TÎŞORTA SOR

Article

(Ehmed, Yasîn, Huseyn, Elî çar zarok in, hevalê hev in. Bi hev re xeber didin.)

EHMED: Gelî hevala! Sibê rojî ye. Ji we kî radibe sihorê?
YASÎN: Çi gotine Ehmed! Kî radibe? Emê tev rabin paşîvê.
HUSEYN: Tu li berxê diya xwe binêr! Sala çû, te deh rojan jî rojî negirt.
YASÎN: Huseyn! Dîsa jî, ma min ji te bêtir rojî negirt?
ELÎ: Yasîn! Pir pir te qey du rojan jê bêtir girt. Pê peznê xwe nede.
HUSEYN: Elî! Me tu jî dîtî! Heta nîva rojiyê, tu ji qam û piya ketibû.
EHMED: Hevalno! Rojî ji bo Xweda ye. Ê digre ji xwe re digre. Sala çû derbas bûye. Em li îsal binêrin. YASÎN: ‘Elî! Ezê ji te bêtir bigrim.
‘ELÎ: Delalê diya xwe. Emê jêhatiya bibînin. HUSEYN: Îsal we bi ser min nexist.
EHMED: Ew çax em di girtina rojiyê de, pêşbazî bikin. Îsal ji me kî pir rojî bigre, jibo îdê em ji wî re soleke sîporê, şal û pantoreke çar bêrîk û tîşorteke hirî û sorik dikirin. Heger bi dilê we be.  ‘ELÎ: Pir baş e. Ez qebûl dikim.
YASÎN: Hema ji niha de ji min re hazir bikin.
HUSEYN: Hoop kekê min! Masî di avê de nayê bazarkirin. Xelat xweş e. Lê bila rojiya te ne ji bo tîşorta sor be ha. EHMED: Hûn tev soz didin? YÊN DIN: Belê em tev soz didin. EHMED: Ê ji soza xwe vegere, ewê perê kinca bide.
YÊN DIN: Temam baş e. Temam.
ELÎ: Ehmed! Eger em tev rojiyê gişî bigrin, îja ewê çawa be?
EHMED: Mehekê meriv ji bo Xweda rojî bigre, ji vêya xweştir rehma Xweda. Ew çax em her yek tîşortekê bikirin û hedyê hevalê xwe bikin.
HUSEYN: Pir xweş e. Ê de haydê. Xweda qawet bide.
YASÎN: Roja ‘erefê, piştî nimêja ‘esrê, em li vir bên cem hev û herin xelat bikirin....

EHMED: Birano! Ez we teva pîroz dikim. We rojî tev girt. Vêga em derin her yek tîşortekê dikirin. HUSEYN: Em jî te pîroz dikin.   YASÎN: Maşallah te jî girt.
HUSEYN: Yasîn helal be ji te re! Mi digo belkî tu nagrî. Lê te rojî tev girt.
YASÎN: Ê çi gotine? Merev bi xêra hevala, dighê gîharê mala. Lê pênc roj mabûn, diya min got “Tu perîşan buyî. Te hew girt. Min ji xwe re got ka ez çi bikim? Hema planek hat bîra min: Kengî defçî di sihorê de li defê dixist, ez berî gişa radibûm. Diçûm diketim dolavê. Min têr paşîva xwe dikir, dûre diketim navciyan. Min gazî wan dikir. Min digot ez ranabim.
ELÎ: Lê êvarê di fitariyê de, te çawa dikir? YASÎN: Lê dinêrîn ez birojî me, we yê bidîta çawa diqehirîn! Lê dîsa tiştek nedigotin. ELÎ: Ê min jî çend roj mabûn rojî biqede, xaltiyek min got “Ez bi qurbana berxikê xwe bim. Bes bigre. Bila gunehê te di sutyê min de be.” Min jî got “Xaltîkê! Kes gunehê kesî nakşîne. Ez pazdeh salî me, çawa rojî negrim?”
HUSEYN: Bes behsa mêrantiya xwe bikin. Dereng e em herin tîşortan bikirin.
YASÎN: Çima qey li zora te diçe?
HUSEYN: Çima li zora min here? Min jî wek we rojî tev negirtiye? Ji mehelê pênc xortên din jî, bi min re dihatin xitm û terawîha. Li min dinêrîn, wan jî rojî digirt.
ELÎ: Baqilo! Zarokên dihatin terawîha, min jî wan dielimand nimêjê…
(Di vê gavê de Xalê Hemîd bi kîsek xelat tê cem wan)

XALÊ HEMÎD: Ehmed! Elî! Yasîn! Huseyn! Maşallah! Zarokên çiqas baş û bi edeb! Bi qurbana îmana we bim. A ji we re! Evana hedyên we ne. Yekî got “Van zarokan rojî tev girtine. Dihatin xitm û terawiha jî. Van xelata bide wan.” A ji we re. Sol û şal û tîşort in. Elî! Hela ka vê solê têxe piyê xwe. Maşallah! Ehmed! Ev tîşort tam li gor bejna te ye. Yasîn! Hela vê şalê bide ber bejna xwe. Law çiqas li te rûdine. Huseyn! Hela ka tu jî vêya biceribîne. Way gelekî bimbarekî bin. Tam li gor we bûne, maşallah! Bi xêr û xweşî biqetînin. De bi xatrê we.

ELÎ: Ê min çiqas xweş e yaw. Maşallah! YASÎN: Oooh! Ê min hew dibe.
HUSEYN: Tam li gor dilê we ye ha! EHMED: Hemdê Xweda, hemdê Xweda.
HUSEYN: Yasîn! Maşallah li ser te çawa dibirîqîne! ELÎ: Kêf kêfa te ye jî Huseyn!
YASÎN: Ciwanê Mencê çû qezencê. EHMED: Qezenca rojiyê ne ev e. Qezenca rojiyê jibo Xweda ye. Eff û meğfîret û cennet e.
ELÎ: Kekê Ehmed! Ka di îdê de, em çi dikin?
YASÎN: Emê li mala bigerin, şekir û tiştan berhev kin.
HUSEYN: Em ciğarê nagrin. YASÎN: Çima ciğare?
EHMED: Di meha remezanê de, me ewqas îbadet û tiştê bixêr kir. Vêga ciğare ji me re nabe. Xweda ji tiştên baş û bixêr hes dike.
YASÎN: Ji xwe min nedikişand û xatrê birê xwe naşkînim. Û ciğara nagrim.
ELÎ: Îja kêfa min pir ji te re hat Yasîn!
EHMED: Gelî hevala! Sibeha îdê, em derin camiyê. Piştî nimêja îdê, em derin îdaniya dêw bav û mezinê xwe. Destê wan maçî dikin. Û dûre tên emê li îdê bigerin.
HUSEYN:
Em derin mala Sînan û Selman. Bavê wan girtiye. Bila ew jî bi me re bigerin. ELÎ: Em derin mala Henîfî û Îbrahîm jî. Bavê wan şehîd buye. Bila ew jî bên. YASÎN: Bila Delîl û Helîm jî bi me re bigerin. Ew jî feqirin.
EHMED: Eferî! Wiha hevaltiya mezlûman bikin.
HUSEYN: Kekê Ehmed! Em nerin mala Kamo. Hinek îdan, heta nîvro di xew de ne. Deriyê xwe venakin. Bi zarokên feqîr re pir diğeydin. Dibên parsek kurê parsekan. We şekir bi me ve nehişt. Ne şekrê wan ne kola wan ji me re lazimin.
ELÎ: Mala xaltîka Xalîse çiqas baş e. Feqîrin lê dîsa zarokan naqewrînin. Dibêje Xwedê ‘emrê we dirêj ke. Hûn gelekî bi ser çavê xaltîka xwe re hatine. Xwedê we ji qenc û muminan binivîsîne.
EHMED: ’Eyd qenciyek Xweda ye li muslumana, li kesên rojî girtine.
YASÎN: Hinek rojî nagrin, nimêj nakin, dibên qelbê me paqije. Û ji me bêtir kêf û hezra îdê dikin.
EHMED: Birayên min! Em li xwe binêrin. Cennet ne bi emel û temenî ye. Cennet bi ‘emel û zehmetî ye. Bêemriya Xweda ne qelb paqij dike, ne jî cennet tîne.
ELÎ: Hevalno! Firat pir feqîre. Hey em hatine. Jibo îdê, ka em jê re tiştekî bikirin.
EHMED: Tu rast dibêjî Elî! De haydê!
 .

.

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

23

Gotar

Ê Berê ‘ÎD E ŞAHÎ YE
Ê Li Pey ‘HERF Û NOQTE – 1

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.