Xweş Awezên Yûnusan

Article

Xişte xişte kêra bû bi serde jî hîre hîre cadûyan

Li kuçeyên te welat hovîtîyek kes nedîtî pêde bû

Xêrxwazîya wan li zinge zinga deriyan divedan

Şeş û heftê Cotmehê xwîn ji şaneşînan digernijî

Pakrewanê dilgiran in xweş awezên yûnusan

 

 

Ma qey bejn û bala we dizîne canê min

Derbehişka hûn êşandin, canborî ne di rê de

Ma çima dernayin hûn ji nav bexçên kewseran

Belgê darên hejîran ma ê cardîn şîn û geş nebin

Şahidên sermest in êdî xweş awezên yûnusan

 

 

Zarok ji wir û bi şûn de ma ê hêjî bigerin li cejnan

Bi xeml û xêza xemilî li kuçeyên teyî herhilî

Gulîstanek sorgulî ye heta hetayî Kurdistan

Şîndar e êdî her tim li ser xunçe gulên xwe

Pakrewanê dilgiran in xweş awezên yûnusan

 

 

Azad RÊBIWAR

Di debarê nivîskar de

Têhev

3

Gotar

Azad Rêbiwar

Ê Berê Helebçe
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.