Ez Dibêm ‘Heleb

Article

Zimanê êşê di her zimanê mirovan da yek e. Êş, êş e. Go êş  tê gotin, go tê be’hs kirin, dil zîz dibe, mîna ji ‘ewra baran dibare, ji çavan hestir dibarin. Îyro mijara êşê, dîyarê êşê û mezlumîyetê ‘Heleb e. Birînek kur, birînek dijwar e. Birînek go her an û ‘hin ji bedena wê xwîn dibare. Hewar, qîrîn û çare…

Dinya kor, mirovahî kor û lal û ker…

Ê dimre, ê perçe dibe, ê bi êşê îmtîhan dibe ‘Heleb ‘e.

Lêbelê, nivîsek ji pênusa Abdullah HARMANCI li ser ‘Heleb û bêxemtîya mirovan heye; me wergeran ez dixwazim, bi wera par bikim. Kerem bikin em bihevra bixwenin û ji xwe fedî bikin.

“Ez dibêm ‘Heleb…

- ‘Heleb dişewite apê mi!

- En herî zêde xîyaran zem xwarîye kurê mi!

- Doh li ‘Helebe set kesên sivîl hate kuştin hevalno! 

- Bred Pît û Ancelîna hevdu berdi didin.

- Li ser ‘Heleb’ê bombe barandin xaltîka mi!

- Welle êşek zêde di çonkê mide ye.

- Ez dibêm ‘Heleb, jibo Xwedê ‘Heleb.

- Kuram şêranîyek ‘Heleb’ê heye nayê gotin.

- Yahu, hun serê xwe rakin, hunê bibînin go ‘Heleb dişewite.

- îyro ez nikarim serê xwe rakim, êşek di serê mi de ye.

- Daykê! ‘Heleb dişewite, bomba dibarînin li ser ‘Helebê, sivîl dimrin.

- Hela ka wê qumandayê ez ji ser vê qenalê bibim.

- ‘Heleb mehu kirin hevalno! ‘Heleb nema…

- Pirtuka mi a nu vê mehê ê bê weşandin.

- Ez dibêm ‘Heleb, li ‘Heleb’ê sivîlan dikujin. Hewar ‘Heleb hewar!

- Ax mi îmtîhan a Îngîlîzî derbaskir ba…

- ‘Heleb xelaskirin, ‘Heleb nehiştin, ‘Heleb şewitandin…

- Me tayîna kurkê xwe banya Qonya yê.

- Ez dibêm ‘Heleb, dîsa li ‘Heleb’ê misilman tê kuştin.

- Aravîyek nu vebu ye. Cîyek xweş e. Em evarî hernê?

- îdî bes e li ‘Heleb’ê xistin, ‘Heleb dişewite.

- Li ‘Heleb’ê sempozyumek heye…Mesrefên wê kê hilgirtîye.

- Ax ‘Heleb… Ax ‘Heleb… Em karin çibikin ji ‘Heleb’ê ra.

- Hejmara kovar a me a nu, gicir gicir e.

- ‘Heleb şewitandin, ‘Heleb xerakirin, ‘Heleb kor bu, ‘Heleb bu arî…

- ‘Heleb li kîja dewletê ye bi rastî!

- ‘Heleb, ‘Heleb, ‘Heleb… ‘Heleb bajarek cuda bu…

- Mirov tenê here yan bi hevra?

- ‘Heleb ez dibêm ‘Heleb… Ma ‘ebdek Xwedê nabihîze yahu…

- Hiş be, ez amadeyîya mülaqatekî/hevpeyvînekê dikim.”

Belê ez dibêm, li ser bêxemtiya dinya yê go mirov ji xwera fêm bike, evana bi şîretî bes û zêdenin.

Spartê Xweda bin. Wesselam

Mîral Tuxubî

 

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Mîral Tuxubî

Ê Berê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.