15ê Temmûzê, Yê Xwedê Ew Rûreş Kırî

Article

Yekî bifikirin şev û  roj bi navê Îslamê xeber dide. Di camîyan de weʿza dide. Hem digrî û hem xelkê digirîne. Di malan de însanan li dora xwe dicivîne. Roj bi roj hevalê wî zêde dibin. Her dem dixebite, hetta nazewice. Her tiştê wî jibonî doza wîye. Murîdê wî li dora wî perwanene. Her murîdê wî li hêvîya emrê wîne. Ku berê wan bide wî serê dinyayê jî, dîsa ew nabên na; ewê herin. Bi vî şiklî gihaye ʿumrê xweyî dawî.

Meriv çi difikire di heqê vî kesî de? Tebîʿîye meriv bêje, ev çi danake mezine ji teref Rebbulʿalemîn! ʿEql û fikrê însan disekine. Çawa Xuda evqas nîʿmetê pir bide yekî û ew yek, negihîje riza Xuda? Wextê meriv li ser halê Şeytan difikire, meriv meselê xweş fêm dike. Lewra Şeytan, ʿumrê xwe di zikr û teʿeta Rebbulʿalemîn de derbas kiribu. Meqamê wî pir bilind bû, di asîmana di nav melaîketan de dijîya. Lê wî çi kir? Ji dêvla ji halê xwe re şikir ke, wî çû nefsa xwe mezin dî û li ber Xwedê rabû û emre Xweda bi cî neanî. Jiber ku ji kirina xwe poşman nebû, Xweda jî ew qewirand ji hizûra xwe û leʿneta xwe lê anî.

Lazime tu kes, hesaban bi ser hesabê Xuda re neke. Lazime tu kes, di qelbê xwe de li pêşber doza Xwedê xayîntîyê xwedî neke. Lewra zû yan jî dereng, wê Xuda hesabê wî xerake û wê xayîntîya wî derîne holê.

Kesê ehlê Xweda be, ewê hevalê hevalê Xuda be jî. Ewê ji mu’mina hez bike. Ewê bi mu’mina re hereket bike. Wextê mu’minek bikeve ʿerdê, ewê destê wî bigre û wî ji ʿerdê rake. Wextê dilê mu’mina biêşe, ewê dilê wî jî biêşe.  Wextê birayên wî yên mu’min bigrîn, ewê jî bi wan re bigrî; wextê bikenin, ewê jî bi wan re bikene. Hem lazim e ew, jiboyi mu’mina, her û daîm dilovan be, lê jiboyî kafira jî dijwar be.

Çiqas yek bêje, ez ehlê Xwedê me û meriv binêre ku ew hevaltîyê bi neyarê Xudê re dike, meriv bera zanibe ku ew ne rast dibêje. Kesê ku alikârîyê  bi neyârê Xudê re bike, ew neyârtîyê bi Xudê re jî dike. Kesê ku bû alikârê hevalê Şeytan, ew dibe hevalê Şeytan jî û kesê pişta xwe bide Şeytan û hevaltîya Şeytan bike, dixwaze bera şev û roj limêj bike; rojî bigre; dîsa jî ew nesalihe. Her çiqas ew di gotinê xwe de, ayet û hedisa jî bi xweyne, bi navê Xudê û Resulê wî re bigrî jî, dîsa jî ewle pê nabe û îʿtîbar bi gotinê wî nayê kirin.

Ev kesê meʿlûm, bi salan, jibona dilxweşkirina filleh û yehudîyan xebitî. Di vê oğirê de, teʿwîz liser teʿwîz ji dînê Îslamê dan. Bi kul û ğemmê muʿmina re ʿeleqedar nebû. Li ser zarok û gedên Yehudîya girîya; lê hêstirekî xwe, jibona zarok û gedê mu’mina nerijand. Xwe û hevalên xwe parast, lê ji ğeyrî xwe û hevalên xwe, kes musliman nedî û merhemet li wan nekir. Hetta jibo xwe biparêze û xwe mestir bike, kesên musliman avêtin ber devê şêr û guran. Heq neheq, heq dan hevalên xwe. Heqê ʿîbadên Xwedê xwarin. Dewlet tev xistin destê xwe û kesê ji ğeyrî xwe, ji dewletê tesfîye kirin; avêtin.

Vî kesê meʿlûm, hêlîna xwe, di nav bexçê deccal û Şeytan de ava kiribû. Deccal û şeytanan emir didan wî. Dixwestin ku dînê Îslamê, bibe dînekî wekî xiristîyanî. Dînêkî ku di hindirê qelb û mizgevtan de bête hepskirin.

Wextê hîle û lîsktikê wî, li welatê me hatine eşkerekirin; wê demê emir ji Şeytanê mezin sitend. 15ê Temmûza 2016an, bi tevê hêzên xwe yên xayîn, rabûne ser linga. Xwestin ku welat tev bixine bin emrê xwe. Kemîneke mezin hazir kiribûn liber millet. Bi çek û sîlehên millet, êrîş û hicûm dan ser millet. Xwestin ku îrada gel bixne bin linga. Jibo vê armanca xayîn, berê tenqa dane nav bajaran. Firok û teyyare firandin û bombe û fuze barandin bi ser millet de. Di tarîtîya şevê de leşkerê Şeytan, berê tivingên xwe dan ser milletê musliman. Xwîna muslimana rijandin. Ne gotin ev millet muslimane û rijandina xuyna muslimana ne helale.

15 û 16ê Temmûzê rûyê munafiq û leşkerê şeytana reş bû. Îmana muslimana qewîn bû. Bi tekbîr û selawatan millet geş bû. ʿEzm û cesareta millet, zora tenq û teyyara bir. Xayîna xwestin ku rojê li muslimana bikin şev. Lê bi nesreta Xuda, roj li wan bû şev.  Xwestin ku kemînekê li ber ummeta Îslamê deynin. Lê Xuda kemîna wan xera kir. Ew rezîl û ruswa kirin di nêv ʿalemê da û hem ahê mezlûma ji wan re nehişt.

Werin em guhdarî kin bê Seyda Mela Cizîrî, ç igotîye berî sed salan. Tu dibê qey teswîra 15ê Temmûzê kirîye:

...

Ez dibêm azir zemane dê qîyamet rabitin

Lew şeva tarî kişandî û nehişt eswed xurab

 

Xweş li min ʿalem siyah ma stêr û kewkeb qet neman

Ez ji vê rojê ditirsam axirî zû kir şîtab

 

Ev ne ew iqlîme ya şems û kewakib tê bi seyr

Ez ne wê erdê dibînim ya ku lê ew mahîtab

 

Cinn û teyyarek mi dî wer bû di min winda kirim

Dame ber pençe’w kulaban hilfirandim wek ʿîqab

 

Sufle wê înam û avêhtim zemîna zulmetê

Lê ku hişyar im gelo yan xewne min dîtî bêxab

 

Dêwê melʿûn û munafiqê Xudê rûreş kirî

Ma bi bala hilkişitin ʿaqîbet çêbit selab

 

Ehremîn te’lîmî dabû Ebyedî dest tê hebû

Pur bi vê teʿlîm û rayê hatibû çûbû xîtab

...

 

 

Mustafa TURAN

Di debarê nivîskar de

Têhev

18

Gotar

Ê Berê ‘Eşq û Evîna Resûlullah (s.ʿe.w.)
Ê Li Pey MU’MIN MU’MINE

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.