Li Kurdistanê Selat u Tekbir

Article

Milletê Kurd, daîma evîndarê İslamê bû. Kurdistan jî her daîm buye warê selat û tekbîran. Di vî warî de  delîl u mînak dîroka Kurd u Kurdistan e. Lê belê sed sal e  ku Rejma Kemalîst di  çar hawêrê Kurdistanê de, bi awayek sistematik dixwaze ku nesleke sekuler derxe holê. Bi rastî Kemalizm di vî warî de qismen bi ser ket. Hem Kurdista ji dîn dûr xist hem jî nesleke sekuler derxist holê.

Kurdistan sed sal berê bi dîn u diyanet bû. Bi şêx û mela, bi feqî û medrese u mizgefta dihat naskirin. Ehlê Xaç u Seneman nexasim jî Kemalîsta Gelê Kurd bi destê zorê tebdîl kirin, tenkîl kirin. Da ku Kurd ji dîrok, ziman û  jîyana bav u kalê xwe re xerîb bibin. Lewma bê ‘hed dek û dolab li serê Kurdan gerandin.

Rewşa Dîroka Kurda: Piştî Osmanîyan dewletên emperyalist nexasim İngîlîzên dolabger, li ser milletê Kurd û axa wan, gelek hesabên giring kirin. Hesaba herî mezin,  nîfaq u perçekirina İmperetora Osmanî bu.  Emeryalîstên ‘xerbî ewil di şexsê Şerîf Huseyn de qaşo teklîfa dewlet u azadîyê li Kurda kirin. Lê belê Gelê Kurd di şexsê Şêx Mehmud Berzencî de yekîtîya ummetê u payîdarbuna Osmanîyan xwest. Gelê Kurd ji bo selameta meqamê xelîfet û dînê İslam, îteata hukumata Stenbolê kirin. Malbata Berzencî u Gelê Kurd bo van fî’l u daxwezîyan  di nezera emperyalîstan de hatin me‘hkûmkirin. Hê ji vê jî bêtir mexdûr bun. Cî u warê bav u kalan ji teref emperyalîstan ve hat talankirin.  

Serhildan û qiyamên Kurdistane ‘heta sala 1980 bi temamî li gor şerîetê hatine holê. Qadî Muhemmmed di çilê 1946ê miladî de Cumhurîyeta Mehabâdê li ser qanuna İslamî avakirîye. Şêx E‘hmed û birayê wî Mele Mistefa Berzanî jî tekoşîna xwe li gorî hukmê Kur’anê domandine. Piştî  van tevger u hereketa Seîdê Kurdî bi qelema xwe,  Şêx Seîd Palewî jî bi şurê  xwe li hember sîstema laîq ji bo ehkamên İslamê mucadele kirine.  

Heta van salên nêzîk li Kurdistanê dengê biratîya İslamê, dengê selat û tekbîran tucar kêm nebûye. İtîraz û dijberîya gellê mezlûm bi tenê ji bo mexdurîyeta dîn u mehkûmkirina mezlûman peyda bûye.  

Wek mînak li Tirkiyê şehîdên ummet û tew‘hîdê herî zêde ji Şerqê derketine. Seîdeyn, Metîn Yukselê kurê Mele Sedreddîn(1979), Sedat Yenîgün (1980) Şêxmus Durgun (1985) ji wanin. Ji sala 1980 şundatir gelek şehîdên Mustezef u Evindarên Peyxember, bı hezaran mehkum u girtîyên Hîzbullahî ji dîsa neferê İslam u ummetê ne. Kurdistan her daîm warê şehîdan bû. Gelo çima anha dengê “selat u tekbîran” ji dengê “Faşîst, Kemalîst u Sosyalîstan” bilindtir naye guhê me? Çima îro dengê kufr u zulmê, dengê lâdînî û fuhşîyatê bilindtir tê? 

Belê raste dengê tekbîran, tefekkura İslamî dîsa heye. Lê belê bi gotina Mewlane Celaleddînê Rûmî;

“Sirr-î men ez nale-î men dûr nîst/ Lîk çeşm u gûş ra an nûr nîst” Em jî wek Mewlana dibêjin; “Sirrê min ji nalîna min dûr nîne./ Lê belê ji her çav u guh re fêmkirina sirra min nesîb nîne!” Em baş dizanin ku îro di nav ummetê de gelek camî‘a û kesan Gelê Kurd bê mehkeme înfaz kirine. Ev bê însaf li ser biratî û ‘effwa biratîyê tucar nafikirin. Di nezera wan de Gelê Kurd bi temamî faşîst u terorîst in.

Musebbîbê vî ‘halê Kurda bi giştî Rejma Kemalîst bi xwe ye. Kêm be jî  para birayên meyê Musulman jî tê de heye. Birayên meyê Tırk û dîgeran şert û şurtên kurdıstanê, agir u cehennema wî welati nedîtin. Xebata kufrê,  zulma şedid, lêdan, heps u zindan, bi hezaran  failê meçhul jî tu carî neket rojeva wan.  Nalîna helbestên Kurdistanê hilkişiya asîmana lê neçû guhê musluma.

“Serê çîyan girtî mij u dumane  kekê min

 Serê çîyan girtî berf u barane bavê min

 Ferman rakirine ser me her çar bırane kekê min/Bavê mın”[1]

 

  “Rebbîyo ti hilneynî

  Meriv xirab bike şêst u şeş gundê Gelîyê Zîlan’e

  Malan xırabe bike bêlînî ser pagane

  Zarokan bıkuje heta berê di dîyane..”[2]

Edebîyata Kurdan ekser ji van helbest u kilaman hetîye wicûdê. Gelo ev nalin u qêrîn bo çi bûn. Bo çi ev milletê bêkes feryad dikir. Kê ev gell ker u gêj kır. Çima kesî dengê xwe li hember vê zulmê der nedianî. Em gilî û gazine xwe ji zalim û ehlê kufrê nakin. Lewra ew wezîfa xwe pêk tînin. Gili û gazinê me ji kesê Musulman u Ummetê re ye. Bırayên meyê dîndar u wefakar çi alîkarî kirin. Gelo bi heqî şahidiya xwe bikar anîn an na. Gelo birayên me yên Musluman  kêjan zalim u zordar telîn kirin…? Di dîroka  nêzîkde pel u qanad neman em dinêrin tu tiştek tunne! Birati u hevaltî wisa nabe.

Walle nabe, Bîlleh nabe, şer giran e bilind nabe..! Daxwaziya  Xuda ev e: Ewê çê bibe, baş bibe, aşitî, biratî u civandina Ummetê ewê bîna bibe. Lê belê bi xew û xewarîyê, ev nîfaq u tefrîqe tucarî ranabe.

Rejima Kemalîst 80-90 sal e ku li ser însanên Kurd, projeyek ‘xeyrî însanî û İslamî bi cebir bikar tîne. Ev projeya zulumkar  li ber çavê ummetê pêk tê. Ev proje jî înkar û asimilasyona Kurda ye. Damezrînerên Rejma Kemalîst ewwil neseba Kurdan înkar kirin. Pişt re zimanê wan qedexe kirin. Hê ev ne bes bû  şêx û melayên wan îdam kirin. Yên ku ji îdamê xelas bûn jî yan hatin sirgûnkirin yan jî ketin hebsê. Zalim û zordarên serdest a‘xa, beg, xanedan u zanayên Kurd û Kurdistanê qut kirin. Gel, bê sorok, bê xanedan, bê şêx u mela û seydâ hiştin, ji îlîm û îrfan dur xistin. Zalim û zordara zanîna dîn û îman, qeyde û tore rakirin, gel perişan û cahil hiştin. Milletê mustaz’af, bê serî û serwer ma. Li Kurdistanê îş û karê millet ji însafa rejma Kamalîst re ma..

Kemalîzmê ji xebata pêşesazî, avayî u aborî zêdetir xebata “fikrê Xerbîyan, ladînî u fuhşîyatê kir. Nesla Kurda a mazîyê, nesla dewra Osmanîyan bû. Ev nesl jî ehlê nimêj, ehlê selat û tekbîran, ehlê biratî, ehlê yekîtî û aşîtîyê bû. Bo wê nesla pak; derê hec u îltîcayê Qur’ana Kerîm, rehber jî Hezretê Muhemmed  bu. Jîyan, cîhad u îman bû. Meqsud yekîtî, biratî u wefakarî bu. Kemalîzm û faşîzma dewletê ji temamî van tiştan re neyartî kir. Hiş û eql di serê Tirka de, .îlxas jî di serê Kurdan nehişt.

Jîyana Xaçperest u Xerbzadean bi temamî zulm, eyb û şerm bû. Evana li Kurdistanê weledek ecêb peyda kirin. Ev weled tuccarî  wek bapîr u dapîra xwe nebû.  ‘Eleqa wî tuccarî bi dîrok û en’eneyê Kurd u Kurdîstanê re tune bû. Bavê vî weledî,  Kemalîzm diya wî  Faşîzm û Xudanenasîya Xerbî bû. Ev weled bi qezî gotin, xwarin, vexwarin, çek û rextê xwe, ken u gîrîn, yar u neyarên xwe û… hwd bi temamî mîna Ewrupa û karkerê ‘xerbê bû

Hasilê kelam: Tirkîya li ezman gerî, Xudâyê Alem li erdê da. HDPKK, DHKPC, TKP zihura Faşîzma Tırk u Kurd bi temamî qezenc u hasilata  Kemalîzmê bûn. Ev hereketên ‘xeyrîîslamî tev karkerên “pul u peran bûn ku Milletê Kurd bi îmkanê xwe yên qit dît û dest bi xizmeta dîn u îman kir. Alîkarîya biratîya İslamî kir.

Ji sala 1980 şundatir, hereketa fitne û fesadîyê, li ser Kurdistanê şedît bu. Li alîyek Partîya Karkerên Kurdîstan, li alîyê dî jî Rejma Kemalîst, red û înkara “mezheb, qewm, dîn û dîndara kirin. Nexasim dewletê li ser Kurdistanê zulm u zordestîya xwe şedît kir.

Gotîna Heqq eve ku zulm û zordestîya dewletê bû sebebê zihûra “Karkerên Kurdistanê!” Kemalîzmê li gorî mîllet, rejim nexwest li gorî rejma xwe mîllet xwest. Polîtîqayên kemalîzîmê bûn sebebê peydabûna PKKê. Lewra zevîya zulma Kemalîzmê ji bô şînbûna ‘hereketek wek PKKê zemînê herî musa‘ît bû. Ev helbest herî betir li kirasê polîtîqayên Kemalîsta tê:

“Lo me çikir me çikir

Me xwelî li serê xwe kir,

Ma ne şerm u fedî ye?

Ev doza me bo çîye?”[3]

Zanîn eve ku  dewleta laîk bi destê xwe, xwelî li serê xwe kir û mala xwe  bi destê x we bi xwe xirab kir.”Digel fitne û fesadiya dualî jî li Kurdistanê dengê selat u tekbîra kêm nebu. Kesên mustez‘ef û evîndarên peyxember li Kurdistanê Ala İslamê bilind kirin. Xebata Selahaddîn Eyyubî, eşqa Seîdeyn dîsa li Kurdistanê şax veda. Lê belê kes di hewara  Mustez‘efan de nehat. Muslimanê Kurdistanê, nexasim yên Bakur li Tirkiyê e‘xleb  bi destê birayên xwe hatin mehkum kirin û înfaz kirin. Muslimanan guh nedan birayên xwe yên musluman. Xeberên fasiqa bêtir li xweşa wan çû.  Lewma zulma dualîya li ser  dîndarên Kurdistanê wek tiştek tabi‘î hat qebûlkirin. Kesî dengê xwe ji muhaceret, ûnfaz û mehkûmkirina muslumanan re dernexisit.

 

 



[1] Fermana Kekî Axa-Dersim

[2] Qetlîama Zîlan

[3] Şivao

Di debarê nivîskar de

Têhev

3

Gotar

Şerîf Emîn

Ê Berê Heval û Cumhûrıyet
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.