Tu Bi Xêr Hatî

Article

Şevê tarîr tu bû roj, ronî te da her dera.
Tu bi xêrhatî ey Resûl, ser çav û hem ser sera.
Lê em aşiqê tene, bê te qet em nikanin.
Gavam bê te bimînin, emê çawa bikenin.

B’hatina te me naskir, rêya heqq û rêya baş.
Me terkkir dozên bettal, rêya heq me nekir şaş.
Carna em bûne Musab, me kir terka dê û bav
Carna jî em bûn Bîlal, li çola em man bêav

Dem hatin em bûn Xebbab, l-ser agir em kelandin
Wan bi zûlm û zorê, goştê canêm 'helandin
Li ber zumla zalima, sebir kir me her demê
Lazim be mê can bidin, ji bo de‘wa Îslamê

Ew cefaya me kişand, jibo me nebû elem
Cefaya em dikşînin, di nivîsîne qelem
Ji mer gul û reyhanî, ji bo te çi wer sera
Mê her dem bimeşînin, ew doza pêxembera

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Zekî Ekîncî

Ê Berê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.