Mela Ehmed Hilmî

Article

‘Alimê "Bîsmîllah" ji sênga îxlasê dixweynin, bi yek herfekî li ser rûpelê heyatê li du cîhana seâdet dinivîsin. Çi kes hene di lêva de ji peyvê berjor naçin, piştî mirinê navê wan bi çemê tinebûnê de di herikin. Esera ji behra weraset bînakirî bi rêzên me'nayê hatîye hûnandin. Qelem û murekkeb, xet û defter rêz in jibo te'lîfa qelbên mu'min. Cîyê ku murekkeba âlima lê biherike li wêder xûn narjê. Li hember zulûmata cehlê bi rimbazîyû hunermendîyek serpêhatî, ayet ayet nûra hîreyê qelem pelê sorgula Muhammedî diweşîne. Ji derûnê asîman tîrijê îqra îlham dide rûyê zemîn. Şîrk bê çareye, kufr û şeytan hiş berdane. Mektûba werasetê ji âliman re bi firrê dikeve ji hêlîna kevokê. Çiqas birînê naçar vebûne li ûmmetê murekkeb merhem danîne li ser dilê mecrûh her yek tebîbê dewrê. Her dilopek murekkeb birûska Qûr'anê tefsîr dikevin li rûpelê tarîxê. ‘Emel û îxlas şîfa dinivîsin li ser sênga bikul ‘âlimên âmil, bi qîyam û secda azadîyê. Bi îlhama Loqman û Îsa heyatê didin rûhên ji werema cehlê murdar ketî. Wird û zikir barana nîsanê havênê şeveqêne rojê dikemilînin.
Bi telîf û xerca heqiqetê wergerand bi heybet endamê xwe, ‘âlimek bi îxlas e Mela Ahmed.

Bi qasî pêncîw çar sal ji 'umrê weqfê, em şahidin ku xwêdana 'ilmê rijandîye ser axa te'lîfê. Xezîna 'ilmê li sahilê kewserê di rêya se'yû cîhadê de li hember kûra cehlê  xemilandîye rêz bi rêz. Dara qîyamê ku danî li dest û çengê me bi dûâyan û bi xwêdana ‘ilmê hatî avdan. Sîyû sîwan ji ser me kêm nebû bi wefatê. Belê çûna ‘âliman bal cennetê ji ê mayîn li heyatê gelek tenêbûnîye. Carna zemherira nîfaq û durûtîyê di zivistana ‘esrê de derdiket pêşya wî. Bahoza ji ğerbê diherike tuxmê esaretê li axa welat direşîne, lê belê lehîya zanebûnê timî erda me şûştîye ji koletîya bê rûmet.
Di dema zor û kerbê de saqîyê havînê ‘alimek teqwaye Mela Ahmed.

Pêjn û nefesa âliman çiqas kêmket li ser ummetê  zulûmat û îxaneta zingar me li ser sênga xwe dît. Bi cehlê em bûne derdest, herder şîn û girîn, avayî xerabûn, çi qedr û qîmetên qedîm hunda bûn. Qelem şewitîn, murekkeb zuwa bû, welat perîşane Seyda. Âlim bar dikin yek biyek. Çi gotibû Resûlê Ekrem "mirina ‘âlima mirina ‘âlemêye". Du cara ez dişewitim jiboy çûna te. Carek me'lûmê herkesîye, cara din ‘âlimek bi tev secda xwey nebewî çû ji nava me, em tenê hiştin li vê dunya bê qîmet. Di piştî çûna te bi sala zeman derbasbûn ku hêjî em çav li rêne. Ka pêjna heybeta âlimê vê malbatê heye tu bizîvirî ji rêya qudsî. Ax fîraq nayê hebandin Seyda, elema wê ji şewatê wirdeye.
Bi çûna te gelek kêmasî peyda bûn kanîyû mercî’â zana Mela Ahmed.

Bigre derê çîlexanê ey dil, yek Mela Ahmed bû bi qasî 'umrekî li ber van derda qam kir. Çi qîmet ji te re heye ku tu xwe didî ber vî barî. Bi yek xewnekî derîyê fîraqê vedibew ma qey rêya  çûnnehatê tê meşandin? Ne ji hatif belki ji cîyek qudsî gazîye hat, lê me nizanibû hetanî piştî wusletê. Her tiştî li ser dev û rû hişt û çû bal gazîya şehsuwarê romehşerê. Di piştî sal û zemana de ez hêjî dişewitim, dil bûye kûra derda. Hesret û kerbê em berbat kirin ey dil. Hêjî dema ez ‘âlimek dibînim li heyatê ez du hissa bihev re dikêşim. Her wekî Mela Ahmed li heyatêye …ez dihezinim. Hêjî bi tev heybet û pêjna xwe ‘âlim hene li rû zemîn ez dilxweş dibim.
Efsûna azadîyê di ‘îlmê nubûwwetê de mewcûd e.
Kesên zanawû ‘âqilmend di îksîra îmanê de ğerq bûne.
Murekkeba ‘âlima efdeltirê xûna şehîdane.
Ji ber vê em qenc dizanin ku:

"ÂLİM WARİSÊ PEYĞEMBERANE"

 

Min xwend.
Li mîrasa te nihêrîw min dewran xwend.
Sedeqa carî girt destê xwew min heqîqet xwend.
Li şopa te em şahid in min însan xwend.
Guhdarîya qewlê te ye min cesaret xwend.
Derîyê te tim vekirye min merdî xwend.
Zikr û ‘eşqa îlahîye min bilindî xwend.
Heskirina ‘âlimane xêr û xweşî min zanebûn xwend.
Li suhbeta ‘âliman rûniştim min şeri'et xwend
Mucadela heqqû batil bi ‘âlima çû zirwetê min esalet xwend.
Ez meşîm li pey ‘âlima, min îstîqamet xwend.
Ji hubra qelem nûra wehyê pêlda min îman xwend.
Qûr'anû sûnnet, îta'et û jîyane min Îslam xwend.
Brîna dil kûr e, şewat e min ‘eşqê xwend.
Ez herikîm bibal rojê min me'rîfet xwend.
Bi stêrka re bûm heval min afaq xwend.
Bi kulîlka re ez vebûm min tebîetû exlaq xwend.
Herçî ku te naskirin û zanîn, ji bo bînakirina ûmmetê
‘Alimek ‘Amil e Warısê Peyğember Seydayê Mela Ehmed.

Di debarê nivîskar de

Têhev

19

Gotar

Ê Berê -Ez im, MEMO...
Ê Li Pey Çibikim ji Dunya Xalî

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.