BANGEŞE / PROPAGANDA

Article

   Bi navê Xwedayê Rehman û Rahim. Hemd ji Rebbê ‘alema re be Înşaallah emê li ser mijar’a Bangeşeyê rawestin. Ev mijar gelek berfireh e ji ber vê di nivisê de  em nikarin bi giştî li ser bisekinin. Bi qederê hînbûna xwe emê bi kurtî Ji hev re bibêjin.

     Bangeşe ji bo pêkanîna armancekê û wê armancê bi koma civakê bide qebûlkirin, an jî hêsê wan bixe bin bandora xwe gelek birengek sîstematîk û teknîkî şuğlê xwe dike. Bangeşe ne tenê ji bo koma tê şuğulandin li gor armanca merkeza ku bi bangeşeyê ‘emel dikin diguhere. Carna li ser civaka, carna li ser kesayetên di nav civakê de tên naskirin carna jî li ser bûyeran tê şuğulandin. Bangeşe mana wêya di ferhengêde bi latini çêkirina ramanên nû çandina şağên nû ye. Bangeşeya ewil a ku tê zanin bi rengê belavokî (reklamcılık) destpêkiriye. Di sala 1890’an de di zanîngehan de belavokî û dersên bangeşeyan hatiye dayin. Bangeşe di qirnê 20 da gellek pêşde çûye û bûye malzeme ji bo civakên xwey neyar û her hêz li gora berjewediyen xwe wê istimal kirine û dikin. Bangeşe bingeha armanca wê ne aqilê insan e belkî rûhê insan e û bingeha armanca bangeşeyê jî ne ku bi însanê ferdi ye. Di cihgirtina însanê di nav komê da ye, lewra insanê di nav komê da li gor kesên ferdî pir hêsane guherandina fikrê wî û sewqkirina ramanên wî. Sewqkirina komê pir rihet e, Ji bangeşeyêra  vekiriye şuğulandina wê, lewra kesên di nav komê da tabira wê caiz be ‘eqlê kesê di nav komê da ji kîsî komê ye. Yani ew ne ku aqlê xwe istimal dike koma ku di navê de di çi baweriyê de be ew jî li gor wê baweriyê reng distîne, bi aqlê xwe na fikire ji ber vê îqnakirina vî kesî li gor kesên ferdî pir hêsan e.

Bangeşeyên ku psikolojiya civakê bi rûmet nebîne tu dem têk naçê. psikolojiya civakî qistasa wê ne kesên rewşenbîr in qistasa wê ew kesên navendên civakê ne, kesên ku werin îqnakirin jî ew kes in, bangeşe tenê van tişta nake, pirê caran ew tiştê ku kesayeta însan teşkîldike (raman û baweri)’ya guherandina wan ji xwer dike armanc, bi taybetî evêya bangeşeya dîn û ideolojiya ji xwer dikin armanc. Di jiyana rojane de bangeşe ku tê gotin tiştê ewil tê hişê mirov gereke ne tenê rêxistinê saloxtiyêbin (istihbarat örgutleri). Ji bilî van, ê pir bangeşeyê dişuxulînin hene, weke partiyên siyasi, armanca wan’a  bingehî pirkirina endam û dildayên wane û kêmkirina endamên partiyên kû li hemberi wane. Ji bo vê armancê bangeşeyên serbilindî û ê ne jêhatî pêk tînin, armanca wan ramanên xwe bi civakê bidin qebûlkirin, her wiha mirov dikare minayan zêde bike, îja gereke bangeşe bi çi hawayî be, weke her tiştî bangeşe jî jibo bi serkeftî be lazim e li unsurê xwey bingehî bi cih bîne, ev unsuran’a ev in:

 

1- Gerke bangeşe ramaneke wê an ji peyameke wê hebe, ji bo li ser wê fikrê rûnê, û ew fikir û raman ji tiştê ku pêwistiya gel bi wî hebe, ne wihabe bi kêr nayê.

2- Merkeza ku bangeşe ewê lê bêkirin lazim e diyarbe û lokal be ji bo ku peyaman bi millet bidin qebûlkirin, pêywist e afîş, wêne, film û unsurê medyayê, medyaya civakî  wek vana pirê tiştên din werin pêk anin.

3- Hewceye ku pêvajoya bangeşeyê profesyonel be lewra bangeşe sin’etek zanistiye, sin’etek evqas pêşve çûye mirov nikare bi amatorî pêşve bibe. Kesê di warê bangeşeyê de dixebitin siyasetmedar, civaknas, derûnnas, psikyatrist, belavok(reklamcı) fêrin pêywiste ew di merkeze de bin.

4- Bangeşeya bêkirin gereke mirov jê bawer bike û ewledarbe, armanca wê ya sereke xwe bi koma civakê bide qebulkirin, eger bangeşe koma ku dixwaze bixe bin bandora xwe bawerî nede wan wê demê ew bangeşe bê hêz dimîne ti rumeta wê çênabe li ser însana.

5- Lazim e bangeşe civaka ku têde kar dike li gor çand, bawerî, kevneşopiya wan tevgera xwe bike  ji bo ew bangeşe di cih de be. Bi kurtasî emê qîma xwe bi van unsurê bangeşeyê bînin û derbasî cûreyê bangeşeyan bibin, di nav wan jî bangeşeya gewr (gri propaganda) û bangeşeya reş (kara propaganda) emê bêjin. 

 BANGEŞEYA GEWR/GRÎ PROPAGANDA  

Çavkaniya vê bangeşeyê ne diyar e bi gote got’a û tiştê ne rast dixwaze kesa rêxistina  û saziya biçilmisîne, belê van kirinên ku dike jî li gor sîstemekê bi cih tîne. Ev bangeşe ji bo nerastbûna wê neyê diyarkirin, ku were eşkerekirin jî bi temamî bela ku nayê vekirin bandora wê dimîne li ser kesa. Ji  hêla din ji ber çavkaniya wê ne diyare gereke bi dizî bigre. Ev bangeşe jibo ewlehiya xwe nexe xeteriyê xwe diveşêre.

 BANGEŞEYA REŞ /KARA PROPAGANDA

Bi veşartina xwe ya di pişta çavkaniyekê xebatê xwe yê bangeşeyê bi cih tîne. Ji bo neyê zanîn çavkaniya rast lazim e xwe veşêre, ti exlaq û sînor jê re tüneye, bi her hawî mijara îstîsmar dike, xweynrijandinê ra rê vedike. Ew kesê ku vê dikin bi her hawayî xwe diveşêrin. Ji bo neyên naskirin bi kesên tarî û binerdê re xebatê xwe dikin, da ku li cihê neyarên xwe bi şuxulin. Jibo neyên naskirin tim cihê xwe diguherin, yanî ev celebê bangeşeyê ti tiştek exlaqî nasnake  li gor’a menfaata xwe dixebite.

    Bi kurtasî mijara bangeşeyê ewhaye, belê cureyê bangeşeyan pirin. Weke, bangeşeya çekdarî, siyasî, bazirganî, stratejîk yanî gelekin. Em jî li gor hînbûna xwe li ser sekinîn. Em ji xewedayê dilovan dixwazin me bibexşîne û kêmasiyên me tune bike, serkeftin ji xweda ye Emanetî xweda bin wesselam.   

Di debarê nivîskar de

Têhev

6

Gotar

Ê Berê
Ê Li Pey Ziman û Jiyan

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.