Cewherê ‘Eşqê Koz E

Article

Heger bi hezkirinê ve hatibe girêdan û ketibine deryakê

Ev derya oqyanûsa agire tû bizan be ey nefs!

Di himêza ğefletê de bakirina bênderê ji ber çiye?

Jibo di sîtilê çîlê de bikelin em hatine.

 

Geh wek mecnûn dibe çolîstan wetenê me ji nefyê nefya re

Geh weke Yûnus dibe hîcret karê me ji bajarên bajara re.

Geh şikeftek xalîye Mekanê me xewilxane xewilxane me dihewîne.

Belkî bi sala me tehemul kir zindanek tarî jibo berdilk.

Kî dizane belkî xilata pêşbazîya me şehadetek bi hevra ye…

 

Bifikire ey nefs!  Tu tunebû, nav û nîşanê te tunebû. Hebûn jî tûnebû.

Piştre xweda mewcûdan xuluqand, û ‘eşq  tê de neqişand

Hebûn bû cesed û ‘eşq jî bû rûh ji cesed re.

 

Û paşê xweda Adem xulq kir dakû destanê rûh û cesed bixwîne

Û Adem nav bi nav xwend ‘eşq bo temamê meleka werin ‘eşqê da di secdê de bisekinin.

 

Te dît qedera me ‘eşqe ji Adem û bi şûnda. Û Rebbê Wedûd zarê Adem bi destê qûdreta xwe anîne hebûnê. Jiber vê yekê havênê me ‘eşqe, paşeroja me ‘eşqe, pêşeroja me ‘eşqe, feryada me ‘eşqe, sikûta me ‘eşqe, seyr û sefera me ‘eşqe, vegera me ‘eşqe, birîna ku me davêje nava nivîna ‘eşqe, dermanê her derdê me,  merhema me ‘eşqe… Û temamê bêjeyên me yên ji ewil heta dawî tev ‘eşqe…

 

Eşq berdilke.  Di meydana ‘eşqê de zafer encax bi razîbûna berdilk mimkune bikar bê. Lê belê ev meydan meydana gernas û mêrxasa, meydana  ‘egît, şareza û cengaweraye ey nefs! Ciyê ğeflet û neğemxwurbûnê di vê meydanê de tune ye. Çimkî dujminê herî dijwar jibo êrîşan diranê xwe tûj kirine di qûncikê vê meydanê de…

Ji roja te xwe li vê meydanê dît, bi îsbatkirina  ‘eşqê tu hatî mukellefkirin ey nefs!

Xwepêşandina te ye ji berdilk re bi deyne li ser sutûyê te tu bizanbe ey nefs!

 

Em baş dizanin di vê dinya bi hem û ğem de me’na  ‘eşqê herdem bela, mûsîbet, tengî û ta’lî û zorî ye… Behra pêlê wê me digewixîne behra bela ye, rêwîtîya ‘eşqê ye…

‘Aşiq herdem xwe di nav agirê Îbrahîmê pûtşikîn, Zindanê Yûsûfî û bobelatê Eyyûbî de dibine. Piştre sulûkek Huseynî ‘aşiq digre, temamê rê û rêçê wî di oğira dildar de li cennetê raserî hev dibin…

Di mêvanxana dildar de meriv bê hewandin ne rihet e ey nefs! Lazime di oğira vê ‘eşqa dilhenûn de tu di ‘erz û ‘îyalê xwe, di canê xwe û malê xwe de bibuhire; delalîyê ber dile xwe feda bike, ji hanûman bibuhire… Ah wê wextê tê bighêje dergaha berdilkê xwe…

 

Ji ğeyrî berdilk heger bi tiştekî din xwe girêde û meylî îsyanê bike ey nefs! Wê demê agirê Nemrûdê hemçax dê rûhê te û cesedê te bişewitîne. Lê belê heger bi peymana xwe re tu sadiq bimînî; li bircê firdewsê yê herî bilind bayên rehmetê bi ser te de dê bigobile…

 

Bi ‘eşqa bêdawî bixwîne û bi hezaran belayên hatine serê aşiqa bibîne. Wek pinpinîke di nav agir de diber xwe didin tê temaşe bike çîlexana wan ya tijî kul û keder… Ji xwe ‘eşq agire û ‘aşiq jî ew pinpinîkê xwe davêjin nava agir…

Cewherê ‘eşqê koz e. Ê dikeve navê bi şewatên herî dijwar dişewitin. Lê belê ev şewat zirarê nade ‘aşiq. Ev şewat wek agirê cewher dihelîne, ‘aşiq jî arî û safî dike ji qirêja munkeratan.

Çimkî di nava bizotan de dişewite û ji temamê qirêj û gemmaran pak û paqij û zelal dibe ‘aşiq…

Ah ji pîrê ‘eşqê Mewlana çend bêjêyên  ‘eşqê keşif dike:
“Temamê  ‘emrê min ev hersê peyvin: Ez xambûm, kelîyam, şewitîm”
Û ‘aşiqê ‘umrekî di nava vî agirî de şewitiye, weke ava heyatê çîla bela, derd û kûla vexwarin. Wext hat bi roja tî û birçî man, mîna têrexwaran bi kêf sebir kirin. Wext hat qesr û qonağê birewş pîxwas terk kirin. Û jibona berdilkê xwe, weke dînan bi çola ketin, heyyibîn... Wext hat rêwiyê ‘eşqê yê keremkar mal, mulk, meqam, zarok, pîrek ‘erz û ‘îyal û hemî tiştê xwe terk kirin; û bi ber çemê ‘eşqê ve herikîn.
Wext hat bo canan di canê xwe de bihurîn, xwe avêtin nav pêtîyê ‘eşqê yê herî gur… Rûhê xwe yê pak û paqij di mista meleka de pêşkêşî  berdilkê xwe kirin.

 

Serpêhatîya ‘eşqê ya Dinya bê man bo bighîne hermanê eve ey nefsa serkêş! ‘Aşiqê bi rastî herdem jibo bighêjin jora ‘eşqê, dema xwe ya pir di xewilxana de,  di şikefta de, di zindana de;  bi nefya bi sirgûna, bi hîcreta û pîxwas, tî, birçî û tazî buhartin. Lê belê serkeftinek bi cezb û coş lidar xistin, di vê riyê de sist nebûn…

Çimkî ‘aşiq agirê berdilkê xwe jî bi ava heyatê ya bêdeng ditefîne; û qenc dizane cewherê ‘eşqê koze… JI HEYATEKE BÊ‘EŞQ EM XWE DISPÊRIN XWEDA… AMÎN.

 

Xewilxane: Çilehane

Berdilk: Önlük

Bêje: Sözcük, kelim                              

 

Gewixandin: Boğmak, Boğazlamak

Di debarê nivîskar de

Têhev

12

Gotar

Ê Berê
Ê Li Pey Rêwîtîyek Remezanê

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.