Dinya Warê Xerabe Ye

Article

Dinya warê xerabe ye
Bext û ûjdan jêr tüne ye
Kê di wê da wefa dîye.
Yan xewnî yan jî serab e

Carna bûk e dixemile
Bi şêranî dikemile
Li ber mirov dihilhile
Lê bawerî bi wê nabe

Carna ew kêf û sefaye
Carna ew cewr û cefaye
Ew bê’ehd û bêwefaye
Dostanî qe bi wê nabe

Bêhne li dor wekî gulî
Hiş dibej serê bilbilî
Paşî dibe ax û xwelî
Bi-mrada we kes şanabe

Tu her demê gazî dikî
Pir delal û naza dikî
Talibê xwe zelîl dikî
Meşa biter pir xerabe

Tu dinya kesk û gewrikî
Tu mirovan kerker dikî
Dila xencer û şûr dikî
Mirina-j bo te ezabe

Hin xapiyan bi rewşa te
Hina çav berdan bejna te
Kanî li kûye mala te
Bê war û hem bê hicab e

Çima hewqas şêrînî tu
Cihê derd û kulayî tu
Kuştyê bav û-b rayî tu
Eyn ji nezerê têr nabe

Hewar ji destê te dinê
Ax û eywax li ser minê
Fitna giran bar li minê
Ma qey tu ji min venabî

Te çiqas mirov xwarine
Ma têrahî lite tune
Yên te girtin ka li kune
Tu cenawirkî têr nabe

Yên te girtin qûrqûr kirin
Gelek pesin û vir kirin
Ka binêr kêj wan çi kirin
Tu ji wan qet haydar nabî

Tu -j wan ne haydari yeqîn
Loma tew kirin har û dîn
Te herimand li wan ev jîn
Ti-j wan ra jehra marabî

Tu marekî ker û kore
Li dora me bi horhore
Te-b me veda-b dor dore
Kes jiber te xelas nabe

Te-b dostanî bi me veda
Te em kirin dîn û sewda
Bi serê te keve qeda
Her mala te ne avabe

Mala te weka qebraye
Cihê dûpişk û maraye
J-şewq û çirûsk dûr seraye
Hewar ewê çawa çêbe

Hewar û qîr fêde nakin
Dost û meriv qe seh nakin
Ey delalno bese bakin
Îdî veger qe çênabe

Vegera mirya tuneye
Ew fermana heq Xwedaye
Ewî wiha ferman daye
Hetanî ku dinya hebe

Fermana Xweda-b qîmet e
Lewra jibo me dakete
Liser felek ew pêkete
Weke rojê xuya dibe

Dinê te em korkirine.
Ji rojê mehrûmkirine.
Her yek bi cîhkîd birine.
Îdî desteme-b hevnabî.

Te destê me vekir ji hev
Te roj li me kiriye şev
Te qurmiçand gotin û peyv
Derdê te qet derman nabe

Tu derdekî bê dermanî
Ez nexweşim loqman kanî
Te xera kir war û xanî
Tu ji kesî re yar nabî

Tu yareke derewînî
Tu him tâlî him şêrînî
Tune ji bo te yeqînî
Bawer yeqîn bi te nabe

Te nehişt li me tebate
Kanî sewm û ka selate
Xapandine bi xilate
Dide araq û şerabe

Em xapiyan bi xilatê
Jibîr bû pira siratê
Riyeke gelkî zirav tê
Bi cehîm û bi ezabe

Cehim û ezab û narin
Tê de qîrîn û hewarin
Ins û kevir tevde xwarin
Bi sûretê xeyalnabe

Bi sûret xeyal xweşkirî
Bi saz û reqsa neqşkirî
Li halê me qet ne girî
Li ser pez tu wek qesabî

Tu qesabkî bêînsafî
Tu kesekî nakî ‘efî
Kemînê te kûr û xefî
Dixwazi-j bîr bikî tewbe

Kemîna teya şeytanî
Afat bi sera da anî
Te nehişt şên û şêranî
Te dev mekir weka kelbe

Qêrîna te bêfêdebî
Eger tu-j dil tobe nebî
Ji vê dinyê xalî nebî
Ji narê qet rizgar nabî

Jibo tu-j narê bib rizgar
Liser toba xwe bik qerar
Guh nede vê dinya neyar
Hingî tê-j dil azad bibî

Jibo xelasiya-j derda
Bibe dostê dostê xweda
Ew e riya qenc û merda
Bi salihan ra heval be

Bibe hevalê salihan
Bighê sirra wan ‘arifan
Binexşîne ‘ilm û îrfan
‘Ilmê mezin ji Qûran be

Qûran behra her ‘ilma ye
Rênîşana ‘alima ye
Nextekî giran bihaye
Qimeta wê qiyas nabe

Mêzîna dinyê seqet e
Pîvana wê ne rihet e
Dûrî dîn û diyanet e
Pîvana rast bi wê nabe

Tu hêlaneke nermik î
Tu mirovan di xew dikî
Ez pê zanim tu çi dikî
Tu dostekî pir xerab î

Tu wek dîlberek rûşen î
Leb şêrîn û rû likenî
Kes nizane bi çi fenî
Tu bi dek û bi dolab î

Dekê te mêran dikuje
Can û ceseda dipije
Te em kirin narê doj e
Pêtî didû xelas nabe

Çawa ji te xelasbim ez
Ji vê xewê şiyarbim ez
Rabim herim bi lez û bez
Ezê herim tu-j min vebe

Tu bûye bela serê min
Tu bernade qet dûvê min
Tûyî zanim dijminê min
Cenga min wê bi te ra be

Vê felekê-l min çi kirye
Ya reb hewara min tûye
Keramet qencî ji teye
Tu bi min re alîkar be


 

Di debarê nivîskar de

Têhev

15

Gotar

Ê Berê BIRANO
Ê Li Pey ÎNSAN

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.