Ji Bo Xwîna Me Birêjin Çek û Sîleh Didin

Article

Li Welatên muslimana bes tenê rojeva wan ya nayê guhertin nexasim mirin e, xeberên teqîn û reqînê û êrîşan tên rast kirin e. Sebebê vê yekê jî, ji bela ku xerbî daxilî nav karê me yê navxweyî dibin û hinek firotiyên nav me jî, ji wan re xizmetê dikin…

Beyana ajanekî CIA yê berê ku dibêje “heta xwîna hev ziwa bikin divê herba Şîî-Sunnî kur û gur be” careke din jî dide nîşandan ku em di hedefa vampîrên xwînmij ên çawa de ne.

Ji bo em xwîna hev ziwa bikin, di warê tedarika çek û sîlehan de bi heman hêz û quweta xwe ji me re dibin alîkar(!)

Di teqîn û êrîşan de hemû çek û sîlehên ku tên bikaranîn bê şek û guman yê Xerbî û Rûs in.

Ji bo em xwînê li hev bimiciqînin temînkirina çek û sîlehan ewqas hêsan bûye ku kesên bixwazin wehşetekê rast bikin nexasim ji bo vî emelê xwe pêk bîne di derfet û îmkan dîtinê de qet zehmetîyê nakêşe.

Li gor rapora ji teref kongreya DYE’yê ve hatiye amade kirin, bes tenê di navbera salên 2007-2014an de  Dewletên Yekbûyî ên ‘Emrîqa (DYE) ji firotina çek û sîlehan 250 milyar dolar, Rûsya jî 85 milyar dolar kar bidest xistine. Ev çek û sîlehana jî hema bêjin hemû li welatên muslimana hatine firotin.

Li gor zanyarî û agahîya herî balkêş ya di raporê de hat parvekirin, di navbera salên 2007-2014an ‘Erebîstana Siûdî bi 86 milyar dolar stendina çek û sîlehan di rêza kirîna sîlehan de bû welatê yekemîn. Hat destnîşankirin ku ji vê pereyî 60 milyar dolar bes tenê ji DYE hatiye kirîn.

Di heman wextê de Hindîstan bi 38 milyar dolarî di rêzika kirîna çek û sîlehan de bû welatê dûyemîn, Iraq bi 27 milyar dolaran bû welatê sêyemîn, Emîrtîyên Yekbûyîya ‘Ereb (EYE) bi 22 milyar dolaran di rêzikê de bû welatê çaremîn, Koreya Başûr jî bi 20 milyar dolaran di rêzikê de bû welatê pêncemîn.

Li hêla din Wezareta Karên Derva ya DYE’yê, dest nîşan dike ku Kûweyt, Katar, ‘Erebîstana Siûdî û Emîrtîyên Yekbûyîya ‘Ereb (EYE) di du mehên dawîn de 40 milyar dolar firotin û kirîna sîlehan pejirandiye.

Li gor daneyên ji Ajansa Parastina DYE û Hevkariya Ewlehîyê hatine hilanîn, Katar bi 21 milyar û 881 milyon dolaran di meha Mijdar û Kanûnê de ji DYE’yê çek û sîleh kirîye û di kirîna çek û sîlehan de di heyama dawîn de bû ye welatên yekem.

Li pişt Katarê, bi 11 milyar û 837 milyon dolaran Kuveyt wê taqîp dike. dîsa li gor zanyarî û daneyan ‘Erebîstana Siûdî û Emîrtîyên Yekbûyîya ‘Ereb jî hema hema qeysa wan çek û sîleh kirîn e.

Gelo ‘Erebîstana Siûdî û Emîrtîyên Yekbûyîya ‘Ereb, Iraq, Kuveyt an jî Katar di roja me ya Îro de çima ewqas pêdivî û hewceyîya wan bi çek û sîlehan heye?

Li welatên mîna Iraqê ku xelkê reben ji birçîna dimrin, gelo çima ewqas bi milyar dolaran pere ji emperyalîstên zalim û xwînmij re tên pêşkêş kirin, ma îzaha vê yekê heye? Gelo tu wate û maneya vê yekê heye?

Îro wek çawa li Yemenê însan ji birçîna can didin, însanên ku ji Helebê, ji Sûrî direvin di nav sar û seqemê de li ber çavê hemû kesî diqerisin, qeşa digrin, gelo digel vê rewşê ma tu îzahek bi mantiq ya vê yekê heye gelo?

Mustekbîr û xwînmijên Xerbî, îro hemû welatên Îslamê weka ku ji hev re tehdît û neyarbin didin nîşandan û hemû hebûn û dewlemendîya wan dimijin. Ew zalimên ku xulamtiya evan mustekbîran dikin, çi di nezda xelkê de û çi jî di dîwana Rebbanî de ji wan re tu mazeret û hinecet û bihane ma wê hebe gelo?

Di hemû teqîn û êrîşan de cismên ku tên bikaranîn ji we kesên ku nizanibin ev cîsm ya ê DYE an jî Rûs e heye gelo?

Gelo ma emê kengî fêm bikin ku ewqas sîleh bes tenê mirinê tîne ji me re û bes tenê destê zalim û neyaran bi hêz û quwet dike û wan kedî dike, em kengî vê yekê fam bikin, emê kengî îdraq bikin û emê kengî werin ser hişê xwe.

Ma qey zanîbana ku emê wan çek û sîlehana li hember wan bikarbînin, gelo ma wê bifrotana me? Ê wê demê çima em welatên Îslamê ‘Çek û rextan li xwe dikin’ çek û rextên emperyalîstan. Kesî vê yekê fam kiribin an jî wate û maneyek jê re dîtibin heye?

Bes tenê em vê yekê dizanin û di pratîkê de tenê em vê yekê dibînin, ev çek û sîleh ji me re ne bi xêr e…

Bi silav û dûayê…

werger: Kelhaamed

Di debarê nivîskar de

Têhev

2

Gotar

Abdûllah Aslan

Ê Berê Ji Bo Helebê, Ji Bo Însanîyetê Êdî Rabin Ser Pîya!
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.