Le Bê Seyda! Hê Di Ber Qalûbelayê

Article

di ber qalûbelayê bel ku ev ‘alem nebû                           Hê  berya qal û belayê belkî ev ‘alem  tunebû

Çerx û dewran dewrê gerdûn gunbedê mîna nebû               Dem û dewran, gera dunayê û guloverî jî tunebû

 

Belê seyda! Baş dizanim hê berya Qalû belayê bû. Erwa‘hê însan hêj derneketibû meydana îmtihanê. Teklîfa ‘evdîtîyê hêj li kesî nehatibûkirin. Ne ‘alem hebû ne îns û ne cin, ne dem hebû ne dewran, ne kewn hebû ne mekan, dinya ji bo jînê ne kemilîbû hêj nehatibû wicûdê gerdûn û şeklê wî yê gilover tune bû. Hêj tunebûn bi xwe jî tune bû

 

‘Erş û kursî hêj di mexfî bûn di kenza qudretê                     Hêj veşartî bûn ‘erş û kursî  di xezîna qudretê

‘Husnê Heq bû îstiwayê lami‘a ‘işqê hebû                Lê tîroj dida ‘Husn û cemala Xweda ew kamil û her hebû

 

El ‘heq şêxê min! El ‘heq bulbulê gulîstan! El heq gula Ba‘xê İrem û Botan! Hej ‘erş û kursî di xezîna qudreta Rebbê ‘alem de veşartîbûn û nehatibûn wicûdê. Lê belê şewq û şemala xweşkahî û cemala xwedi û Xwedayê mewcûdatê tîroj didan, ji mêj ve hebûn û wê her hebin. Lewra serkanîya kemalatê ji zatê wî ye. Cemal û kemala mexlûqatê tîroj in ji cemal û kemala wî.

 

 

Nehtibûn ‘hukmê sifatan ew ji zatê lem-yezel          ‘Diyar nebûbûn ‘hukmê wesf û ewsafa ji zatê lem-yezel

‘Aşiq û me‘şûq-i yek bûn şem’ û hem perwane bû   Dildar û dilketî yek bûn yek mûm û ya dî li dor pirpirok bû

 

Rast e şêxê min! Hêj hukmê sifatan derneketibûn qada hebûnê û ji zatê lem-yezel yanî ji Xaliqê kewn û mekan veneqetiyabûn û bi esbaban ve nehatibin girêdan. Ji xwe ji mêj ve aşiq û meşûqî yek bûn. Evîn û evindarî ji siya evîna heqîqî ku zatê lem-yezel e hêj peyda nebûbûn. Hê ji wê demê ve maşûqê heqîqî yanî mûma vêketî zatê lemyezel bû û evîn li dorê wek perperokê ta dawîya ‘umrê xwe bi fetl û ger diçû û dihat. Ne mimkûn bû ku yek bê yekî ba.

 

‘Husn û ‘hub zatê qedîm in lê cuda bûn ew ji yek    Ji mêj ve bihev ve bûn ‘husn û ‘hub lê cûda bûn ew ji hev

Lê niha ismê hudûsê ‘hikmet û tefsîl we bû              Teqdîra ‘hîkmet û tefsîlê xwest ku îsmê ‘hudus her we bû

 

Lal bûye ziman. Nizane çi bêje şêxê min! Ev çi nêrînek îrafnî, ev çi dûrbînîyek balkêş e  ku neynika îrfanê raberî me dike. Xweşkahî û ‘hebandin du wesfê qedîmê cêwî ne. Çewa ku cêwî  di welidin li dinyê ji hev vediqetin, nav li wan tê danîn û dibin du şexsên veqetandî her wiha husn û ‘hub jî du wesfên cêwî bûn lê wexta ji ber siya husn û ‘hubba îlahî welidîn bi sebeban ve hatin girêdan  û xuliqîn ji hev cihê bûn. Lewra  ‘Hîkmeta İlahî ev veqetandin dipa.

 

Yek di zatê surşirînan bû cemal û ‘husn û sur                       Yek di zatê xweşdilrûbayan bû cemal û ‘husn û cazîbe

Yek di qelbê ehlê dil nar û celal û cezbe bû              Yek di qelbê ehlê dil de agir û xeşm û qe‘hr  û cezbe bû

 

Ruhê te şad, qebra purnûr be şêxê min! El heq rast e.  Wexta ku evîn xuliqî, xweşkahî kemilî, ‘husnê di şeklê xweşkahîyê de li sûretê rind û delalan  şewq û şemala xwe veda. Wê demê agir bi dilê ehlê dil ket, evînek li wan peyda bû. Bu pêtiyek agir kete dilê wan hem sot û hem ‘heland. Bû pizotek ji qehr û xeşmê dilê ehlê dil peritand. İdî ehlê dil hew dikarin bi tebitin. Lew  sirrê evînê bû cezbeyek dijwar wek aşîtek li wan peyda bû.

 

‘Aşiq û me‘şûq-i el-‘heq herdu mîr’atê yekin            Bi rastî dilketî û dildar herdû ayîneyê hev in

Lew di eslê cem‘ê da eslê qedîm ayîne bû                Lew di  eslê civînê de eslê herî kevnar ayîne bû

 

Şêxê min! Gelo kes heye ku di dinê de tarîfek wihareng bîne ziman. Min nedî ez nizanim. Tu çi dibê şêxê Min! Evîn û evîndar herdû ayîne ê hevin. Yek di ya din de eslê xwe dibîne. Ma te negot ku cêwî ne. Aveynê wan yek e. Elbet wê ji hev re bibin ayîne. Wê xwe di hev de bibînin. Ma ji xwe eslê wan ne yek bû û tîrojên evîna wan di neynikekî de leylan nedidan û nedicivîn. Nuho jî wilo ye ku di hev de leylan didin yek di ya dî de eslê xwe dibîne, tev di cîkî de dicivin.

 

Cezbe û seyra sulûkê bê me‘hebbet nabitin              Bê heskirin ne mimkûne cezbe û seyra sulukê         

Cehdeya bê ‘işq û ‘hub çendî ku kir bêfeyde bû      ‘Xeyreta bê evîn û dildarî  çi bikî jî bêfeyde ye

 

Nabitin , nabitin, şêxê min! Nabitin. Meşa bi bal muhebbeta İlahî ve bê muhebbet, bê heskirin, bê ‘hub nabitin. Di vê çola dinê de, rojên dirêj û çiverêyên dûvdirêj bi muhbetê digîjin mexsed û mirada. Herçî rêwîyê ku bê muhbet ketî vê rê, perpitî û  bi‘ecî di vê çolê de. Muflîsên ji muhbetê di vê çola bê ser û bin de li pey serabek xeyalî çûn di axir de wan av dî avê wan.

 

Salikên ‘işqê yeka yek ‘hewce nîn in ez bibêm                     Ne ‘hewceye ku yeko yek ez bibêjim wesfê rêrewên eşqê

Cameya pîrê terîqê ser ji nik şehzade bû                   Serkanîya xirqeya şêxê terîqê jixwe ji nêk şehzade bû

 

Na seyda na! Ev tewazûya te ye. Ev ‘esra tarî ku em tê de ne, hewcedariya wê bi rêzanên wek te zêde ye. Erê raste, wek şîfrekî qedîm di fitreta her Muslumanî de rêrewên eşqê hatine derckirin. Kesê ku bi fitreta xwe re lihevhatî be dikare bigîje mexsed û mirazê xwe û derîyê dilê xwe ji evîna heqîqî re veke. Ji xwe serkanîya eşqê ji şehzade yê eşqê hatiye ku menbaê evîna heqîqî her ew e. Eger di vê rêde wek wesîle hinek pîrê terîqê hebin jî wan destûr ji şehzade ye. Heqîqet ev be jî herkes ji vê heqîqetê ne hayîdar seyda!

 

Reng û reng ehlê meqamatê terîqê çûne seyr            Di riyên cûrbecûr de elê terîqê gihane mexsed û evînê

Hin celal û hin cemal û sermeyan ev bade bû            Hin bi heybet hin bi sipehitî sermîyanê wan ev bade bû.

 

Destê te sax şêxê min! Di vê dara dunyayê de, di çûn û meşa bi bal menbaê evînê ve rê û rêçik ne yekin. Lewra  Di vê riya dûvdirêj de yanî di meydana evînê de herkes li gorî şert û mercên xwe li ser terîqekî dimeşe, da ku  di wê rê de bigîje mexsed û miradê. Bes em di zanin ku bi qasî hejmara hebûnan ji bo hevgîhana  me’şûq û mehbûb rê û rêçik hene. Di vê rê de sermiyanê hinka celal e.  Yanî tirs û xof û heybeta yarê wan digehîne menzîlê. Sermîyanê hinka jî cemal e. Yanî  sipehî  û ronahîya yarê yara wan digehîne menzîlê.  Lê belê tiştê ku herdû alîye dike muşterek ew jî vexwarina meya eşqê û serxweşîya ji wê ye.

 

Ê birî  ‘eynê beqayê badenoşê  ‘işqê bû                                        Ê ku gîha serkanîya ebedîyetê meyvexwirê eşqê bû 

Ê bûyî mehw-i fenayê ‘aşiqê bêçare bû                                Ê ku me‘hû bû di tunebûnê de ew  ‘aşiqê bêçar e bû.

 

Lebê seyda! Tiştê ku rêwîyê vê terîqê dighîne serkanîya heqîqêt û  ebedîyetê, tiştê ku vî rêwîyî dighîne Rebbê wî meyvexwarina evînê bû. Ev rast e. Lê belê ev meyvexwarin ne meyvexwarina serxweşîyê bû. Ev mey, ev şerab şeraba evîna heq û heqîqetê bû. Tu ‘eleqî vî meyxurî û vê meyê bi şeraba dunyewî ve tune bû. Lakîn kesê ku ev mey bi heqqî venexwar û ji heqê wê dernehat û di vê rê de mehû bû ew  aşiqê naçar bû ku pîyê xwe li şert û mercên eşqa heqîqî ranegirt, nigê wî di vê rê de şemitî û ew negihîşt mirad û mexseda xwe.

 

Êk jiwan perwane bû soht û fî‘xanek jê nehat                       Yek ji wan perwane bû peritî fîxanek jê nehat

Êk ji wan teşbîhê goyînê bi ah û nale bû                   Yek ji wan mislê goyîn her bi ah û nale nal bû         

 

Ev çi xweş mîsal e şêxê min! Zar û iman li ber di sekinin. Avê gelî û newala jêr selam dişînin. Rêwîyê riya heqîqetê, evîndarê evîna rast wek wê perperokê ye ku li dor şewqa agirek dijwar bi fetl û ger digere, hêdî hêdî di şewite, dibe qirik. Lê ‘eş û janên ku ji alava evîna wî li canê wî peyda dibin û wî di şewitîn in nabin sebebê ah û elem û nalîn û fî‘xana. Lewra ew bi xwe îdî bûye pizotek ji agirê evînê. Lê malmîratê dî, dermanê xwe di derdê xwe de nedî.  Derdê fîraqê wek goyînek naçar  bû sebebê nalîn û feryad û fîxanê, hem ew negîha mexsedê hem jî bi evîna fanî re mir û çû.

 

Awirên eswed‘uyûnan ‘aqilan sewda dikin              Tûjawirên çavreşa aqilmenda sewda[1] dikin

Gezmeya ‘aşiq vi dil keftî ji çehvên şehle bû            Tîrê ‘aşiq ê ku li dil ket ji çahvên hêşîn bû

 

Tujawirên çavreşa aqilmenda dîn dikin, bi çola dixin, li pêy xeyalan li çol û pesara digerînin. Ji xwe evîn ne karê aqilmenda ye ku li gor mantalîta aqil bi meşe. Evîn karê dil e ku tîr ji çavên şehla, yanî hêşîn û mêşinî dertên, tîroj didin û di qelbê aşiq de bi cîh dibin, wî din dikin bi çola dixin. Şêxê min!  Gelo ma serkanîya eşqê ne tîrojên tujawirên çavreşa û tîrên ji çavên hêşîn û mêşinî bû.

 

                       

 

‘Aşiq û me‘şûq-i da wasil bi yek bin bê ‘hicab         Evîn û evîndar da ku bigîjin hev bê perde

Me‘hw-i bû bi z-zati ‘aşiq lew di ‘işqê perde bû                   Evîndar mehû bû lew ew bi xwe di ‘işqê de perde bû

 

İdî perde radibe şêxê min! İdî perde radibe. Lewra li hember hevgîhanê astenga herî giring hebûna aşiq bi xwe bû. Wî jî canê xwe feda kir. Li dor alava agirê evînê bû perperok, gerîya û mehiya. İdî dema hevgihanê ye. Lewra wicûda aşiq ku di vê rê de wek astengek perde bû, di heyata fanî de ji holê rabû û veguherî bi bal wicûdek ebedî û hehvgîhanek herheyî ve.

 

Lew di ‘işqê da fena bû da bibit baqî bi dost                       Lew di eşqê de mehû bû da bibit baqî bi dost

‘Aşiqê fanî nebû wasil ‘hetta baqî nebû                    Aşiqê fanî nagîje heta ku baqî nebû

 

Şêxê min! Asteng neman. Perde ji holê rabû. Aşiqê fanî wicûda xweya fanî kir qurbana eşqa xwe û di şexsê evîna xwe de (ku mutesewif vê yekê wek fena Fî l-lah binav  dikin) gihaşt hebûnek ebedî. Lewra hebûn di tunebûnê de, jîna ebedî di mirina oxira yarê yara de veşartî ye.  Kesê ku di oxira yarê heqîqî de xwe feda bike û ruh cesedê wî bi terikîne yarê yara di bedêla wicûdek fanî de wicûdek ebedî dide wî. Ma ne wilo ye şêxê min!

 

Nuqteyê ‘ilm û sewadê ‘herf û neqşê ‘alemê            Nuqteyê ‘ilm û nivîsê ‘herf û nexşê ‘alemê

Ser didin me’nayekê eslê sewadê nuqte bû              Digîjin me’nayekî eslê nivîsê nuqtebû

 

Gelo ma em nabînin ku nivîs ji nuxtekî peyda dibin, ‘alem bi nexş û nîgarên Sani‘ê Qadir xemliandî ye. Temmamê ‘alemê mal û milkê wî ye. Bi emrê wî ji tunebûnê derketiye qada hebûnê. Em dibînin şêxê min! Em dibînin. Em baş dibînin ku serkanîya van nivîsên nuxtedar, van nexş û nîgarherên watedar  her Sani‘ê Qadir û Xaliqê Rehman û ‘Xefar bi xwe ye. 

 

Her yek e w dê yek bimînit ewwel û axir yek e        Her yeke ew dê yek bimînit pêşî û paşî yeke

La cerem nabî du bê, ê dê bimînit her hebû              Bê şek nabe ku dudu bin ê ku dimînit her hebû

 

Erê şêxê min! Erê. ‘Hedê ‘weheda her ew e. Xaliqê ‘alemê her ew e. Hebûna me jî wî ye. Nebûna me dîsa bi emrê wî ye. Bê emrê wî naweşe pelê  darê. Ew her yek bû yekta bû dê heta bi hetayê yek û yekta bimîne. Me şek û şubhe nîne ku hemtayê wî nîne. Hemî mexlûq fanî ne dê rojek mehû bin û biçin. Lê ew Sani ‘ê Qadir her hebû dê her hebe. 

 

Herçî de’wayê di ‘işqê da Melê sabit kirî                 Herçî doza ku Mela di eşqê de sabit kirî

‘Eynê de’wayê di nefsi-l emri dîsa şehde bû            ‘Eynî doz e ku di rastîyê de dîsa şahid bû

 

Şêxê min! Ne tu tenê tiştê ku temmamê ehlê dilên ‘alim û ‘arif di vê rê de sabit hişt û kir hedefa tîr û rimên cewr û cefayan ev doz û ev ehqîqet bi xwe bû.

 

 

 



[1] Sewda di vir de bi mana kesê gêj, sersem û sewsî ye

Di debarê nivîskar de

Têhev

2

Gotar

Cewad Qemerî

Ê Berê SEBEBNO!…
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.