Aşûre û Kerbela

Article

Aşûre, kelîmak îslamî ye. Ev kelîme di dema cehaletê de jî dihate bikaranîn.

Aşûre koka xwe ji kelîma Âşîre (yanî dehik) distîne. Ev jî bi ma’na ta’zîm û mubalexê ye. Di heqîqetê de ev kelîme sîfetê şevê ye. Çunkî ev kelîme ji Uşra E’qdê ismê hatiye girtin. Yewm yanî roj jê re bûye muzaf. Dema tê gotin roja aşûrê herwekî meriv bibêje roja deha.

 

Bi teybetî ‘alema îslamê roja aşûrê dehê meha Muharremê dizanin. Ji ber ku gelek bûyer û hedîse di vê rojê de pêk hatiye, di dirêjîya tarîxê de bûye rojek bi nam û nîşan. Li gorî rîwayetê tarîxê toba Hz Adem di vê rojê de qebûl bûye, hz Yûnûs ji zikê ma’sî derketiye, hz Mûsa, Hz Îsa di vê rojê de çêbûne, Hz Nûh di vê rojê de ji tofanê xilas bûye.  Hz Îbrahîm ji agir xilas bûye. Hz Mûsa di vê rojê de Xweda jê re behr qelaştiye û ji Zulma Fir’ewn xilas bûye, Fir’ewn di behrê de xerq bûye, Dîsa Hz Îsa di vê rojê de derketetiye asîmana… Dîrokvanê Musluman gelek hedîse û bûyerê bi nam û nîşan bi vî rengî rêz

dikin

 

Feqet ji bil van bûyera jî Qiymet û hurmeteke Muharem û Aşurêyî cuda heye.  Çungî meha Muharremê hem despêka sersala teqwîma hîcrî û hem jî wan çar mehê hêjayî ku Xweda di Qur’ana pîroz de ew pesinandine.

 

Herwekî Resûlê Xweda di hedîsa xwe de di derheqê vê mehê de dibêje:

“ Her kî di roja aşûrê de destvekirî yanî camêr û comerd be, Xweda jî di rojê salê yî din de firahiyê dide wî kesî, nahêle li xwe biheyire.”

 Di vê mijarê de Sûfyanê kurê sewrî dibêje: Me, ev şîreta Resûlê Xwedayî di heqê aşûrê de ceriband, bi rastî jî Xweda nedihişt

di dirêjiya salê de tengasî bi serme de were.

Bê gûman  çi dema behsa Muharremê tê kirin di cîh de roja aşûre, behsa aşurê jî tê kirin Serokê şehîda nevyê pêxember Huseynê mêrxas di mejîyan de bi can dibe. Çungî Muharrem, Aşûre, Huseyn, Kerbela, îxanet, dirrûtî,  Qîyam , berxwedan û şehadet xerca asasê vê rojê ye. Berxwedana Huseyn yan Huseyna ev roj xemilandiye, zînde hiştiye, Qîymetê vê rojê di bîrewariya me de aniye û me civandiye. Heger ne Huseyn bûna belkî ev roj jî mînak rojê salêyî din di sermede derbas biba. Bes her sedsalek,  demsaleke wê heye, her aşûrak Huseynekî bi xwîna xwe xerzika wê av daye; nehiştine ev dar di ti dem hişk bibe.

 

Nevyê Pêxember Hz Huseyîn di sala hîcriyî çaremîn di meha şa’banê  li bajarê Medînê ji diya xwe bûye. Hesen û Huseyn li mala Resûlûllah û li ser çongê wî mazin dibin. Mala wehyê weke ji bavê wan re bibû mektep ji wan re jî bûye mektep…

Piştî şehadeta Hz Alî Waliyê bajarê Şamê Muawîye xelîfetiya xwe li ser umetta îslamê î’lan dike. Nêzî bîst sala xelîfetiya wî domdike. Berya mirina xwe Muawîye wesyet dike ku piştî wî ummet kurê wî Yezîd bikne xelîfe û bey’etê pêra bikin.

 Û sala 661 ê mîladî Yezîdê zebûnê araqê dibe serok ji ummeta îslamê re. Di wê serdemê de waliyê bajarê Îslamê yek bi yek girêdana xwe bi Yezîd re çêdikin, diçin pê re bey’et dikin. Bes neviyê Pêxember pê re bey’etê nake.

Yezîd nameyekê ji waliyê Medînê  Welîd b. Ûtbe re dişîne û di nameya xwe de wiha dibêje: Ey Welîd! Here ba Huseyn û jbo bi min re bey’etê bike zoriyê lê bik. Heger xwe da paş wî bikuje.” Bes Welîd vê daxwaza nelrê qebûl nake û dibêje: “Wallahî! Heger jibo kuştina Huseyn temamê Dinyê bidne min jî, ez dîsa tiştekî wiha nakim. Ma qey hûn dixwazin ez dinya û axreta xwe bi carekî xira bikim.

Yezîd û paşxurê wî, ewil textê xwe yî îqtîdarê qewî dikin. Piştre rê û rêça Pêxemberê îslamê dugherin; zulm û ta’de li gelê Musluman dikin. Li gora xwestikê nefsa xwe însan muhakeme dikin û mînak dewra cehaletê xwîna ehlê îmanê bi navê derketina li hember xelîfe dirijînin.

 

Ne ji adetê  Pêxember û ehlê mala wî bûn ku zulmê bi zillet temaşe bikin, li zalima bifericin, ‘erdên bi xwîn û xebata mêrxasê îslamê hatibûn sitendin di bin lingê zaliman da bêxwedî bihêlin. Belê; li van ‘erda, li van herêma xwîna Pêxember, xwîna apê wî, xwîna eshabê wî yê hêja û mêrxas hatibûn rijandin. Xîreta Huseyn qebûl nedikir ku zulma Yezîda li ser van ‘erda bidome.

 

Cezîra ‘Erebîstan, ‘erda Kerbela; demsalek bêxêr, demek teng, ummetek bê hem û xem… însanên heqîr, miftxûr, zikperest û kone di nava ummeta îslamê de cîrît davêtin. Ji bil cemaetek biçûk, ji tirsa mirinê deng ji kesekî dernedket. Tatolek ji kesekî re çênedibu. Bê dengî û zillet bibûne wekehev. Yên bê deng diman zillet qebûl  kiribûn.

Huseyn mazin bibû, gihaştibû; belê dîsa cehalet hebû, nezanî hebû, dubendî hebû, pêvçûn hebû, siltanet hebû

… Cehalet û nezanî, xîlafet û siltanet Menfîetperest û heqparêz tevlî bi îslama qedirbilind bibû... Bi rastî li pêy xulafayê raşidîn; Menfîet, cehalet, nezanî û ta’asûb  heqîqetê dînê îslamê yê pak û zelal di nava tarîtiya cehaletê û meqamê seltenetê de winda kiribû. Erda îslamê ya berfireh tarûmar kiribû…

 

Dema Yezîd bi navê xelîfetiyê dibe mazinê ‘alema îslamê Hz Huseyîn û gelek eshabê Pêxember bey’etê bi Yezîd re nakin û mezinantiya wî qebûl nakin. Ev    tevgera Huseyn bandorek giring li ser gelek însan kiribû. Ji gelek bajarê îslamê yê cuda   mektubê pevxebatê ji îmam re dihatin. Nexasim ji xelqê Kûfê çil (40) hezar mektûp  ji Hz. Huseyn re hatiye.

Sal 661 ê mîladî, îmam Huseyîn jibo pêk anîna ferza Hecê diçe Beytûllahê. Roja wê derkeve ‘Erefatê dîsa Mektûp ji xelqê Kûfe tên. Îmam difikire, difikire û qirara here Kûfê dide. Çungî li gorî baweriya wî heccek di bin tehakuma Yezîdan de li cem Xweda de ne meqbûl bu.

Çungî Hec; qiyama li hember zulma zalima û xwesipartina Rebbê Rehman e.  îmam êvara wê derkeve ‘Erefé îhramê xwe datîne û jibo dewleta kalê xwe ji bin zulma Yezîda azad û rizgar bike tevlî 72 kesê ji mala xwe dikeve riya bajarê Kûfe. Ji ber vê yekê kalê wî Hz Mûhemmed (s) herdem digot: “ Huseyn ji min e ez ji Huseyn im”

 Gelek sehabê Pêxember jibo Huseyn ji vê qirara wî vegerînin pêra diştexilîn. Û jê re dibêjin: neçe Kûfê. Lewra xelqê Kûfê çawa îxanet bi bavê te re kirin,bavê te û birayê te şehîd kirin herwuha  wê te jî bixapînin. Ey Huseyn ma ne bavê te di derheqê xelqê Kûfê de digot:Kesekî weke wan bê bext min nedîtiye.” Ey Huseyn! Wallahî xelqê Kûfê zimanê wan bi te re ne bes şurê wan bi Ûbeydûllah b. Zîyad re ye.”

Hz Huseyn, jibo sazûmana dewletê li gorî qanûnê wehyê dîsa ras bike û meqamê xîlafetê teslîmî ehlê wê bike Hecca xwe nîvco dihêle, îhramê xwe datîne û dikeve riya Kûfê… Û ev rêwîtî, ev hîcret zenga ser mejiya bi xwînê wê paqij bikra, wê biba despêkek ji xelqê bê xwedî, bindest û mezlûm. Çungî tiştnî hene encax bi xwînê paqij bibin. Hinek heqîqet hene encax bi xwînê bê fêhm kirin. Îmam Huseyn ev heqîqet ji herkesî çêtir dizanî û digel vî qasî derkete rê.

Nabêna bajarê Kûfê û Mekkê 850 km bû. Hz Huseyîn tevlî 72 kesê ji ehlê mala xwe  kete riya Kûfê. ‘Erda Kerbela çolistanek riqî rût, reş û dirêj û ziwa bû. Hew şettekî bi navê Firat di vê çola bê xêr de diherikî.

Derketina Hz Huseyn pir zû li nava bajarê îslamê belabû. Çungî Huseyn derketibû rê;  da here li bajarê Kûfê li pêşberî sazumana Yezîd bi xelqê Kûfê re pevxebatê bike, hûnîn û civîna wan damîn bike. Çawa kalê wî Hz Mûhemmed Jibo sazuman şîrkê rake Li Mekkê li mala erqam hunîn û civîna xwe danîbu, Huseyn jî dixwest Kalê xwe bişopîne.  Di wê demê de, Yezîd nameyekê dişêne ji Walîyê Kûfê Ûbeydûllah b. Ziyad re û dibêje wî : Berya Huseyn bighêje bajêr  pêşbiriya wî bikin, heger hewce kir wî bikujin. Ji Zarê emewiya hinek li hember vê qirarê dertên. Bes waliyê Yezîdî Kûfê gazî qumandarê serleşker  U’mer b. Sa’d. B. Ebî waqas dike û dibêje wî, kesê li vê qirarê îhtîras bike wî bikuje.

Lİ ser  vî emrî Qumandarê Yezîd U’merê kurê sa’d bi sîh (30) hezar leşker pêşbiriya Hz Huseyn û ehle mala wî dike. Nahêle Hûseyn bighêje Kûfê.

    

Îmam Huseyn ji leşkerê Yezîda xeberdar bibû, bes pirbûna leşker ew ça’vtirsandî nekiribû. Çungî wî qiyama li hember zulmê weke rojî, nimêj û hecê ferz dizanî. Pêxember û ehlê mala wî ti dema ji pirbûna dujmin netirsiyabûn ku wê rojê nevyê wî bitirse… 

Îmam bi zanabûn derketibû rê. Jibo mirina di ber dînê Hz Mûhemmed de (s) xwe kar kiribû, da ku heqîr û heqparêz, keysperest û xuypak, kone û kirbêj, zalim û mezlûma ji tarîxê re keşif bike; da ku xewar, nezan û belengaza ji xewa xefletêyî kûr hişyar bike; da ku îslamiyeta bi temamî nexasim îslamiyeta Mûhemmedî bi xwîna xwe, bi berxedana xwe, bi qiyama xwe ji însaniyetê re îsbat bike.

Û ev qefîla biçûk ku serî li hember zulmê hildabûn Meha Mûharremê roja şeşemîn dighêje  ‘erda Kerbela. Huseyîn navê herêmê dipirse, dibêjine wî: Ev der Kerbela ye. Yanî cîhê kerb û belayê ye. Cihê tengî ta’lî, cîhê kul û keder û hem û xema ye.

Suwariyê Yezîd pêşbiriya wî û hevalê wî dikin. Hz Huseyn dibêje wan hûn çi ji min dixwazin?

‘Umerê kurê Sa’d dibêje: Ey Huseyn! Li gorî fermana walîyê Kûfê yan tê bi Yezîd re bey’et bike û yan jî tê bê kuştin. Hz Huseyn herdû teklîfa jî qebûl nake. û dibêje wî bihêlin ezê bi şûnda vegerim; heger hûn vêna qebûl nakın bihêlin ezê ‘erda ‘Erebîstan terk bikim.

Bes Leşkerê Yezîd teklîfê wî qebûl nakin. Hz Huseyîn û hevalê xwe li devê xwe siwar dibin dixwazin  wêrana Kerbela terk bikin. Bes qumandarekî Yezîd  bi navê Hûr b.Yezîd et temîmî  diçe pêşya wî û jê re dibe berbest. Nahêle ji wê rê here. Hz Huseyn mişwarekî bi Hûr û hinek hevalê wî re diştexile, armanca hatina xwe û zulm û neheqiya Yezîd û kurtêlxurê wî tîne ziman. Û ev gotinê îmam Huseyn Hûr ji xewa xefletê  ya kûr hişyar dike. Hûr, riya hûrriyetê tercîh dike, hevaltiya Huseyn wî ji xulamtiya Yezîda mînak navê wî Hûr dike. Belê; piştî vê axaftinê  Hûr dîgel hevalê xwe derbasî sefê îmam Hûseyn dibin. Û Hûr ji ‘eskerê Kûfê re dibêje wallahî Hûseyn rast e, û me ew da’wetî Kûfe kir. Çima îro hûn li vê peymana xwe xwedî dernayên. Ev tevgera Hûr bandorek giring li ser leşkerê Yezîd dike. Heta li ser Qumandarê ordiyê  ‘Umer bi sa’d dike.

 Umer b. Sa’d  şitexaliya bi Hz Huseyn qedexe kir. Çungi wî baş dizanibû ku nevyê  Pêxember doza xwe, armanca rêwîtiya xwe, û zulma pozberê xwe ji kê re  bibêje, dê wan vegerîne. Heta îmam Hûseyn Bi ‘Umer b. Sa’d  re jî diştexile, îdî destê Umer jî ji herba bi Huseyn re sar dibe. Bes Ûbeydûlah b. Ziyad di cîh de nameyekê jê re dişîne û dibêje wî heger tu Huseyn nekujî yan bi êsîrtî nîne ber linge min, ez te nakime walî û  ezê te bikujim. Yan tê emrê min pêk bîne û yan jî vaye ez Şîmr b. Zilcewş bi rêdikim dê ewê li şûna te bibe qumandar.

 

Di vê navberê de tarîtiya şevê dikeve ‘erdê. Hz Huseyin û hevalê xwe di tarîtiya şevê de cîhê xwe terk dikin, bes artêşa Yezîd bi pêy wan dikeve. Sibehê ava wan diqede, bi emrê Ûbeydûllah b. Ziyad, Umer b. Sa’d nahêle Huseyn û hevalê xwe ji çemê Firatê avê vexwun. Sê roja ji binî de vexwarina avê li wan qedexe dikin. Îmam Huseyn dibêje wan: ji Xweda bitirsin!  Filleh, cuhî, Mecûsî, kafir û muşrîk ji şetê Firatê avê vedixwun. Çima hûn ava şet li qedexe dikin. Qey merhamet ji binî de bi we re nemaye. Ma hûn nabînin dîgel me pîrek, zarok, ixtiyar û sebiyên pêşekê hene. Ma hûn nahêlin em bi vê av;ê desmêj jî bigrin û nimêj bikin. Hetanî îro tu dujmina hevdû ji vexwarina avê qedexe nekiriye. Di vê navberê de îmam Huseyn bi armanca rehm têkeve dilêwanî hişk, kurê xwe yî şeş mehî bi navê Alî bilind dike, û dibêje wan: ma zare zara van zarokayî jî nayê we. Îmam Huseyn hê şitexaliya xwe neqedandiye eskerê Yezîd bi tîra vî zarokî nîşan digrin û wî di himêza bavê wî de dukujin…

 

Hz Huseyn li hamber vê wehşetê hişê  xwe winda dike. Dibeze şurê xwe û weke şêrû pilinga xwe bera nav koma dujmin dide. Eskerê dikeve ber wî dukuje.  Mêrxasekî ‘ereba yekî  namdar bi navê  Zeyd b. E’btah hebû. Ev mêrxasjî dertê miqabil wî; Huseyn çawa derba xwe lê dide wî di nêvîre dike diqet. Di pêy re gelek e’gît û mêrxasê bi xwe bawer dertên hember wî bes kesek xwe li ber Huseynê mêrxas nagre.

9 ê meha Mûharrem  Hz Huseyn bi rojîbû, kêlîkekê radizê di xewna xwe de kale xwe Hz Muhemmed (s) dibîne. Kalê wî jê re dibêje “Ey Huseyn! We re îro fitara xwe li ba me veke”. Huseyn dema ji xew radibe xewna xwe ji xwa xwe Zeynep re dibêje. Xwa wî dike qêrîn û dibêje wey tiştê hate serê me. Di vê navberê de dujmin dora Huseyn û ehlê mala wî bi carekî dipêçe. Îmam fêhm dike ku nêta dujmin xirab e. Biraziyê îmam kur  apê wî Ca’fer,   E’qil şurê xwe digrin jibo îmam mûhefaeze bikin dertên hember dujmin.

 Mêrxasê ehlê mala Pêxember weke şêr û pilinga bi dujmin re şer dikin, gelek ‘esker dukujin û di encamê de ew jî şehît dibin. Huseyn berya hevalê xwe derketibû meydana cengê, bes kesekî cesaret nedkir êrîşî wî bike. Kesekî nedixwest bibe qatîlê nevyê Pêxember; da ku ‘erep wan şermîzar nekin. Hz Huseyn heta êvarê bi dujmin re şer dike, beriya tarî têkeve ‘erdê tî dibe, dixwaze here ser şettê Firat avê vexwe, bes dujmin jê re dibe berbest û nahêle avê vexwe. Huseyn bo fitara xwe veke  bi ber avê de diçe;  ‘eskerek tîrekî davêje wî, ev tîr li devê îmam dikeve û xwîna wî diherike, Îmam kulma xwe tijî xwîn dike û davêje asîmana dibêje “ Ya Rebbî tu vê xwînê ji me qebûl bike”

Îmam Huseyn bi tenê di nava dujmin de mabû. Dujmin bi hevra êrîşî wî dikin û ‘eskerekî bi navê Şimr b. Zelcewşen  îmam Huseyn şehît dike. Xwezî ew roja bi şewat derneketa. Lewra rast gotibû Pêxemberê  Îslamê. Belê kalê Huseyn Hz Mûhemmed (s) di dema Medînê de rojekê bi nevyê xwe şadibû. Û ji nişkave  mehzûn bibû. Gotibû “ Herwekî ez dibînim kûçikekî

zippî zer xwîna ehlê mala min dadilêse” Li gorî rîwayeta xenzîrê  Şîmr Mirovekî zerebû…. Şîmr û hevalê xwe  weke hova hicûmî mala Pêxember dikin; Kurê Huseyn Zeynelabidîn hê biçuk û nexweşbû. Şîmr êrîşî wî jî dike û dixwaze wî bikuje . Bes Mirevekî bi navê Humeyd nahêle Şîmir Zeynelabidîn bukuje…

  Bi teybetî  23 kes ji ehlê mala Pêxember û 53 hevalê Huseyn  bi tevatî 72 kes li wêrana Kerbela hatibûn şehît kirin. 88 ‘eskerê Yezîd hatibûn kuştin.

  Paşxurû Yezîd cesedê mucahidé îslamê di nava lingê hespê xwe de cûtin û cesedê şehîda ji ‘heywanê bewre hiştin. Bes piştî leşkerê Yezîd Qada herbê terk dikin  Malbata Esed diçin cesedê van mêrxasa vedşêrin.. 

  Di pêy re Sînan b. Ebî ‘Amr en nehaî serê îmam jêdike û dide Xewla kurê Yezîd. ‘Eskerê Yezîd weke gogê bi serê nevyê Pêxember dileyzin û di encamê serê nevyê Pêxember dibine li ber lingê waliyê Kûfê Ûbeydûllah b. Ziyad datînin. İbnû Zîyad liserê nevyê Pêxember mêze dike û bi şiva xwe hêzeran li pozê wî dixe dibêje :  “bavê ‘Ebdullah çiqas ixtiyar bûye.”

 

 ‘Eskerê  Yezîd  Serê Huseyn û ehlê mala wî û hevalê wî teva jêdikin. Hew pîrek û zarok bi tenê dihêlin. Piştî ku zilama  şehît dikin destê pîrek û zaroka li paş wan girêdidin. Wek pezê çol wan didin ber xwe û bi esîrtî dibin Kûfê, wan teslîmî mel’unê Îbnû  Ziyad dikin. Di vê navberê de Îbnû Ziyad dibêje ‘esker li nava esîra bigerin kesê destê wan sîlehê bigre teva bukujin.

Kurê Hz Huseyînî bi navê ‘Alî digrin dibine cem Îbnû Ziyad; İbnû Ziyad emrî xulamê xwe dike, dibêje  wî bukujin. Bes Alî dibêje wî:  ma tu ji Xweda natirsî. Heger tu min bukujî wê kî li van pîreka binere. Îbnû ziyad dev jê berdide. Ji xeynî  3 kurê  Huseyn bi navê ‘AlÎ, Umer û Zeynel ‘AbidÎn zilam di nav mala Pêxember nemabûn. Zalima dixwestin reha mala Pêxember biqelînin…  

Di wêrana Kerbela de : şeş kurê Hz ‘Aliyî  bi navê:  Ca’fer, Huseyîn, ‘Abbas, Mûhemmed, Osman û Ebû Bekîr.

   2 kurê Hz Huseyînî bi navê: ‘Alîyûl Ekber û ‘Abdûllah

   3 kurê  Hz Hesenî bi navê  : Abdûllah, Qasim û Ebû Bekîr

   4 zaroké Aqîlî bi navê  : Ca’fer, ‘Abdullah, A. Rahman û Muslim,

Û ji xeyrî vana 2 Nevyê  ûqeyl jî hatibûn şehîtkirin. 

Di vê demê de 2 zarokê Adûllah b. Ca’ferî bi navê A’wn û Mûhemmed hebûn ev herdû zarokê ‘emrê wan neh deh salî baz didin û diçin dexlî zilamekî Qebîla  TAYY dibin; bes ev mexlûqê ji însaniyetê bê pa’r van herdû zaroka jî dukujin, serê wan jêdikin û dibin li ber lingê Îbnû Ziyad datînin.

 

 

Îmam Huseyîn mexlûb nebibû. Mekteba îslama heq mekteba şehîda ye. Di vê mektebê de mexlûbîyet qet tine ye. Çungî şehîdî jiyan e. Civaka îslamê bi xwîna şehîda nehîştiye dara Îslamê hişkbibe. Xwîna Huseyn ‘erda Kerbela seranser bi tovê Qîyam û berxwedanê cot kiribû. Û çandiniya xwe bi xwînê av dabû. Da ku di pêşerojê de şînbibe, fêkî bide. Ah ev tov îro şên hatiye, qebiliye û fêkî daye.  Bi bereketa vê xwînê îro bi milyona Huseyn gihaştine;  Taqîpkerê Huseyna îro li her war û cîhê ‘erdê, di her dem û deverê de li hember zulma zalima bi rêdan û berxwedanê Huseynî riya xwe didomînin. Xelqê Mezlûm û mustez’ef li hember êrîşê Yezîda diparêzin. Hineka ji wan riya wî şopandin û li dewletê cuda bi yezîdên hemçax re şer kirin û şehît bun, hinek di seqema zivistana de li metropola bi sazûmanê yezîdar şer kirin û şehît bun. Û hinekjî hê li hêviya şehadetêne. Xwendekarê vê mektebê nahêlin demsalek bê berxedan û şehadet derbasbe.

Îmam Huseyn tevê berbesta qulupandiye, hedef û armanca xwe yek bi yek pêk aniye û muzaffer bûye. Çungî di dînê îslamê de mekteba şehadetê ji yan zaferê bilindtire. Îmam Huseyn şehît bûye, feqet mîsyona wî heta roja qîyametê wê berdewam bike.

   Huseyn sembola berxwedanê, dengê xelqê mezlûm, mehrûm, û mustez’ef e. Huseyn ne malê meşrep û mezhebekî, ne malê civîn û cema’etekê; malê tevê  ummetê ye. Huseyn. Taqîpkerê  wî hê matema wî dikşînin. Her roj ‘Aşûre her der Kerbela. Roja ‘Aşûrê li temamê rojên salê hatiye parkirin. Mîsyona Huseyn, her ji sedsalekî Huseynekî nû bi can dike… Carnan dibe Qahîre navê Kerbela;  û Qutup Vê dara Huseynî bi xwîna xwe av dide… Carnan   dibe Bangladeş, dibe Turkî dibe Kurdistan Molla Abdulqadir, Huseyn û Saîdeyn diçine ber çatmê şeniqandin…

   Kerbela; Kerb û bela, mêrxasê ummetê her roj dilbirîn dike. Coğrafya Îslamê yî berfireh tev dibe Kerbela di roja ‘aşurê de.

Îmam Huseyn di zeman û mekanekî bi tene de hilnayê. Çungî ew rêzanê berxwedana li hember zulmê, hevalê mezlûma,  tirsa dilê zalim û zordesta ye. Wî di tarîstaniyê de pêşivantiya nûrek bêdawî kiriye.

Hz Huseyn Şehîdê xwedayî li serzemînê, xelîfê wî, hucceta dînê wî û heyfgirê wî ye. Ew şahidê xwedayî li ser mexlûqa ye; roja meşherê wê li ser zalima jî li ser mezlumê li zulmê difericîn şehdeyê bide. Dê şehdeyê bide Da ku heman kes bizanibe zalim kîne, mezlûm kîne, mêrxas kîne, heqparêz û dozgerê Îslamê kîne?

Huseyn û tevê Huseynê hemçax, ti dema nahêlin meşala berxwedanê bisekine, serê xwe ji Yezîdan re natewînin… Çungî ala tewhîdê, mîrasa pêxemberî giranbiha, bi bihayê mirinê hilgirtine.

Çungî ev şîret ji bavê xwe, ji kalê xwe girtibû Huseyn: Kesê li hember zulma zalima bê deng bimîne şeytanê bê ziman in.  Û Huseyîn ev heqîqet bi xwîna xwe bi berxwedana xwe dabû îspatkirin.

 

 

Hz Huseyîn semboleke, Hz Huseyîn eqolek e, Berxedana wî zanîngehek e. Kesê bibe xwendevanê vê zanîngehê bê gûman wê destûrnama xwe ji Pêxemberê îslamê bistên e.

Hz Huseyn û Huseynê hemçax bi qiyam û berxwedana xwe ye li hemberî Yezîdan, li hember zalim û bê olan, li hember zordest û koledaran rê û rêçek bi rewş ji xelqê mezlûm re vekirine. Kesê bide ser vê  riyê, yanî kesê riya Huseyna bişopîne karekî Huseynî kirine, Kesê li pêy Huseyna mane divê ku  mîsyona Zeyneb bimeşînin; û ê go wiha nekin Yezîd in…

Belê kesê ku zalima nas neke, dîroka mêrxasê îslamê fêm neke, nede ser şop û rêdanê wan Yezîd in.

  

Fecra Kufrê fecra kazib e. Piştî Fecra Kufrêyî kazib, Fecra îslamê yî sadiq wê derê.

Mizgîna ronîdanê dema tarîtî pir zêde dibe.

Şefeqa îslamê yî jiyanbar lêxistiye, tava xwenasiyê ji erda Kerbela avêtiye der

 

Mizgîn li we be di hindir vê pêşerojê de de dengê herî bilind wê dengê Huseyna be, dengê herî bilind wê dengê Îslamê be…

 

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

8

Gotar

Mehmûd Kilinç

Ê Berê Şîretên Birûmet: Exlaq 1
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.