku li Şengalê be. Divê rêveberiya wê derê  bidin hukûmeta Kurdistanê û Kurdên wir. Divê leşkerên PKK an PYD ne li wir bin. Wusa jî, wekî Kurdek Sûrî, ez naxwazim PKK li ser min hukumdar be. Çi têkiliya min bi PKKê re heye? PKK ji roja ku hatiye damezrandin vir ve hatiye vê derê û bostek ax rizgar nekiriye radibe  400 gundan vala dike û dixwaze serwerîya min bike. Ez ê vê yekê qet qebûl nekim. Divê hemî Kurd viya bibêjin. Kurdên Iraqê nikarin bêjin, "Em hebûna PKKê ya li rex xwe qebûl nakin, lê dibe ku hûn li Kurdistana Sûrîyê bi cî bibin.” Ger hûn Kurd bin, em jî Kurd in. Ger hûn zilm û zordariyê qebûl nakin, em jî nakin. Ger hûn dixwazin ji gelê xwe re bibin nûnerê siyasî, em jî dixwazin. Em ne ehmeq û bêaqil in. Em qebûl nakin ku ew ji derve werin û rêxistinên me yên siyasî hilweşînin û dewsa wan bigirin. Wekî ku min got, pirsgirêkek bingehîn heye. El-Nusra hat û got "ew bi şoreşê re ne" lê El-Nusra û El-Qaîde piştî me tevlî şoreşê bûn û ew mîna xencerek di bedena me de asê man. Li Sûriyê ji me re mêr lazim in. Ji me re alîkarî û piştgirî hewce dike. Ne hewce ye ku hûn ji welatekî din werin û li vir çekan bigirin.Yên ku hatin û çûn îşkence li me kirin.”
 
"Dizî, zordarî û bûyerên bi vî rengî li deverên di bin kontrola Artêşa Sûriya Azad de ne pir zêde tên dîtin"
 
Pirs: Li Efrîn, El-Bab, Resûl-AynCerablus û Tel Abyada ku lê Artêşa Sûriya Azad bi navê nû yê Artêşa Niştimanî ya Sûrî  serdest in û di bin kontrola Tirkîyê de ye rewşa herî dawî çi ye? Gel bertek û reaksîyoneke çawa nîşanî Artêşa Surîyeya Azad didin?
 
Radîf Mustafa: Em wek Kurdên Sûriyê, em ji roja ewik ve bi rengeke erênî lê mêze dikir. Ji ber ku me li ser vê yekê pi fikirî û ji bo pirsgirêka PKKê tu çareserî nedît. Tirkiye hêzeke mezin e berî ku ew bikeve Efrînê me  ji wan re got ku vekişin, lewra Tirkîye xwedî hêz e. Me got, ji wir derkevin û Efrînê radestî raya giştî an jî ENKSê bikin. Wê demê ez derketim televîzyonê min van tiştan got. PKK ev qebûl nekir û got, "Em ê Enqereyê li ser serê wan de xera bikin." Hûn PKKê dizanin, ew gotinên wusa pir bikar tîne. Wext derbas bû û me got ceribandineke  nû çêbibe. Ji ber vê yekê, me digot qey em dikarin li herêmên din gel ji PKKê veqetînin. Mixabin, ev hêvî pêk nehat. Her wiha me bi Tirkan re gelek hevdîtinên fermî kir. Hetta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Em ne li dijî Kurdan in, lê em li dijî PKKê ne, em ê wan herêman radestî xwediyên wan ên eslî bikin." Mixabin, Efrîn hîn jî radestî xwediyên xwe yên resen nehat kirin. Mixabin, Artêşa Sûriya Azad ne pergalek an dezgehek e; berevajî, ew ji gelek komên çekdar pêk tê. Eleqeya hinek ji wan jî qet bi azadiyê re tune. Wan gelek binpêkirinên mafên mirovan kirin. Dizî, zorî û bûyerên bi vî rengî li wan herêman gelek zêde kirin. Mînakî, kesekî xerîb dest daniye ser mala kesekî Efrînî û xwediyê malê yê rastîn nikare vegere wî xaniyê. Her roj di navbera me, Tirk û partiyên din de li ser van mijaran nîqaş û hvdîtinin çêdibin. Li dijî van tundrewî û binpêkirinan li Efrînê heyetek hate avakirin. Bûyerên li van herêman bi qasî ku di medyayê de tên gotin ne zêde ne. Lê rastîyek heye ku rewş ne weke ku em dixwazin e.
 
 
"Li herêmên ku di destê Artêşa Sûrîya Azad de ye, îdare û rêveberiyeke ku me hêvî dikir  ji bo herêmên Kurdan bibe mînak pêk nehat “
 
 Li van herêman, îdare û rêveberiyeke ku em hêvî dikin ji hêla nîzama siyasî, aborî û giştî de ji Qamishlo, Kobani û herêmên din ên Kurdan re bibe mînak tune. Hûn dibînin, her çend rojan carekê êrîşeke terorîstî li Efrînê pêk tê. Gel di kaos û tevliheviyê de ye. Dema ku demsala dirûnê tê her sal dizî çêdibe. Îsal jî dem dema berhevkirina zeytûnê ye, her çend ne mîna salên din be jî lê dizî dîsa dibe. Komên ku erkê wan e ku gel û şoreşê biparêzin, timûtim vî tiştî dikin. Bi rastî, pir ji wan êdî bi şoreşê jî bawer nakin. Vê yekê êdî wekî karekî dibînin. Alîkarî û mûçeyên navneteweyî kêm in. Ew vê yekê bi dizîyê telefî dikin. Ger hûn li qadê diziyê bikî an zordestîyê bikî, wê hingê dê gel te qebûl neke. Rewş ne tenê li Efrînê bi heman awayî li El-Bab, Azez, Cerablus, Talabyad û Resûl-Aynê bi vî awayî ye. Li van deran ev yek nedihat hêvîkirin. Herêmên di destê  muxalifan de di warê siyasî, aborî, ewlehî, perwerde û civakî de ne di ast û rewşa ku me dixwast de ne ku me li van hêvî dikir ku ev der bi hemû tiştên xwe li derdora xwe bibe mînak. Mixabin, ev çênebû û  bandora wê li ser me bi xwe jî heye. Carcarinan em ji hêzên biyanî yên wekî Amerîka rewşa herêmên wekî Reqqa û Qamişloya ku di bin destê PKKê de ne dikin û qala rewşa nebaş a li wan deran ji wan re dikin. Dema ku em vê yekê ji wan re dibêjin, ew dibêjin 'hûn çima rewşa deverên di bin kontrola xwe de sererast nakin?' Di rewşên wiha de, zirar û azar her gav bi ser xelkê sivîl de tê. Ji ber vê yekê em vê yekê qebûl nakin. Em diçin wir û tên. Em vê dawiyê li Efrînê bûn û li wir hinek xebatên me hebû. Ger mirovên li wir werin êşandin, ji bo me êşkence ye. Ger destek ji wan re were dirêj kirin, em pê kêfxweş dibin. Li wan deran PKK wekî dijmin û ENKS jî wekî dagirker tê dîtin. Ew li mala xwe rûdinin û tenê vegotinan dikin. Em binpêkirinên mafan ên ku her roj têne kirin dişopînin. Em piştgiriyê didin gelên li wir. Bi kurtasî, rewşa li wir tiştê ku em dixwazin nîn e û li me nayê.
 
 
"Divê Tirkiye li wan herêmên ku di bin kontrola wî de ye nîzama giştî û asayîşê tesîs bikee, divê li dijî zilma ku tê kirin çareyekê bibîne."
Pirs: Li deverên ku di bin destê Tirkîyê de ye dizî, revandin û tiştên wisa tên kirin. Gelo Tirkîye nikare pêşiya van bûyeran bigire?
 
Radîf Mustafa: Ez jê re nabêjim kontrol, ew tenê hevkariyek e. Gelek tişt di destê Sûrîyeyîyan de ye û her weha di destê tirkan de jî heye. Ez difikirim ku ev tişt di destê partiyên siyasî yên Tirkiyê û hukûmeta Tirkiyê de ye. Her wusa, ew di destê Sûrîyên mîna me de ye. Divê em li ser vê mijarê dest bi axaftinê bikin û van pirsgirêkan çareser bikin. Ev bi biryareke siyasî û leşkerî nayê çareserkirin. Li çar aliyê cîhanê, li wan herêmên ku leşker lê hene kaos hakimt e. Ger  leşker 6 mehan bikevin Parîsê jî, ew nabe Parîsê berê. Lê hin pirsgirêkên girîng hene. Dema ku em rewşa neyînî  tînin ziman  Tirkiyê  bes reaksiyon dide. Lê gotin û bertek ne bes e. Divê li hember vê çewisandinê çareyek bê dîtin. Li gorî min pêdivî ye ku hemî hêzên sîyasî yên li Tirkîyê û Sûrîyê li ser vê mijarê bifikirin. Ez dixwazim li wan herêmên ku ez lê dijîm aramî û hizûr hakim be. Ev yek ji bo Tirkîyê jî baş  e û tiştekî erênî ye. Ewropa û  dinya dibêjin ku Tirkîyê li wê derê  zilmê dike. Divê Tirkiye li herêmên di bin destê wan de ye nîzama giştî misoger bike û rê nede vê axaftinê. Divê Tirkîye li wan deran asayîş û ewlehîyê tesîs bike. Di talîyê de Tirkiye li wir hakim e. Em li wê derê digel Tirkîyê şirîk in. Mînak, waliyê  ku ji hêla Tirkiyeyê ve hatî wezîfedarkirin li wê derê heye. Her weha ev yek ne tenê  ji bo me ji bo hêzên siyasî yên li Tirkiyeyê jî girîng e. Ez difikirim ku divê hevpeyivînên berfireh werin kirin û pirsgirêk yek bi yek bêne destnîşankirin. Ji bo çareserkirina vana çi bername hewce be divê were diyar kirin û divê lêkolînan di zûtirîn dem de bidin dest pê kirin.
 
 
"Çavkaniya pirsgirêkê ne destûr e, lê rejîm bixwe ye. Ji ber vê yekê, divê rejîm were guhertin, hemî mafên Sûriyan werin parastin"
 
 Pirs: Hûn derbarê xebata destûrî ya li Sûriyê û nûnertiya Kurd û eşîrên Ereb di van xebatan de çi difikirin?
 
Radîf Mustafa: Bi gelemperî, pirsgirêka li Sûriyê ne pirsgirêkeke ku ji destûrê derdikeve ye. Weke çareserî, hêzên navneteweyî dest bi xebatên xwe yên li ser destûrê kirin û wan ev yek kir da ku danûstandinên ku hatin destpêkirin neyên sekinandin û berdewam bikin. Pirsgirêka sereke li Sûriyê ne destûr e. Pirsgirêk û pirsgirêkên sereke yên ku hene  sedema wan rejîm bixwe ne. Berê gelek karûbarên destûrî ji hêla rejîmê ve hatibûn kirin. Lê vana tenê ji bo berjewendiya xwe dest pê kir. Karê hatî kirin ne di berjewendiya gelên Sûriyê de bû. Ji bo vê Sûriye Sûriyeya berê ye. Li wir bi navê qanûnê tiştek tune. Sûriye dewletek bê qanûn e, dewleteke bê destûr e. Bi kurt û kurmancî, çavkaniya pirsgirêkê ne makeqanûn lê rejîm bixwe ye. Berê lêkolîn hatin kirin, lê tu encam bi dest neketin. Naha, ji bo çareseriyê, ew dibêjin ku hukûmeteke ku berî hilbijartinan hatî destnîşan kirin û xwedan hemî hêzan e, divê dewsa rejîmê bigire û dest bi xebata destûrê bike. Di pêvajoyê de, Rûsyayê lihevhatinek bi rêjîmê re  kir û dest bi lîstikekê kir. Rusyayê got ji bo çareserkirina pirsgirêkan ka em xeabteke desttûrî bidin destpêkirin. Lê rejîm çi ji destê wê tê dike ku ev yek bi ser nekeve. Li ser vê mijarê 3 sal in axaftinên hewce tên kirin û encamek dernakeve. Her carê rejîm  meselê divûdirêj dike û danûstandinan dirêj dike û terefan dide lebikandin. Kurd û Ereb jî di nav van lêkolînên destûrî de ne û ew têne temsîl kirin. Em naxwazin bikevin nakokiya fikr û ramanê ya  ku li Iraq û Libnanê heye. Ji ber ku projeyên li wir hene û hatine xêzkirin negihîştine armanca xwe û serkeftin bi dest neket.
 
Di xebata destûrî de, em dixwazin ku hemî mafên hemî Sûrîyeyîyan werin parastin. Bê guman, dema ku vê dikin, divê cûdakarîyek nijadî nebe. Pêdivî ye ku neyê gotin tu  Kurdî û tu jî Ereb. Divê tiştekekî pê cudakarî bê kirin tunebe. Bi heman rengî, divê her kes bibe xwediyê mafên siyasî û mafên wî bêne parastin. Bi gotinek din, divê ew bikaribe li her astê dewletê were temsîl kirin û cîh bigire, çi Kurd be, çi Ereb be, û pêşî lê werevekirin. Gava ku em nuha li pêvajoyê mêze dikin, em dibînin ku Îdlib di destê Nusra de ye, deverên Kurdî di destê PKK de ne, bi kurtahî Sûriye perçe perçe ye û rewşa me perîşan e. Tiştek neguheriye. Zilma ku berê hebû didome. Çend roj berê, Serokê Komîteya Destûra Sûrî û Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Taybet ji bo Sûriyê Geir O. Pedersen di daxuyaniyekê de got ku "Rûsya û rejîm xebatên destpêkirî asteng dikin." Vê dawiyê, Rûsyayê dîsa bi rêjîmê re danûstandin kir û di derbarê vê mijarê de encamek derneket. Armanca wan bi van danûstandinan  dirêjkirina meselê ye û heya ku ji destê wan tê ew ê vê yekê bikin. Divê were zanîn ku Rûsya û rejîma Sûrî çareseriyek siyasî qebûl nakin. Li gorî wan, çareserî çareseriya leşkerî ye, pirsgirêka heyî dikare bi rêyên leşkerî were çareser kirin. Bi vî rengî, wan gelek cîh jî standin.
 
Di vê pêvajoyê de, PYD û PKK digel wan tevdigerin. Vêga, herêmên ku li Sûriyê; Idlib û herêmên ku bi operasyonên Mertalê Firatê, Harekata Aşitiyê û Çiqlê Zeytûnê hatin kontrolkirin ne di destê rejîmê de ne; hemî herêmên din di bin kontrola rêjîma Sûrî de ne. Rejîm dê bi vebijarkên leşkerî hewl bide van deran bigire. Naha rêjîmê fêhm kir ku li Sûriyê jê re cîh nemaye. Ji ber ku diyar e ku bi hezaran mirov li Sûriyê di êrîş û zindanan de hatine kuştin û hêjmara wan jî nayê zanîn. Çawa dibe ku rêjîm li Sûriyê tevî hemû tiştên hatine kirin bimîne, ew bi vê yekê dizane. Ji ber vê yekê, ew vebijarka leşkerî tercîh dike ne çareseriya siyasî. Ger çareserî li Sûriyê bi vebijarkek leşkerî pêk were, bi hezaran kesên mîna min dê nikaribin vegerin. Ji ber ku ger em vegerin, dê jiyana me di xeterê de be û me berê jî ev tişt ceribandibû. Rejîm gelek caran hewl da ku me bikuje. Ji ber vê yekê, bi hezaran Sûrî ji rejîmê direvin û her yek jî li welateke cûda dijîn. Ji ber vê yekê, yek ji wan jî ji ber xeter û tehdîda rejîmê nikare vegere. Karê destûra bingehîn wek roja yekem e. Tu pêşkeftinek çênebûye. Di hevdîtinên Cenevre, Soçî û Astana de encamek dihat hêvîkirin, lê encamek derneket. Ez dixwazim carek din diyar bikim ku çareseriya Rusya û rejîmê leşkerî ye, ne siyasî ye. Çavkaniya sereke ya pirsgirêk û pirsgirêkên li Sûriyê ne destûr e lê rejîm bixwe ye. Ji ber vê yekê, divê rejîm biguhere. Bi rêjîmê nayê bawer kirin. Bo nimûne; Komek li Dêrê civiya ku bi rejîmê re danûstandin bike. Rejîma Sûrî bi hezaran kes ji vê komê kuşt. Ji ber vê yekê, kes nikare baweriyê bide rejîma ku bi çekên kîmyewî mirovên xwe kuşt.
 
 
“Pêdivî ye ku Kurd pişta xwe nedin hêzên derve. Divê Ereb, Kurd, Faris û Tirk li hevûdu tehemul bikin û fêrî jiyana bi hev re bibin. "
 
Pirs: Peyameke we  heye ku hûn dixwazin ragihînin da ku Kurd ji hêla hêzên derve ve neyên xapandin?
 
Radîf Mistefa: Di dawiya axaftina xwe de, ez dixwazim berî Kurdan berê xwe bidim miletên cîran. Em ê an wek bira bi hev re bijîn, an jî em ê mîna bêaqilan hevûdu bikujin. Ger em wekî Ereb, Tirk, Faris û Kurd bikaribin bi biratî bijîn û fêr bibin, kîjan dewlet an hêzek ji Ewropa dikare destwerdanê di karsazî û pirsgirêkên me de bike? Kîjan dewlet dikare mudaxeleyî me bike? Ger me pirsgirêkên xwe di hundurê xwe de çareser bikira, kes nedikaribû destwerdana me bike. Divê Ereb, Kurd, Faris û Tirk li hevûdu tehemul bikin û fêrî jiyana bi hev re bibin. Divê ew mafên hev biparêzin û doza mafên hev bikin. Heya ku ev neyê kirin pirsgirêk nayên çareser kirin.
 
Li herêmê aliyê qels her dem Kurd in. Ji bo vê sedemê, hêzên biyanî her gav hewl didin ku bi navgîniya Kurdan bigihîjin mebestên xwe û dixwazin wan bikar bînin. Divê birayê min zanibe ku divê Kurd pişta xwe nedin hêzên biyanî. Ji ber ku dema em li dîrokê dinêrin, gelek mînakên vê hene. Mînak; Rûsyayê xiyanet li Qazî Mihemed kir û di referandûma serxwebûna Kurdistanê ya 2017an de, hemî dewletên ku berê piştgirî didan referandûmê ji nişka ve piştgiriya xwe paşve kişandin. Kurdistanê di rojekê de 48 hezar kîlometrên çargoşe axa xwe winda kir û yên ku di vê pêvajoyê de piştgirî dan rêveberiya Kurdistanê dengê xwe dernexistin û Kerkûk ji Kurdistanê qut bû. Hêzên derve her dem li berjewendî û menfeatên xwe dinêrin û li gorî wê tevdigerin. Ji ber vê yekê, divê ku Kurd ji hêz û dewletên derveyî bawer nekin. Hêzên biyanî jî Ereban dikin 22 dewlet û wan ji bo berjewendiya xwe bikar tînin. Amerîka û îsraîl wan bi awayê ku ew dixwazin bikar tînin. Dema ku em dinihêrin ka têkiliya Dubai bi îsraîlê re çi ye, ew piştgiriya xwe pêşkêşî wê dike. Sînorê Dubaî jî pê re tune ye. Lê ew li herêmê li gorî berjewendiyên îsraîl û Amerîkî tevdigere. Mînak, têkiliya Sûdanê û îsraîl qet tune ye. Lê ew piştgiriya xwe pêşkêşî îsraîl dike. Ger em li rewşa Sûdanê mêze bikin, ew dewletek ku birçî dimîne û dewletek pir qels e ku nikare mudaxeleyî bûyerên derveyî bike. Li vir, hêzên biyanî dewletên weha ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin. Bi îmzekirina mercên hewce, ew dikarin wan li her derî li gorî dilê xwe bikar bînin. Bi kurtî, em dikarin vê yekê bibêjin: Rewşa Ereban ji rewşa Kurdan ne çêtir e. Mînak, Misir piştî lîstikên li ser wê hatin lîstin ji cîhana Ereb hate veqetandin û naha rewşa Misirê bi rastî jî  nebaş e. Vê gavê Misir xwedan hêzekê nîne û ew piştgirî dide îsraîl.
 
"Ji ber koronavirusê fikar û tirsek mezin heye"
 
Pirs: Belavbûna Koronavirus li Kurdistana Sûriyê çawa ye? Ma hejmara kesên bi vîrusê ketî  pir zêde ye?
 
Radîf Mustafa: Li Kurdistana Sûriyê ji ber Coronavirusê fikar û tirsek mezin heye. Vîrus li Kobanî û deverên ku PKK lê serdest in gelek belav bûye. Kesên ku bi koronavirus ketine nayên derman kirin ji ber ku derman tune. Bi heman rengî, Coronavirus li herêmên ku rêjîm lê serdest e belav bûye. Demek berê li Kurdistana Sûriyê pir kêm bûyerên Koronavirus hebû. Lê naha ew pir belav bûye, lewma em bi fikar in. Me bang li hêzên navneteweyî û NYyê kir ku di vê mijarê de alîkariya me bikin. Li gorî rapora ku hatî amadekirin, dibe ku ji sedî heftêyê mirovên herêmê bi Coronavirusê ketin. Bi kurtahî, rewş nbaş e, ji aliyekê birçîbûn û ji aliyeke din ve ev coronavîrus. Xwedê alîkariya wan bike. Nexweşxane gelek kêm in, gelek nexweşxane ji hêla rêjîmê ve hatin bombebaran kirin. Her wusa, li herêmên ku rejîm lê serdest e jî rewş ne baş e. (KLKHA)


Ê Berê BÎSMÎLLAH
Ê Li Pey Kanî Gûzên Me?

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.