Ey Candayê-J Bo Şerî’et

Article

Ey candayê ji bo şerî’et

Salihê qenc û bi ğîret

Heta hebin te-j bîr nakin

Birayê şehîdê li ğurbet

 

Şehîdê di riya quran

Gelek cesûr û qehreman

Minnet nedikir ji xayînan

Birayê şehîdê li ğurbet

 

Bi çûna te em hezîn in

Hêstira ji xûnê dirjînin

Le’netê li hova dibarînin

Birayê şehîdê li ğurbet

 

Ğulam û kûçikê ğerbiyê

Xûna mezlûm û beriyê

Divexun ev hovê çiyê

Birayê şehîdê li ğurbet

 

Li Belçîqa li ğurbetê

Bi destê çetê xiyanetê

Şehîd bûyî çûy cennetê

Birayê şehîdê li ğurbet

 

Ya Xuda qehr û le’netê

Bikê-l çetê xiyanetê

Li dunya û li axretê

Birayê şehîdê li ğurbet

 

Em hizb û benda Ellah in

Rêwiyê riya salih in

Fena fî sebîlîllah in

Birayê şehîdê li ğurbet

 

Xuda-b rehm û meğfîretê

Da te fedla şehadetê

Birî behşt û cennetê

Birayê şehîdê li ğurbet

 

Xuda li ser hewzê kewser

Me bighîne hev li wê der

Bike cîranê pêğember

Birayê şehîdê li ğurbet

 

 

(Belçikada şehit olan Salih adlı kardeşimiz üzerine yazılmştır)

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Mûhemmedê Gêra Ce’ferî

Ê Berê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.