Rojev Pêşangeha Vîdyoyan

Vîdyoyên Dawî

    MÛHEMMED ÇELÎK- KELHAAMED FETHA DIYARBEKÎRÊ AZADIYA GELÊ KURD E

    MÛHEMMED ÇELÎK- KELHAAMED FETHA DIYARBEKÎRÊ AZADIYA GELÊ KURD E

    MÛHEMMED ÇELÎK- KELHAAMED

    FETHA DIYARBEKÎRÊ AZADIYA GELÊ KURD

    E

    http://www.kelhaamed.com/yazi/288/fetha-diyarbekr-azadiya-gel-kurd-e

    Tewsiye û Hişyarkirin / Sernivîsa Kovara Înzar

    Tewsiye û Hişyarkirin / Sernivîsa Kovara Înzar

    Bîsmîllahîrrahmanîrrahîm







    "Ew ên ku rûyê xwe ji tiştên vala û bêfeyde diguherin" (Mû'mînûn: 3)







    Wek ferd û cemiyet ji hêla ferziyet û zarûretiya xebat û xizmetên Îslamî îtiraza tu muslimanî tune ye.







    Encax di mijara usûla sepandin, tevgera li gor hîkmetê, îfrat, tefrît, berebertî û di warê berdewamiya xizmetan de ji hêla nêrîn û zihniyetê de pirsgirêk û nelihevî heye.







    Em di dinyaya îmtîhanê de dijîn. Nîmet jî û bela û mûsebetên ku tên serê me jî hemû îmtîhan in.







    Di heyama xizmetên Îslamî de ji bo nîmetan şukur; li dijî zahmetî û kêmasiyan jî hewceye bi sebir û qerar were tevger û hereket kirin.







    Sebir; berdewamiya bi hîkmet û heta bidestxistina encamekî xebata hewceya ji bo xizmetên Îslamî ye. Bi şiklekî munasîb serf kirina wextê ye.







    ji bo xebatên hewce yên xizmetên Îslamî, berdewam kirina bi hîkmet







    û heta taliya bi destxistina encamê ye.







    Di sehaya ku xizmeta Îslamî lê tê kirin mumkune meriv bi muslimanên wekî din re werin rûhev.







    Divê neyê ji bîr kirin ku xebatên Îslamî, di nava muslimana de, ne ku bibe şiklê reqabetê, hewceye bibe wesîleya alîkarî û pêşbaziya di xêrê de.







    Heke di fikr û metodan de cûdabûn û ferqî hebe jî divê qethiyen nebe sebebê reqabetê û bi tu şiklî mucadele neyê kirin. Beravajiyê wê heke xizmetên ku tên kirin ji bo Îslam û Müslümana bi feyde be li gor îmkanên xwe hewceye alîkarî pê re were kirin.







    Birayênme yên ku di nava xizmetên Îslamî de, kar û îşên dane dest pê kirin lazime wî karî bibin serî û biqedînin.







    Weke ku xizmetên bê dest pê kirin û beriya ku bi encam bibe were qut kirin bi tu awayî feyde û îstîfade jê nayê stendin, di heman demê de dibe sebebê îsraf kirina wext û zeman jî.







    ji ber vê yekê jî dema xizmet hatin dest pê kirin lazime hemû îmkan were bikaranîn û xîret bê kirin da ku bighêje armancê.







    Di vê rê de hewceye bi çavê perçeyek ji îmtîhanê ye li pirsgirêk û tengasiyan were mêze kirin û bi ezm û qerar ji wan were derbas kirin.







    Em timî dûbare dikin, birayênme yên xizmetkarê Îslamê, xwendevanên me, hewceye li pey rojeva ku ji teref kesên wekî din ve tê çêkirin neçin û wextê xwe bi tiştên vala û bê feyde re derbas nekin.







    Ewên ku xwe ji bo xizmeta Îslam û muslimana nezir kirine hewceye plan, program û ajandayên wan bes tenê aîdê wan be. Divê ji plan û programên kesên wekî din re nebine lîstikvan.







    Ji bo xizmeta ew dikin çi plan û program lazim be lazime ew bi xwe çêbikin û têxin pratîkê -bisepînin.







    Hewceye ku wextê xwe bi tiştên vala û tu 'eleqeya wan bu xizmeta Îslamî re tune ye derbas nekin.







    Divê bi mijar û rojevên bêfeyde re 'eleqe nekin







    Hewceye em ji polemîkên civakî û siyasî ê ku me 'eleqedar nake xwe dûr bikin û nekevin nava terefgiriyê.







    Ji kar û îşê me yên ferza yên xizmeta Îslamî bêhtir tu rojevek me ya muhîm û grîng tune ye.







    Ji ber vê yekê jî, divê îtîbar bi wan rojevên sûnî ê ku civakê belasebeb meşxul dike îtîbar neyê kirin.







    Em daxilî nav wan munaqeşe û xirecira dibe sebebê ji hev qetandin û berberiyê nebin.







    Em ne mecbûrin ji nava wan kesên ji ber hinek sebebên cûda bi hev re mucadele dikin terefekî ji wan hilbijêrin.







    Ê me bi xwe rojevek me heye û alanek me ya mucadeleyê heye. Em encax wextê xwe ji bo xizmeta Îslamê xerc bikin. Heke ne wisa be wê ji destê me xisar bighêje doza me û xizmeta Îslamî.







    Em mefhûm û edebiyata ne aîdê me ye bikarneynin.







    Bila birayên me yên musliman li mefhûmê ne Îslamînin xweyîtiyê lê nekin û ji bo wan mucadele nekin.







    Xizmeta ji Îslamê re, encax bi rêya ku Îslamê nîşan kiriye mumkûne, xizmeta Îslamî bi ziman û gotinên xeyrî Îslamî nayê kirin û çênabe.







    Lazime ku birayên me yên musliman û teblixvanên Îslamê li vê xussûsê miqate bin.







    Hewceye di vê mijarê de heyat û jiyana Resûlê Xwedê 'eleyhîsselatû wesselam ji bo me xweş misal û minaka herî mezin be.







    Musliman tu carî nikarin xeyrî Îslamî bipeyivin û kufuriya-çêra bike û xeyrî exlaqî bi peyive.







    Di van demên dawîn de li ser zemîna ku jê re tê gotin "sosyal medya" -bi veşartina nasnameya heqîqî- gotin û mefhûmên ne li gor şexsiyet û kesayeta Muslimana her ku diçe zêde dibe.







    Çawa ku di bin nav û nasnameya veşartî de xeta û yanişiyên tên kirin biçûk nake, xisara ku jê hadir û peyda dibe jî, ji holê ranake.







    Welew ku muxatab, ji musliman û hemû nirx û hêjayên Îslamî re neyar û dijmin bin jî, ji wan re em îdraqeke wisa bihêlin ku bila li paş me wisa bibêjin; "ez ji wan heznakim, hetta ji wan nefret dikim. Encax ev muslimanên hanê 'elenî be jî û veşartî be jî xwedyê soza xwe ne, rast û durust in û xwedyê gotinên xweş in."







    Bila qethiyen birayên me ji bo menfaet û berjewendiya kesên wekî din û ji bo parastina wan an jî hîcîw kirina wan di nava hevdû de xwe bi xwe bi hevaldozên xwe re bila munaqeşe û xirecirê nekin.







    Xizmeta ku divê bê kirin geleke, wexta me teng û îmkanên me jî bêqîm e.







    Ji bo karê li pêşiya me ne werin temam kirin bi hemû îmkan û taqeta xwe em bibin seferber jî dîsa têrê nake. Hewce û pêdivî ya me bi alîkarî û piştevaniya birayên me heye.







    Xirecir û munaqeşe ne ji xesletê muslimana ye.







    Divê em xwe ji her cure niqaşên ku dibe sebebê diltengî û xerakirina navbeyna muslimana em bi rev xwe jê biparêzin.







    Ew ê ku ji nezanî di nava tevgereke wisa de ye, piştî fêm kir ku xelet û yanişî ye hewceye hema bi şûnde vekşe û devjê berde û pê re li hev were û li hev helal bikin.







    Hewceye em ji tu hizb û berberiyên ku di nava ummetê de bi sebebên cûda derketine-pêk hatine û xisar û zirarê didin ummetê ji wan re nebin alîgir û terefdar.







    Bila birayên me di ser gotin û nivîsên kesên wekîn re dilê hev nehêlin û hevdû nexeyidînin. Bila nebin sebebê li paş ma û dereng xistina xizmetê. Bila hevdû ji xizmetê sar nekin.







    Kesên ku têkevin xeletî û yanişiyek wisa bila bizanibin çi bizanebûn û çi jî bi nezanî dibin sebeb ku xisar bighêje keda kesên berê xizmet kirine û yên a niha dikin. Divê bê zanîn ku tewrên bi vî rengî pêşiya çixir û şopa ku hatiye vekirin dixetimîne. Welew ku bi nezanî be jî xerabiyê bi xizmeta Îslamî û keda ê berê xizmet kirine dike.







    Xweda me bigerîne ji wan kesên ku di hemû kar û îşê xwe de riza-î îlahî dikin armanc, îş û karê xwe bi hîkmet dikin û berê xwe ji tiştên vala û bêfeyde diguherîne. Û Xweda me bigerîne ji wan kes ê ku karê xwe bi serkeftî dighêjîne armancê û pêşkêşî feydeya muslimanan dike. Amin







    Ma we vî karî qet ji ehlê wî pirsî bû?

    Ma we vî karî qet ji ehlê wî pirsî bû?

    Em hebkî ji polîtîqayên rojane dûr bikevin, an na hindik maye ku însan têkevine buhranê.





    Hedîseyek pir bala min kişand.





    Hevalekî me dikanek wî ya fireh hebû, dixwest qismekî dikanê bike pastane-cafe. Beriya wê dest pê bike, çû bal yekî ku hêjî vî karî dike û bi wî şêwirî. Ew jî dibêje hewceye em werin derdora wê bibîne. Li gor saeta ku gotiye ez ê bên, qasî nîv saetê dereng ma hatiye. Tu nabêje camêr di saeta xwe de hatiye feqet li nêzî dikana heval li ser banketekê rûniştî ye. Li kesên derbas dibe dîqet dike, rewşa wan ya îxtîsadî texmîn dike. Li kelebalixa kolanê dimeyzîne, çend kes derbas bû dijmêre. Di dawiyê de ji hevalê xwediyê dikanê re dibêje; keko ev îş li vir çênabe, dibê tu dev jê berde. Wî jî birastî devjê berda.





    Ez gelek însana nas dikim ji ber ku bi ehlê kar re ne şêwirîne zirar kirine. Di guzergaha min de gelek dikan hatin vekirin û paşê hatin girtin. Herî zêde salekê îdare dikin, hinek jê qasî salekê jî li ser pîya namîne. Yanê di sala duyemîn de wextê kirê tê nikarin kirya xwe bidin û ji mecbûrî dev jê berdidin. Ew mesrefa ku kiriye tev belasebeb diçe.





    Ez gelekî xemgîn dibim dema ku wan însanê ku bi kesî naşêwirin, xwe davên tîcaretê û taliya dawîn jî pes dikin dibînim, dilê min bi wan dişewite.





    Gelo ma qey nîmetekî xweştir heye ku ji şêwrê, xussûsen jî bi kesên ehlê kar re şêwir. Him jî belaş e. Çiqas êşeke zor e ku meriv ji tecrûbeyên însanên din feyde negre.





    Temam, di tîcaretê de cesaret nebe tew nabe. Piştî cesaret jî şêwr û îstîşare tê.





    Li gor rewşa kar û îş wer heye şêwrek tenê qîm neke, dibe ku di her merhaleya kar de cûda cûda şêwir îcab bike.





    Ne ku ez derbasî hêla wê ya Îslamî bibim û dest bi weaz û nesîhetan bikim. Ez xussûsen hedîseyên ku ez jê re bûme şahid dibêjim û dixwazim bînim ziman.





    Birayên me exlebê wan ji hêla îxtîsadî ve feqîr in ya jî di sinifa navîn de ne, pir hindik ji me dewlemend hene. Wexta ku ji yanişî û xeketiyan top davêjin ji wan re mesrefekî gelekî biha derdikeve, wisa bi hêsanî jî xwe nikare topî ser hev bike. Heta xwe tîne ser pîya gelek sal û zeman dibore.





    Îstîşare û şêwir bes tenê ne di kar û îş de divê lazime di mijara zewacê de jî neyê îhmal kirin. Wexta em rastî hevdû berdan û bêbihuzûrîyên malbatî tên em dipirsin;





    -Birayêmin wexta tu zewicî, wexta te ev xanim an jî zilam dît û tu pê re zewicî ma te qet ji kesî pirî an jî tu pê şêwirî?





    -Xoce ma îcabê sûal û şêwrê dike, ma min bi çavê serê xwe dît û ez pê re zewicîm.





    Heke ev yek zanîbana; Dîtina bi çav, erê şahidî ya saxlem e feqet ne di mijara zewacê de. Lewra di lêpirsîna zewacê de ji çavan zêdetir bi guhan îtîmat tê kirin.





    Belê, li gor wezna Pêxemberiyê; Ew ê ku îstîhareyê dike naxape, ê ku pev dişêwire poşman nabe, ê ku îxtîsad dike jî feqr û zarûretê nabîne.





    Yek ji cîhê muhîm yê şêwrê jî xebatên Îslamî ye. Ji xebatên fêkiyan dide negirtina feydeyê, hema li gor serê xwe hereket kirin çiqas ‘eyb û şermeke mezine.

    MEHMET YAVUZ – DOGRÛHABER HEQDAR BÛN QÎM NAKE!

    MEHMET YAVUZ – DOGRÛHABER HEQDAR BÛN QÎM NAKE!

    Şeytanên erdnîgarî û cografyaya me kirine gola xwînê dîsa di dewrê de ne…


    Ji qulika ku herî kêm em sed carî hatine gezkirin hindik maye ku em cara sed û yekê dîsa were gezkirin.


    Ev xeflet e, cehalet e an îhanet e gelo?


    Hema tu navekî lê bike!


    Şeytanê mezin, wê Siûd ziyaret bike.


    Li Harema Îsmeta me dîsa wê li nava çavê me binhêre û derewan bike û tinaziyên xwe bike!


    Wê dîsa bi çavê kêmaqilan li me hemûyan binhêre.


    Peyamên aşîtî û biratiyê wê bide!


    Wê bi xurûra me şa bibe


    Wê li ser demokratbûn û xêrxwaziya zilamê spî virr û derewên xapînok bixweyne.


    Wek helbestvan dibêje “hatiye me rizgar bike” wê bi qîre!


    Emê jî lê guhdar bikin mîna berxika!


    Di nav zillet û ecziyetê de.


    Gelo em ê bêjin “ma ev filma hanê berî niha jî temaşe kiribû” an na? Ez nizanim


    Lewra di sala 2009an de Obama bi heman hincetî di seyrûsefera xwe ya li Misrê kiribû de tinaziyê xwe bi me kiribû.


    Wî jî em kiribûn şûna kêmaqilan.


    Gotina xwe bi “Es-Selamû Aleykum” dest pê kiribû, û bi ayetek ji Sûreya Hûcûratê axavtina xwe bidawî kiribû.


    Gotibû “ne hewceye Emrîka û Alema Îslamê têkevin pêşbaziyê!”


    Di beyana xwe de gotibû “Divê ev bêewletî û nepêbaweriya di navbera Emrîka û Muslimanan de were bi dawî kirin” û qetilkirina pîrek û zarokên masûm red kiribûn.


    Herî zêde ji gotina “Bê ewletî” ji bîra min naçe.


    Di salên 90an de wexta me Emrîka mutefîk û şirîkê xwe yê stratejîk dihesiband, mîna ku xelaskar be me bi hurmeta kemal ew pêşwazî dikir û destê xwe li ber dida ser hev, ewan li Încîrlîkê bi teyaran ji PKKê re qase qase çek û sîleh û teyare sawar belav dikir û alşkarî dikir.


    Bi şeytan re kirina şeytanî mîna ku bi ebesê re îştîxal bê kirin e.


    Wê demê em li xwe meyzînin-binhêrin!


    Em di wextekî wusa de ne ku bes tenê HEQDAR BÛN QÎM NAKE!


    HEWCEYE ÇARESERÎ WERE DÎTIN!


    Wekî din em hercarê wunda dikin, em tên biçûk xistin û me dixin şûna kêmaqil û aptalan.


    Di dîrokê de bi qasî mesela Sûrî em bi tu tiştê ewqas ne êşiyan û xemgîn nebûn


    Nirxên me serbin kirin, bela wela kirin.


    Meqesa di navbera Şîî û Sunnî de her ku çû zêde fireh bû.


    Emperyalîzm, qelbê erdnîgariya Îslamê fîîlen îşgal kir.


    Her ku çû siyonîstên dagirker kustex bûn.


    Gav bi gav berbi hedefa xwe ya 3 hezar salî ya “Împaratoriya Dinyayê” ve nêzbûn.


    Muslimana doza Mescîda Eqsa û Qudsa Şerîf avêt paş.


    Li ser warê me ya sulh û selametê, li ser erd û axa me ya bi bereket û comerd, êdî ji her deh deqeyan carê zarokek ji birçîna dimre.


    Pîrekên masûm ê ketine rewşa penabertiyê, zarok, extiyar di nava dest û piyê bê merhamêetan de marûzî her cure zilmê dibin û wan bê rûmet dikin.


    Bi deh hezaran zarokên me bi polîtîqa û berjewendiya gemar ya dewletên Xerbî, ji mafyayên organ û çeteyên fuhûşê re dibin qurban.


    Gelek meseleyên bi vî rengî gelek…


    Hal ev e ku bi qasê zereyê misqal tu qedr û qîmeta heqdar bûn û mafdar bûnê tune ye, nema ye.


    Her muminekî xwedî edalet, merhamet, feraset û basîret divê êdî xwe di mijara ispat kirina heqdar bûnê de nebetilîne û bes tenê li rêya çareseriyê bigerin!

    HASAN SABAZ-DOGRUHABER DÎWAR Û TÊLÊN BI DIRIK

    HASAN SABAZ-DOGRUHABER DÎWAR Û TÊLÊN BI DIRIK

    Em lêkirina dîwaran berdewam dikin.
    Li xerbê dîwar zûde hatine xera kirin; feqet li cem me dîwarên nû…
    Herbê qîm nekir, zengîn-dewlemend kirina şîrketên çek û sîlehan yê xerbê jî qîm nekir, em programên nû bi pêşdixin ji bo erdnîgariya xwe radestî tundî û şiddetê bikin.
    Hewla me ji bo memnûniyeta zilma Rojhilat û Rojava ye.
    Me perekê xwe da, tasawûra pêşeroja xwe xist bin îpotekê û me erda xwe bi destê xwe heta ji xwînê têr bibe bombe kir.

Zêdetir