Seha Sûretê Kafîrûn

Article

Bêje: Ey gelî Kafiran! Ewên ku hûn ‘îbadetê wan dikin (dıparêzin) ez îbadetê wan nakim (naperêzim). Hal eve hûn Jî ne 'îbadet kerê ê ku ez îbadetê wî dikim. Ez jî ne îbadetkerê wanên kû hûn îbadetên wan dikin. Hûn jî ne îbadet kerên Ê kû ez 'îbadetê wî dikim. Dînê we ji we re. Dînê min ji mire. -Sûretê Kafîrun-

Gelî bira û Xweha! werin em bi hev re di me'na vî sûretî de jî bifikirin û li serê baş bisekinin. Em bi nêrin bê ka Xweda û Xwediyê me emrê me bi çi dike. Me'lum e muşrikên Mekkehê têne ba Resulê Xweda. Jê re dibêjin: “Em û ti di naw xwede bazerekî bikin û em li serê li hev wer in. Were saleki emê 'ibadetê Rebbê te bikin. Salekê jî ti ibadetê senemên me bike. Bi vê sedemê Xweda Te’ala vî sûretî nazil dike û Resûlê Xweda pê cewaba wan dide û teklîfa wan reddike.Dîsa Me'lûm e sebebê nuzûla ayetan her çiqas xasbe jî  xîtab ‘amm e.

Muxatebên ayetan hetani qiyametê temamê neslên insana ne. ji ber vê heqîqetê hepsa vî sûretî di wan Kafirên wî zemani de (kû îbadetê hinek senemên ji kevir û dara dikirin) şaş e. Lew ra Kafirên  her zemaneki heta ên hev mekaneki hinek tiştên ji hev cuda ji xwe re kirine rê, îlah û senem û îbadetên wan dikin. Wan di parêzin. Bilxasse di dema meyî îro de ‘îbadetê sanema bi hawê berê gelek kêmbûye. Belê hinek sanemên nû hatine çêkirin û ji wan re îbadet bi hawakî nû tê kirin û têne hebandin. Mesela Çawa qewmmên Nmrûd û Fîr’ewn wan ji xwe re kiribûn îlah û bê îstîsna îta'eta wan dikirin, di dema me de jî hineka Lenîn, sitalîn, hina jî mawo hina jî Kemal ji xwe re kiribûne îlah û pût, ita'eta wan dikirin. Di pey wan de jî li pey fikr û qanûnên wan diçin. Hina jî qewmiyet û rehperestiya ku 'ewil îblîs paristî, diparêzin. Û temamê heyata xwe li ser wî esasê ketî divên awabikin. Hina jî kêf û şehwet û hewa xwe yî nefsanî ji xwe re kirine îlah. Bê qeyd û şert ita'eta şehwet û kêfa xwe dikin. Hinek jî bûne ‘ebdê mal û pera. wan di seriya her tiştî de digrin. Hinek jî bûne 'ebdê cah û meqam. Her tiştî li gori wan dikin.

Rebbê me û tevên kainatê emrê me dike ku em xwe Ji temamên cûreyên sanema, pûta û me'budên batil bêrî bikin û îlan bikin û bêjin: Gelî kafir û bê ola! ji Xwedayê kainatê pêve hemî tiştê hûn wan diparêzin ez naparêzim / ez hürmet û qimetê nadime wan û nadim pey wan. Dînê we ji were û ê min ji min re. Piştî ku Rebbê me ev emir daye me, me jî pê îman anîye, bi Quranê emrê wî qebûl kiriye û bi xwendina wê me îlan kiriye, divê de em ji temamên sanem û Me'bûdên Kafira dûr dibin. Baweriya me yî bi xweda û dînê wîyê heq dive kû em li pey Kêf û xweziya xwe neçin. Divê em li pey emrê xweda ê xwe herin. Tiştên muxalifên emrên wî be divê em xwe jê dûr bigrin û li hember derkevin. Me'na 'îbadetkirina ji xweda re ev e. Yan na wê gotin û kirinên me li hev ne nêrin. Ev yek jî ne li dunyayê û ne jî li axîretê wê feyda me nede.

Ji ber vê heqîqet û rastiya xuya divê em hay ji xwe hebin şeytanên îns û cinnî û hewa nefsa me, me najo bibal îta'et û îbadetê ğeyrê xweda ve. Çawa em divê xwe ji senem û pûtên ji dar û Keviran bi parêzin divê em xwe ji serokên kafir û bê ol jî bi parêzin. Divê em xwe ji fikr û dozên kufrê jî bi parêzin. Di vê em xwe ji te’essub û nijadperestiyê jî bi parêzin. Di vê em xwe ji teqlida moda û çûna li pey ‘adetên Kufrê jî bi  parêzin. Divê em xwe ji îbadetê cah, mal û ewlada jî bi parêzin. Lewra ev heryekî senem û pûtek in divê em perestgah û mizgefta dilê xwe ji wan pak û paqij bigrin. Bi vî hawayî dakû fikr û niyetê me 'emel û kirinê me rabûn û rûniştinê me, lebat û nivênên me ğeydû haştiyên me tev bibin 'aîdê xweda û li ser hesabê xweda Te'ala we Teqqeddes kesê ji vê yekê re muweffeq bûbe bi rehetî dikare ji Kafira re bêje: 'Dinê we ji we re û dînê min ji min re. /Hûn li pey dînê xwe. Ez li pey dînê xwe." Bes Kesê li pey serokên dijminên îslamê here ji fikr û dozên wan re bi xebite, biratiya 'esebî û qewmî bêxe ciyê biratiya îslamî, ji bedêla sunneta peyğember modê ji xwere bike rehber, axiretê jibîr bike dunyayê ji xwe re bike hedef... wê çawa bêjê 'gelî Kafira! dînê we ji we re û dînê min j imin re.” Bêje jî gelo wê Kafir û musulmanên rast pê nekenin?!

Yanî însanê bi vî hawi nikare bi dilê rehet sûretê Kafirûn bi xweyne. Lewra gotin û kirinên wî li hev nanêrin. Aha ji ber kû ev suretê Pîroz vê heqîqeta Muhîm di xwe de digre, di rîwayetekî de Resûlê Xweda (salat û selamên xweda lêbin) gotiye: "Ev sûret beramberê sêyeka Quranê ye ". Di yekî de jî gotiye: "Beramberê çar yeka Qur'anê ye." İbni 'Ebbas gotiye: 'Di Quranê de sûretekî ji vî sûretî pirtir şeytan hêrs dike tûneye. Lewra (Bawerkirin û xwendina vî sûretî) Îmana tewhîdî û bêrîtiya ji Kufrêye." (Tefsîra Qurtubî Tefsîra sûretê Kafîrun) Hem jî ji ber vê heqîqeta muhim limêjên Kû di piştî Fatihê de sûretên diwan de werin xwendin nehatibin te'yînkirin sûnneta di teva de mirov vî sûretî û sûretê îxlas bi xune (Hedyetul-Hebib).

Hasilê Kelam ev sûret ji ber kû berîtiya ji şirke ye û meydan xwedandina ji Kafira re ye, Musulmanên vî sûretî bi xûne û pê emelke/Xwe ji fikr û 'adetên Kufrê dûrke ji mûnafiqiyê tê paqijkirin û xweda nesreta wî li ser Kafira dide. Eva kû di Quranêde di pey vî sûretî de sûretê Nasir hatiye bi îhtimaleke mezin îşaret e bi bal vê heqîqetê ve. Xweda Te’ala me û we û temamên musulamana di rêya Qur'an û sûnnetê de bide meşandin. Amîn.

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

3

Gotar

Mela Mûhemmedê Bêcirmanî

Ê Berê Hin Şîretên Qur'anî
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.