Kê Mûshaf Dizîye?

Article

Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm. Rîwayet dibe ku Ebûl Hesen el-Eş’arî li Besrayê piştî we’za xwe diqedîne ferq dike ku mûshafa wî ji alî ceme‘etê ve hatiye dizîn. Lê ceme‘et jî li ber we’zawî pir muteessîr bûbû digrîya. Ebûl Hesen wezîyetê fehim kir û berêxwe da ceme‘etê û go: “Hûn giş digrîn lê gelo kê mûshafa min dizîye?

Ev bûyera qewimîye, ‘ecziyeta halê ‘alema îslamê yê îro çiqa xweş bi me dide nîşandan. Îro li ser rûyê dinyayê, nêzîkî du milyar musluman dijîn. Van muslumana jî di navbêra xwe de gelek ceme‘et, parti, civak û weqif sazkirine. Ev musluman hemî behsa wehdetê, yekîtîye, biratîyê û aşitîyê dikin. Û hemî musluman jî ji tefrîqayê, ji teassûbê û ji neyekbûnê gazinan dikin. Feqet ummet di bin tefrîqayê de û di bin zulm û wehşet û ğedra zalim û murted û bê olan de ye.

Tu dinêrî ji xeyni çend heb ceme‘etan tu kes ji bo wehdetê wezîfeyên xwe bi cîh nayînin û ji bo çareserîya vê pirsgirêkê, destên xwe naxin bin kevir. Madem em tev wehdet û yekîtiyê dixwazin, gelo ev tefrîqe û te‘assub ji bo çiye?

Weka ku di vê hîkaya me li jorê ji we re behs kir de derbas dibe, madem em hemî musluman wehdet û yekîtiyê dixwazin,  gerek em bixebitin û ji bo biratî û yekîtiya muslumanê ndinyayê destê xwe bixin bin kevir.

 

Jibo em muslumanên ser rûyê dinyayê azad û rizgar bibin, serfirazbibin û li hemberî kuffar û mustekbîran muzaffer bibin, gerek em di navbêna xwe de yekîtiyê avabikin. Ji ber vî hawî pêwist e em îxtîlafên xwe deynin alîki û mijarên ku me li ser îttîfaq kirine, derxinên pêş û em li dora mûshaf (Qur’an)ê werin cem hev. Lewra çareserîya vê pirsgirêkê di mûshafê de ye. Xwedê Te‘ala gotîye “mumin giş birayê hevin” pêwist e ku em emrê Xwedê Te‘ala di jîyana xwe de bimeşînin da kû em derkevin xelasiyê. Ez hêviya dua dikim we dispêrim Xwedayê mezin.

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Mûhemmed Arasan

Ê Berê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.